Nankîn
| Nankîn Nanjing 南京 | |
Galeriya Nankînê
| |
| Kargêrî | |
|---|---|
| Welat | |
| Dûgel | Çîn |
| Demografî | |
| Gelhe | 8,1 milyon kes (2014) |
| Erdnîgarî | |
| Koordînat | 32°03′00″Bk 118°46′00″Rh / 32.05000°Bk 118.76667°Rh |
| Dem (UTC) | UTC+8 |
Nankîn[1] an jî Nanjing (çînî: 南京, Nánjīng) serbajarê parêzgeha Jiangsu ya Çînê ye. Di çanda înî de ew bajarekî girîng e. Nankîn li seranserê dîrokê di gelek caran bûye paytexta Çînê û yek ji çar paytextên girîng ên Çînê tê hesibandin. Komara Çînê, ku Taywan û giravên derdora wê kontrol dike, Nankînê wekî paytexta xwe qebûl dike.
Di nav dîrokê de, ew navenda perwerdehî, vekolîn, veguhestin û geştiyariyê ya Çînê bûye. Nankîn li rojhilata Çînê duyemîn navenda bazirganiyê ya mezin e.
Di sala 1937an de, artêşa Japonî Nankîn, paytexta Çînê ya wê demê, dagir kir. Îro tê pejirandin ku Komkujiya Nankînê di dema dagirkirinê de ji hêla Artêşa Japonî ve hate kirin. Nêzikî 300.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
Nankîn di çavkaniyên xwezayî de pir dewlemend tê hesibandin, li bajêr zêdetirî 40 cûreyên madenan hene.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 21:2.
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |