Murat Belge

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Murat Belge
Jidayikbûn16 adar 1943 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Hevjîn
  • Hale Soygazi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Burhan Belge Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Murat Kadri Belge (jdb. 16ê adara 1943an, Enqere) nivîskar, werger, siyasetmedar, akademîker û rojnamevanekî tirk e. Bi nêrînên xwe yên çepgir û lîberal tê naskirin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurê karsaz û parlamenterê Partiya Demokrat Burhan Belge, xwarziyê nivîskar Yakup Kadri Karaosmanoğlu ye. Li taxa Nişantaşı ya Stembolê di High Schoolê dixwîne, bi bursê diçe DYAyê li federedewleta Massachusettsê xwendina xwe didomîne. Sala 1966ê ji beşa ziman û wêjeya îngilîz a zanîngeha Stembolê destûrdar dibe. Li heman zanîngehê master û doktorayê jî dike, wergera pirtûkan dike.

Di cûntaya leşkerî ya 12ê adarê (1971) de du salan di girtîgehê de dimîne. Sala 1974ê vedugere zanîngehê. Bingeha hin kovarên sosyalîst, çepgir davêje. 1981ê ji zanîngehê vediqete. Sala 1983yê gerînendetiya giştî ya kovara Yeni Gündem û weşanxaneya İletişim Yayınlarıyê dike.

Ji sala 1996ê ve dersên wêjeyê dida, di rojnameya Radikalê de dinivîsî. Sala 2008ê dawî dide Radikalê, derbasê Tarafê dibe. Di heman demê de di radyo û TVan de bernameyan jî amade dike.