Morfolojiya Kurdî ya Hemdem (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Morfolojîya Kurdîya Hemdem
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Felsefe
Ziman Kurdî
Dîrok 2015
Weşanxane Soran
Rûpel 130
ISBN ISBN 978-3-945056-01-4

Morfolojîya Kurdîya Hemdem[1] [Morfolojiya Kurdî ya Hemdem] pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e.


Navaroka pirtûkê[biguherîne]

Pirtûk, weke pirtûkeka felsefe, zimanê kurdî û dîrok û rengê pêşketina wê lêdikolê. Pirtûk, rengekî felsefîkî li ser rengê gotinê, kirde û wateyê û pêvajoyên pêşketina wan disekinê. Hebûna gotin bi zanîna ziman re lêdikolê. Morfolojî, zanîna gotinan lêdikolê. Wateyên di hundurê gotinê de bi demê re çawa pêşketina û çawa pêş dikevin, bi dîrokê, pêşketina aqil û felsefeyê re lêdikolê. Têkilîya gotinê û zanînê, zanîn û ziman, ziman û fahmkirinê û hwd, bi hevdû re çawa dibe bi demê re wê tînê ser ziman. Heta roja me, li ser zimanê kurdî, lêkolînên bi zimanîna ziman ên bi vî rengî yan hîç nebûna û yan jî pirr zêde kêm in. Pirtûk, ji van alîyan ve vê vahalîyê didagirê. Çerçoveya zimanê kurdî, bi rengê pêşketina wê re li ser pêvajoyên pêşketina wê ya bi dîrokê re di pirtûkê de tê lêkolîn. Bi gotinaka din, dîroka zimanê kurdî li ser pêşketina bi gotinên wê re di gotinê de tê hanîn li ser ziman. Di pirtûkê de pêvajoyên pêşketina zimanê kurdî bi zanîna ziman re li du beşan tê beşkirin. Beşa pêşî, beşa destpêkê ku weke ku di pirtûkê de tê ser ziman ji demên sûmerîyan destpê dike. Di vê çerçoveyê de li ser gotinê, tîp û kirdeya ku li wan hatî kirin re bi mînaqan lêdikolê. Nivîskar, di pirtûkê de vê serdema pêşî ya pêşketina zimanê kurdî, weke ´serdema pêşketina gotinên kirdeyî´ bi nav dike û tînê ser ziman. Mantiqê gotina ´gotinên kirdeyî´ jî nivîskar li ser pêşketina gotinên destpêkê, bi pêşketina dengên wan, naskirina dengên wan û li ser wan re rengê gotinan ên bi dutîpî û sêtîpî ku pêşdikevin re tîne ser ziman. Vê jî, li ser ´gotinên kokî´ ên zimanê kurdî re tîne ser ziman. Beşa duyemîn jî, beşa pêşketina ziman a bi gotinên aqil re ku nivîskar di pirtûkê de bi rengê "gotinên wateyê" re bi nav dike na. Nivîskar, van gotinan, bi şîrove û dahûrkirinaka dirêj tîne ser ziman. Di hundurê gotinekê de çend wate û kirde hena, wê jî bi ji hevdû derxistina wateyên di hundurê de ku hena re tînê ser ziman. Gotinên serdema pêşî jî û ên serdemên piştre jî, çawa bi rengekî pir-wateyî pêş dikevin wê bi mînaqên dahûrkirina gotinê re tînê ser ziman.

Gotinên kirdeyî[biguherîne]

Ji aliyê gotinan ve gotin çawa xwediyê avakirinekê na, li ser wê disekinê. Di pirtûkê de vê jî, li ser gotinên kokî re nîvîskar tînê ser ziman. Di beşa ´gotinên kirdeyî de nivîskar, hebûna gotinê û forma wê şîrove dike. Gotin, bi koka wê re çawa ya û ji çi pêşketinê û rengê wê derketîya, li ser wê disekinê. Di vê beşê de kirde û gotin, çerçoveya tê fahmkirin. Gotinên kirdeyî, weke gotinên ku pêşî di ziman de pêşketina na. Ev rengên gotinan, weke ´za´, ´ma´, ´ka´ û hwd in. Nivîskar bi gelek rengên tawandina van gotinan re çawa gotin pêş dikevin û tên çêkirin, li ser wê pirr zêde disekinê.

Gotinên wateyî[biguherîne]

Nivîskar, di vê beşê de li ser gotinên wateyê ku li ser aqil re pêşdikevin tên çêkirin disekinê. Ev gotin çawa tên çêkirin, li gorî mantiqekî çawa tên avakirin, li ser wê disekinê. Navaroka gotinên wateyê, form û rengê wan ê bi aqil re ku pêş dikeve li ser dirawastê. Ji aliyekî din ve jî, gotin, çawa ji gotin tê avakirin, li ser wê disekinê. mantiqê gotinên hevbeş ku pirrwateyî û pirrgotinî çawa ya, li ser wê disekinê. Nivîskar, ji dû aliyan ve ji hundurê gotinê fahmkirina gotinê şîrove dike. Yek, ji aliyê formê ve ya. Ya din jî, ji aliyê gotinê ve ya.

