Nahîd Huseynî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nahîd Huseynî, helbestvaneke kurd e ku di sala 1967an de li gundê Dozexdera ser bi şarê Seqiz li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Xwendina xwe ya seretayî a lîse li Seqiz bi dawî aniye. Hê 18 salî dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Wê çend kurteçîrok nivîsine û weşandine. Bi navê “Beqê Nav Avê” şanoyeke zarokan li şarê Sine pêşkêş kiriye. Demekê mamostatiya zimanê kurdî kiriye.

Di desteya birêvebiriya rojnameya Aso de cih girtiye (li Rojhilatê Kurdistanê tê weşandin). Endama damezrêner e di Peymangeha Çandî ya Rojhilata Navîn li Sine. Pênc salan di TV Sine de di beşê dublaj de kar kiriye. Wê bernameyên çandî di radyoya Sine de pêşkêş kirine.

Vêga li şarê Silêmanî dijî. Birêvebira beşê dublajê ya PUK TV û sernûser û berpirsa beşê zimanê farisî ye di rojnameya Çavdêr de.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]