Here naverokê

Mucteba Xamineyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mucteba Xamineyî
Image dans Infobox.
Rêberê Bilind ê Înqilaba Îslamî ya Îranê (en)
dp.
Jidayikbûn
Navê rastî
مجتبی خامنه‌ایLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Allégeance
Perwerde
Qom Hawza (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Sernavên rûmetî
Hujjat al-Islam (en)
SeyîdLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Malbat
Khamenei family (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Mansoureh Khojaste Bagherzadeh (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Mostafa Khamenei (en)
Boshra Khamenei (d)
Meysam Khamenei (d)
Masoud Khamenei (en)
Hoda Khamenei (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Zahra Haddad-Adel (d) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Mohammad-Bagher Khamenei (d)
Fatemeh Khamenei (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Gholam-Ali Haddad-Adel (en) (father-in-law)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Basij (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Front of Islamic Revolution Stability (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Şerê tevlêbûyî
Xwendekarê
Mahmoud Hashemi Shahroudi (en), Taqi Yazdi (en), Elî Xaminêyî, Lotfollah Safi Golpaygani (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Mucteba Xamineyî
Şanenav

Mucteba Huseynî Xamineyî (bi farisî: مجتبی حسینی خامنه‌ای; jdb. 8ê îlona sala 1969an; li Meşhedê) siyasetmedar û kesekî dînî ya îranî ye ku ji 8ê adara 2026an vir ve wekê rêberê bilind ê Îranê hatiye erkdarkirin. Mucteba Xamineyî endamê malbata xameneyiyan e ku kurê rêberê bilind ê berê Elî Xamineyî ye ku di sûîqesta ku ji aliyê Îsraîl û Dewletên Yekbûyî ve hatibû organîzekirin de jiyana xwe jidest dabû. Mucteba Xamineyî di vê êrişê de birîndar filitiye.[1]

Mucteba Xamineyî di 8ê îlona sala 1969an li Meşhedê wekê zaroka duyem ji Elî Xamineyî dayik bûye. Dema ku ew di temenê neh saliya xwe de bû dema ku bavê wî Elî Xamineyî di dema Şoreşa Îranê ya 1978-79an de wekê kesayetiyek pêşeng derketibû holê. Wî xwendina xwe ya destpêkê li Serdeşt û Mehabadê wergirtiye û lîseyê jî li Tehranê qedandiye û piştre jî li ber destê bavê xwe û Mehmûd Haşimî Şahrûdî teolojiya îslamî xwendiye. Mucteba Xamineyî di sala 1987an de tevlî Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bûye û di Şerê Îran-Iraqê de di qada leşkerî de xebitiye. Di sala 1999an de ji bo ku bibe mele xwendina xwe li bajarê Qumê berdewam kiriye û piştre jî wekê mamosteyê îlahiyatê tevlî semînera Qumê bûye. Wî di sala 2009an de kontrola milîsa xwebexş a paramîlîter a besîcê girtiye ser xwe.

Piştî kuştina bavê wî di şerê Îranê yê 2026an de ku yek ji xwişkên wî û jina wî jî jiyana xwe jidest dane, Xameneyî ji aliyê meclîsa pisporan ve wekê sêyem rêberê bilind hate hilbijartin; lêbelê, nebûna wî ya dirêj ji raya giştî piştî erkdarkirinê di derbarê çarenûsa wî de tevliheviyeke çêkiriye.

Di îdeolojiya siyasî û hiqûqê de, ew wekê yek ji prensîbparêzên îranî yên herî tundrew hatiye hesibandin û li gorî raporek ji konseya Atlantîkê ku navendeke ramanê ya alîgirê NATO ye, têkiliyên wê yên nêzîk bi hinek ji "dîndarên herî tundrew ên îdeolojîk" re heye.[2] Analîst bi gelemperî wî wekî kesekî ji bavê xwe vekirîtir ji bo pêşxistina bernameyeke çekên nukleerî dibînin ku ew li dijî fitû ya bavê xwe ya li dijî çekên nukleerî derketiye.[3] Lêbelê ji ber ku ji dema ku ew wekî rêberê bilind hatiye destnîşankirin ve wî tu xuyabûn an daxuyanî li ber raya giştî nekiriye ku ji ber vê yekê nayê zanîn ka felsefe û pratîkên wî yên niha çi ne.

  1. ^ Fassihi, Farnaz; Bergman, Ronen (11 adar 2026). "New Iranian Leader Was Wounded Early in the War, Iranian and Israeli Officials Say". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  2. ^ Walker, Josephine (8 adar 2026). "Iran's next supreme leader: Khamenei's hardline son Mojtaba". Axios (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  3. ^ "What Kind of Supreme Leader Would Mojtaba Khamenei Be? | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.