Montserrat Caballé

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Montserrat Caballé
Image dans Infobox.
Montserrat Caballé, li festîvala Aix-en-Provence (1980)
UNICEF Goodwill Ambassador
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Goristana Sant Andreu (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Maria de Montserrat Viviana Concepción Caballé i Folch
Navê jidayikbûnê
María de Montserrat Bibiana Concepción Caballé FolchLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
Montserrat CaballéLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Xwendegeha Bilind a Muzîkê ya Liceu (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Bernabé Martí (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Montserrat Martí (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Tessiture
Label
Polydor Records (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekara
Concepció Badia i Millàs (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Opera, vocal music (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cezayê birrî
Sextekarî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Lîsteya berfireh
Commandeur des Arts et des Lettres‎ (en)
Honorary doctor of the D. Mendeleev University of Chemical Technology of Russia (d)
Order of Princess Olga, 1st class (d)
Order of Merit of the Federal Republic of Germany
Order of Isabella the Catholic‎ (en)
Knight of the Legion of Honour (en)
Civil Order of Alfonso X, the Wise (en)
Ordre des Arts et des Lettres (en)
Order of the Badge of Honour (d)
Order of Friendship
Princess of Asturias Awards (en)
Knight Grand Cross of the Order of Merit of the Italian Republic (en)
Knight of the Order of Isabella the Catholic (d)
Commander's Cross of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d)
Medalyaya Zêrîn a Generalitat de Catalunya (en)
Gold Medal of Merit in the Fine Arts (en) ()
Grand Cross of the Civil Order of Alfonso X the Wise (d) ()
Gold Medal for Tourism Merit (d) ()
Princess of Asturias Award for the Arts (d) ()
Echo Klassik Female Singer of the Year (d) ()
Gramophone Award for Lifetime Achievement (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dîskografî
Dîskografiya Montserrat Caballé (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bilêvkirin

Montserrat Caballé (wek Munserrat Kewelyê bixwîne), anku Maria de Montserrat Viviana Concepción Caballé i Folch (jdb. 12ê nîsana 1933an li Barselona, Ketelonya, Spanya - m. 6ê çiriya pêşîn a 2018an), sopranoyeke ketelan e. Ew yek ji operabêjên herî girîng ên sedsala 20em e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Caballé li Barselonayê stranbêjiyê xwend û di sala 1956an de bi operaya La Bohème a Puccini li Baselê dest bi kariyera xwe ya hunerî kir. Ji bilî vê, wê li tiyatroya Saarbrückenê stranan xwend. Ji sala 1959an heta 1962an wê li tiyatroya Freie Hansestadt Bremen kar kir. Di sala 1965an ew li Carnegie Hall li şûna Marilyn Horne çû ser dikê ji bo pêşkêş kirina operaya Dozinetti ya bi navê Lucrezia Borgia û gelek rastî ecibandina guhdarvanan hat.

Di heman salê de wê li Metropolitan Opera ya New Yorkê debuya xwe bi rola Margarethe bo Faust a Gounoud kir û li hemû cîhanê deng veda.

Caballé pirr caran bû mêvana mihrîcanên wek li Glyndzbourne û ji sala 1971ê pê de li Operaya Neteweyî ya Hamburgî (Hamburgische Staatsoper) derkete ser dikê.

Ji bilî vê yekê, ew pirr caran wek dengbêj tevlî konsertan bû. Lê reperûwara wê ya fireh bi giranî ji operayên Rossini, Donizetti, Bellini, Verdi û Puccini pêk tê.

Di sala 1997an de Mike Moran albûma xwe ya bi navê "Friends For Life" amade kir ku ji duetên digel Caballé û stranbêjên cur bi cur pêk tê, wek Bruce Dickinson, Johnny Hallyday, Johnny Logan, Gino Vannelli û Helmut Lotti.

Di sala 1998an de Caballé xelata Bambi û di sala 2007an de jî xelata muzîkê Bambi bo beşa klasîk wergirt. Dîsa di 1ê nîsana 2007an de Montserrat Caballé piştî 18 salan ji nu ve derket ser dikê Operaya Neteweyî ya Viyanayê.

Saya Caballé tenorê bi navê Josep Carreras bi nav û deng bû.

Projeya Barselona digel Freddie Mercury (1992)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1992an de Caballé ji bo Lîstikên Olîmpîk ên Barselonayê digel Freddie Mercury kilama bi navê "Barcelona" pêşkêş kirin ku fuzyonek ji muzîka klasîk û rockê ye.

Kilam di albuma wan a hevpar "Barcelona" ya ji sala 1987an de cih digire. Ev albûm saya înîsiyatîva Freddie Mercury ku hezkiriyekî muzîka Caballé bû pêk hat.

Mercury vê kilamê li ser daxwaza Caballé amade kiribû; wê dixwest bila ew stranek li derheqê welatê wê Barselona amade bike. Kilam cara ewil di 29ê gulana 1987an de li Eivissa (Ibiza) hate pêşkêşkirin.

Ji jiyana wê ya taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Caballé di sala 1964an de digel tenor Bernabé Martí zewicî. Keça wan Montserrat Martí Caballé ("Montsita")[çavkanî hewce ye]sopranîst e. Di sala 1986an de tumoreke mêjiyê yê bêzerar hatibû dîtin ku Caballé wek "hevalê biçûk" bi nav dike.

Montserrat Caballé di 6ê çiriya pêşîn a 2018an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]