Here naverokê

Mizgefta Nursultan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mizgefta Nursultan
Астана қаласының бас мешіті Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
51°04′21″Bk 71°24′34″Rh / 51.0725°Bk 71.4095°Rh / 51.0725; 71.4095
DewletQazaxistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mizgefta Nursultan (qazaxî: Нұрсұлтан мешіті, Nursultan meşîtî, rûsî: мечеть Нурсултан, Meçet' Nursultan), mizgefteke li paytexta Qazaxistanê ya Astanayê ye. Ew mizgefta herî mezin a Asyaya Navîn û yek ji mezintirîn mizgeftên cîhanê ye.[1]

Di 18ê adara 2019an de, destpêkxerê projeya avakirinê û serokê komara Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev kevirê yekem li cihê avakirina mizgefta nû danî. Avakirin ji aliyê veberhênerên taybet ve hate piştgirîkirin û ji budceya dewletê tu pere nehat bikaranîn. Di 12ê tebaxa 2022an de, vekirina Mizgefta Sereke ya Komarê bi beşdariya Nursultan Nazarbayev hate lidarxistin.[2] Di 4ê tîrmeha 2026an de, navê Mizgefta Nursultan ji bo mizgeftê hate dayîn.[3]

Kubeya sereke ya mizgeftê di cîhanê de herî mezin e.[4]

Bilindahiya qubeyê 83,2 metre ye û qalindahiya wê 62 metre ye. Ev çar minareyên derdora wê de 130 metre ne û ji pênc beşan hatine çêkirin ku sembola pênc stûnên Îslamê – îman, nimêj, rojî, zekat û hecê ye. Yek ji bircên li milê çepê ji gel re hat vekirin. Mêvan dikarin bi asansorê rabinê jorî mizgeft û heyranê dîmena bajêr bibînên.

  1. ↑ INFORM.KZ (12 tebax 2022). "New mosque inaugurated in Nur-Sultan among world's 10 largest: 12 August 2022, 13:03 - news on inform.kz". www.inform.kz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  2. ↑ "Самую большую мечеть в Центральной Азии открыл Назарбаев". ru.sputnik.kz. 12 tebax 2022. Ji orîjînalê di 31 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tebax 2022.
  3. ↑ "Республиканскую мечеть в Астане назвали «Нұрсұлтан мешіті»". tengrinews.kz. 5 tîrmeh 2026. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2026.
  4. ↑ "Largest Mosque in Central Asia Opens in Nur-Sultan - Qazaqstan Monitor". qazmonitor.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 12 nîsan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.