Dêra Mor Kuryakos

(Ji Mor Kuryakos hat beralîkirin)
Dêra Mor Kuryakos li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dêra Mor Kuryakos
Cihê Mor Kuryakos li Tirkiyeyê.

Dêra Mor Kuryakos (di nava suryaniyan de wek 'Mor Kuryakos' tê zanîn) dêreke suryaniyên Midyadê (Tur Abdînê) ye û li gundê Enhilê (bi tirkî: Yemişli) hatiye avakirin.

Ji aliyê plana xwe ya mîmarî ve dişibe çend dêrên din ên li gundên Mêrdînê. Di bunyeya xwe de xwediyê gelek taybetmendiyên bedew e. Derbasgehek ji pêşiya dêrê heya rojhilatê dirêj dibe û bi Beth Slutho'yekê diqede. Xuya ye ku ev avahî ji bo duakirin û ayînkirinên rihet hatiye lêkirin. Eniya dêrê bi pencereyên bi şeklê nalên hespan hatiye xemilandin. Ezîznameyeke ji çaxa navîn destnîsan dide ku dêr ji bo zeytûnkirê bi navê Mor Şemun ê ku di sala 735'an de jiyana xwe jidest daye hatiye lêkirin.

Li Mor Kuryakosê pêşkêşgeheke darîn a boyaxkirî peyda ye ku tê texmînkirin di sedsala 18'an de hatiye qewartin û ew mînakek ji bo hunera dewlemend a berê ye. Herwiha, tê bawerkirin ku pêşkêşgehên Mor Kuryakosê ji bo belawbûna pêşkêşgehên kevirî yên li herêmê jî bûne mînak. Li gundê Enhilê ji xeynî dêrên Mor Kuryakos û Mor Eşayo şeş şapel jî hene ku wan ji bo dayka Meryem, ezîz Petrûs û Pawlos, Eliyo, Şmunî, Gevergis û zeytûnkkr Şemun hatine nezirkirin.