Mîran Janbar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîran Janbar
Jidayikbûn1974 (49–50 salî)
Qoser, Mêrdîn,Bakurê Kurdistanê
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
HevwelatîTirkiye
PerwedeZanîngeha Dîcleyê
Şêweyê wejêyî
MijarHonaka zanistî
Berhemên navdar
Qolyeya Cecileê (2012)
biguhêreBelge

Mîran Janbar roman û çîroknivîseke kurd e. Di sala 1974an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye.[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1997an de, li Zanîngeha Dîcleyê, beşa matematîkê qedandiye.

Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.

Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hatiye damezirandin.

Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Mîran Janbar | KurdîLit". Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2020.