Morî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Morî
Temporal range: Cretaceous - Recent
Meat eater ant feeding on honey
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Çîn: Insecta
Kom: Hymenoptera
Binekom: Apocrita
Jorefamîle: Vespoidea
Famîle: Formicidae
Latreille, 1809
Subfamilies

Morî ajaleka biçûk e. Morî siftê yên bê perin paçê perên xwe dertên û difirin. Bi teybetî li herême cizirê, gotina "mîro" jî tê bi kar hanîn. Morî, bi kolonî dijîn. Yanî bi malbatî dijîn. Di nava wan de sazûmanaka wan ya jîyanî ku ew dayimî bi wê dijîn û dernekevina dervî wê heya. Weke ku çawa ku di nav Mêşên Hingiv, banî heya û hemû mêşên hingiv li gor wê dijîn, di nav morîyan de jî, bi wê rengê lê ku li gor xwe teybetmendiyên jîyane wan diguharê cuda heya. Morî, bi malbatî, bi hev re, weke ku hevbeşîyeka wan ya ku mejiyê wan jî bi bandûr dike heya. Li gorî lêkolînên li ser wan hatina kirin, di wan demên dawiyê de hate kifşkirin ku morî di bîrkirinê de xort in. Hat kifşkirin ku , morîyek deme ku ji morîyeke kolonîyeke din zirerek dîtibê, wê ji bîr nekê, Bêhna wê digirê û di buhurêne andamên din yê kolonîya xwe û ew jî êdî bi wê bêhnê wê nas dikin û êdî ji bîr nakin. Di rîya ku têre diçê de, wê riyê ji bîr nakê. Ev jî, dide nîşandin ku morî di serê xwe de karê dîmenê jî bigirê ku bi bêhnê bê û an jî bi dîmen dîtinê bê. Di rastkirinê de, û di bi rê ve çûnê de, di rêze hevdû de hertimî diçin. Wê li berçav digirin, Ku du kolonî dikivina nava hevdû de, hatiya kifşkirin ku andamên hevdû yên jev hevdû nas dikin. Derên ku mori lê dijî re dibêjin morîstan. Li Kurdisatnê çend cureyên xwe hene:

  • Moriyê devan: Moriyên devan yên reng çakar yên girin.
  • moriyê reş: Her derê xwe yê reş e.
  • moriyê sorik: Morîyak ya ji moriyê reş biçûktir jê bileztir e.
  • gêre: Morinan hûrik in. Li ser tiştê şîrin dihêwirin.

Taksonomî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vespoidea

Sierolomorphidae





Tiphiidae




Sapygidae



Mutillidae







Pompilidae



Rhopalosomatidae





Formicidae




Vespidae



Scoliidae







Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ward, Philip S (2007). "Phylogeny, classification, and species-level taxonomy of ants (Hymenoptera: Formicidae)". Zootaxa. 1668: pp. 549–563. {{cite journal}}: Di |rr= de nivîsa zêde heye (alîkarî); di |sernav= de di cihê 62 de line feed character heye (alîkarî)