Nêrêîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nêrêîd
Agahiyên kesane
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nêrêîd (yewnanî: Νηρηΐδ, pirjimar Νηρηΐδες) cureyekî periyan ê mitolojiya yewnanî ye. 50 keçên Nereûs pêk tên, diya wan jî Dorîs e. Cihê ku tê de dijîn Deryaya Egeyî ye, sembola wan delfîn in.[1]

"Bi kerema Xwedawend Isthmos (Posîdon) û pêncî keçên  Nereus(Nereides), [ew] ... serketî [ango ji Lîstikên Isthmian yên Korinthos] hatiye binavkirin."[2]

Ew sembola bereketa deryayê, parastavanên deryavan û yên masîgiran bû. Di nav deryayan de tiştên hurgilî ji hêla wan dihatin bi rê ve birin. Mînak kefa behrê, qûm, pêl, zinarin deryayê, herrokê deryayê... Heman demê de qabîlîyetên deryavanan jî ew temsîl dikirin.

Di demên kevnar de bakîreyên ku di nav destê wan de masîyên biçuk an jî bakîreyên li ser pişta delfînekê dihatin teswîr kirin.

Rêberê wan dîsa Nereîdek Tetîs bû, Amfîtrîte jî keybanûya Posîdonê bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "NEREIDS (Nereides) - Sea Nymphs of Greek Mythology". www.theoi.com. Roja gihiştinê 4 adar 2023.
  2. ^ Brose, Robert (6 gulan 2022). "Greek Lyric and Pindar in Brazil". A Companion to Greek Lyric: 512–525. doi:10.1002/9781119122661.ch35.