Gotinên pirrgotinî[biguherîne]

Gotinên pirrgotinî, gotinên ku ji pirr gotinên ku hatina levkirin pêk tê. Di pirtûkê de ev beşa ku gotinên pirrgotinî şîrove dike, ji zimanê kurdî, li ser pêşketina wê ya bi dîrokê re minaqan dide û tînê ser ziman. Di vir de nivîskar dide dîyarkirin ku "zimanê kurd ku destpêka wê heya, her kiteya wê ji yek tîpî, dûtîpî û heta setîpî, tê bi watekirin." Vê jî, bi gotinên ser ziman, dengzanî, bêjazanî û zanîna wateyê re bi mînaqan bi gotinên zimanê kurdî re tînê ser ziman. Nivîskar, di pirtûkê de dibêje ku "zimanê kurdî, ne zimanekî ´karma´ ya." Di vê çerçoveyê de nivîskar li ser hebûn û hîmê zimanê kurd pirr zêde dirawastihê. Nivîskar Abdusamet Yigit, li ser pêvajoyên zimanê kurdî ji dema sûmerîyan ta dema me disekinê. Pêvajo bi pêvajo, rengên pêşketinê çawa bûna, dike û dixwezê ku wan di pirtûkê de bêne ser ziman û bide fahmkirin.

Gotinên pirrdarêjkî[biguherîne]

Gotinên pirrdarêjkî, weke gotinên ku di xwe de li şûna wateyekê ku gelek wateyan dihawênin in. Nivîskar, şîroveya vê ji gotinên gotinên kurdî ên dirêj dike û tînê ser ziman, ku bi kokên wan re her gotinên ku di nava gotinên aqil de hatina cem hevdû û bi hevdû re wê gotinên diafirênin bi wate, kirde û darêjk in. Vê jî, bi şîroveyan tînê ser ziman. Gotinên pirrdarêjkî çawa na, wê jî bi minaqan pêşî li ser gotinên kokî re û piştre jî li ser gotinên dema aqil re cûda bi cûda dide. Minaq, weke ´kêr´, ku navê amûrê birrînê navê ´kêrê´ ya, bi rengekî din navê bikêrbûnê û kêrhatinê ya.

Sentezkirina gotinan zimanê kurdî de[biguherîne]

Di pirtûkê de weke beşeka pirr giring jî bahse gotinên sentezkirî dike. Bi wê re jî, di zimanê kurdî de çawa gotin tên sentezkirin û bi sentezî gotin çawa di ziman pêş dikevin û diafin, bi ber firehî li ser disekinê. Sentezkirina gotina, nivîskar ji sê aliyan ve bi berfirehî şîrove dike, ji aliyê gotinê ve sentezkirin, ji aliyê kirdeyê ve sentezkirin û ji aliyê wateyê ve sentezkirin. Di bin vê beşê de jî nivîskar weke gotinên dahûrî("analîtîk") û gotinên "wateyî" li du beşan beşkirinê dike. Di pirtûkê de nivîskar minaq ji gotinên ku hem berê hatina sentezkirin dide û wan dahûr dike û hem jî, di roja me de çawa mirov dikarê sentezkirinê bi gotinan bike, li ser wê bi berfirehî disekinê. Weke ku nivîskar bi berfirehî hinek gotinên ku pirr zêde li ser wan sekinî ya, gotinên weke "pevre", "jevra", "jê re", "jê", "pê re" û hwd, ku weke gotinên sentezkirî tenê ser ziman in. Ev gotin, çawa û di kîjan şert û mercê de hatina sentezkirin, nivîskar bi berfirehî li ser wan disekinê di pirtûkê de. Nivîskar Abdusamet Yigit, di pirtûkê de dibêje ku "yek ji wan têgîna bingihîn a ku bi zimanê kurdî re heya û zêde pêşketîya, ya ´sentezkirinê´ ya." Nivîskar bi kortasî bi vê re jî, li ser dîroka sentezkirinê a zimanê kurdî jî disekinê bi pêvajoyên pêşketina zimanê kurd ên serdemên buhurî re.

Sentezkirina bi gotinên kirdeyî[biguherîne]

Ev, weke rengê sentezkirina ku li ser levhanîna kirdeyî re dihêkirin a. Nivîskar, di pirtûkê de dihêne ser ziman ku ji hundurê gotinekê hertimî biderfeta ku mirov gelek wateyan bigrê ya. Bo vê yekê ya giring li vir ew a ku di çerçoveya zanîna ziman de mirov li vê rastiyê biponijê.

Sentezkirina bi gotinên wateyê re[biguherîne]

Sentezkirina bi gotinên wateyî re, weke sentezkirina li ser biwatekirinê re ku bi wê gotin dihê pêşxistin a. Li vir, Nivîskar, li ser wê disekinê ku çawa bi wateyê gotin tên afirandin. Ev gotinên wateyê jî, nivîskar weke gotinên dema aqil ên piştre bi gelekî re ku bûna na.

Zanîna ziman û fonksiyona wê ya giring[biguherîne]

Nivîskar di pirtûkê giringiyeka pirr zêde mazin dide zanîna ziman. Zanîna ziman, weke aliyekî ziman ê ku ziman bi xwe jî diafirêne, çê dike û pêş dixe dibînê. Bo vê yekê, bi berfirehî li ser zanîna ziman disekinê. Pirtûk, di çerçoveya zanîna ziman de hatîya nivîsandin. Lê di hundurê pirtûkê de jî di çerçoveya gotin, rêzimanî û hebûna kirde û wateyê de jî li zanîna ziman difikirê û hewldide ku ji wan aliyan ve jî fahmkirina wê çê bike. Nivîskar Abdusamet Yigit, di pirtûkê de di çerçoveya zanîna ziman de bi zimanê kurdî re vê gotinê dibêje. "Di kurdî de, xwandina gotinekê bi bi gelek rengan û her wusa bi gotinekê xwandin û derhanîna gelek wateyên ku bi hevdû ve girêdayî li dûv hevdû ku mirov dikarê wan kifş bike jî, wê weke aliyekî giring ê teybet bê." ..

Çavkan[biguherîne]

  1. Morfolojîya Kurdîya hemdem