Ejdehayê strîdar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Moloch hat beralîkirin)
Ejdehayê strîdar
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Famîle: Agamidae
Binefamîle: Agaminae
Cins: Moloch
Cure: M. horridus
Navê zanistî yê latînî
Moloch horridus
Gray, 1841
Hevwate

Acanthosaura gibbosus

Ejdehayê strîdar an şeytanê bistrî (Moloch horridus), cureyek e sûsmarên Awistraliyanî ku bi tenê ji cinsê Molochê ye.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha Ejdehayê strîdar

Ejdehayê strîdar mezin dibe heta dirêjiya 20 cm (8.0 in) û jiyana wî heta 20 salî dirêj dike. Ejdehayê strîdar dikane di sê rengên hawidora wî biguherîne wek rengê axê çolê. Rengê wî ji vekrî di seqa germ ta tarî di seqa sar de diguhere. Ejdehayê mê ji nêr mestir e.

Laşê vî ejdehayî bi giştî bi strî nixamtin e. Hevila laşê strîdar ew e, ku alîkariya parastinê wî dijî qirtîşên mestir û balindeyên kûvî, tevî komkirinê avê di laşê wî da ji bo vexwarinê.

Jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ejdehayê strîdar li çol û beybanan li rojavayê Awistraliya dijî.[1]

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ejdehayê strîdar mûrî dixwe bi taybetî ji cinsên Iridomyrmex an Ochetellus .[2]

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ejdehayê mê destek e ji sê ta deh hêkan dike hindir mehên neh û diwanzdeh de.Ejdehayê mê van hêkan di hêlînan 30 cm bin erdê da vedişêrin. Van hêkan di 3 an çar mehan da wê ji qalikan derkevin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Pianka, E. R. and H. D. Pianka. 1970. The ecology of Moloch horridus (Lacertilia: Agamidae) in Western Australia. Copeia 1970: 90-103.
  2. ^ "Australia's Thorny Devil". Ji orîjînalê di 10 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 çiriya pêşîn 2007.
  3. ^ Pianka, E. R. 1997. Australia's thorny devil. Reptiles 5(11): 14-23.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]