Here naverokê

Nûrî Seîd Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nûrî Seîd Paşa
Image dans Infobox.
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Abdul-Wahab Mirjan (en)
Ahmad Mukhtar Baban (en)
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Serokwezîrê Iraqê (en)
-
Naji al-Suwaidi (en)
Naji Shawkat (en)
Jidayikbûn
Mirin
Navê rastî
نوري السعيدLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Dibistana Leşkerî ya Osmanî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, leşkerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Naima al-Said (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Sabah (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
Xelat

Nûrî Paşayê Seîdê Qerexûlî yê Zubaydî (bi erebî: نوري السعيد; romanîzkirî: Nūrī al-Saʿīd; jdb. ~ çileya pêşîn a 1888an - m. 15ê tîrmeha 1958an) siyaset û dewletmedarekî iraqî bû ku heşt heyaman wekê serokwezîrê Iraqê xizmet kiriye. Wî di dema Mandaya Brîtanî û piştî serxwebûna Iraqê di gelek meqamên girîng ên kabîne û hikûmetê de xizmet kirîbû.

Laşên perçekirî yên Mîr Ebdulîleh (çep) û Nûrî Seîd (rast). Nivîsa bi erebî: "Mîr Ebdulîleh daliqandî û bi kêrên şawarmayê hat birîn, Paşa Nûrî el-Seîd li dora xwe kaş bû ye."

Di sala 1941an de derbeyek neteweperest ku ji aliyê hêmanên di nav artêşê de dihat piştgirîkirin, li dijî Nûrî pêk hatiye ku neçar dimîne ku bireve derveyî welêt. Hikûmeta nû yê ku ji aliyê dijberê demdirêj ê Nûrî, Reşîd Elî Geylanî hatibû avakirin, bi destwerdana leşkerî ya brîtanî hatiye hilweşandin û piştî vê hilweşînê welat heta dawiya şer di bin dagirkeriya leşkerî ya brîtanî mayî de dimîne.[1]

Nûrî û Ebdulîleh hewl dan ku piştî şer bi rêya girêdana têkiliyên nêzîktir bi welatên rojavayî, bi taybetî bi Keyaniya Yekbûyî re, bandora zêde ya komên neteweperest û sosyalîst kêm bikin. Ji bo vê armancê, wan rêze peyman bi dewletên rojavayî re îmze kirin ku îmzekirina wan bi berdewamî bi xwepêşandanên mezin re rû bi rû ma (1948, 1954, 1956) ku piraniya wan bi tundî hatin tepeserkirin. Dema ku Ebdulîleh ku piştî ku Feysal II di sala 1953an de gihîşt temenê xwe, şêwirmendê wî ma, gav avêtin da ku hilbijartinên azad ragihîne, Nûrî parlamenterê ku ji hevalên wî pêk dihat, desthilatên berfireh da wî ku bi bandor wî kirin hikûmdarekî tekane. Ev rewşa gumanbar bi Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, bi rêya derbeyek ji aliyê komek efserên radîkal ve bi serokatiya Ebdulkerîm Qasîm ve, bi dawî hat. Di Şoreşa Tîrmehê de ku Feysal II û Ebdulîleh jî hatin kuştin, Nûrî ceriband ku bê dîtin bireve, lê ew di nav komên xelkê hatiye naskirin û kuştin. Ev yek nîşana dawiya keyîtiya alîgirê brîtanî li Iraqê bû.

  1. ^ Choksy, J. K. (1 kanûna paşîn 2001). "Book Reviews : Charles Tripp, A History of Iraq (Cambridge: Cambridge University Press, 2000), xx, 311pp. Paperback 12.95, ISBN 0-521-55633-3. Cloth 35.00, ISBN 0-521-55404-7". International Journal of Comparative Sociology. 42 (3): 110. doi:10.1177/002071520104200306. ISSN 0020-7152.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Nûrî Seîd Paşa de hene