Naruto
Naruto
| |
|---|---|
Logoya Naruto | |
| Welat | |
| Ziman | Japonî |
| Dema destpêkirinê | |
| Dema bidawîbûnê | |
| Nivîskar | |
| Wêneçêker | |
| Weşanxane | |
| Şêwe | Action anime and manga, adventure anime and manga û anîmeya fanteziyê û manga |
| Karekterên wê | |
| Cihê çîrokê | |
| Gerdûna honakî | |
| Jê çêbûyî | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Naruto (bi japonî: ナルト) manga ya japonî ye ku ji aliyê Masashi Kishimoto ve hatiye nivîsandin û wênekêşîkirin. Çîrok li ser ninjayek ciwan bi navê Naruto Uzumaki ye, ku hewl dide rêz û pejirandina heval û niştecihên gundê xwe bistîne. Herwiha xewn dibîne ku bigihîje pileya herî bilind a gundê xwe, ku navê wê Hokage ye. Çîrok di du beşan de hatî dabeşkirin: beşa yekem li ser jiyana Naruto ya di temenê zarokatiya dawî de ye, û beşa duyem li ser jiyana wî ya ciwaniyê ye. Kishimoto çîrok li ser bingeha mangayeke din a xwe ya ku di sala 1995an de belav kiribû ava kir, û ev kar bû sedem ku sala paşîn di xelata manga ya Shueisha de were rûmetkirin.
Kovara Shōnen Jump di sala 1999an de dest bi belavkirina Naruto kir û heta sala 2014an bi awayê heftane berdewam kir. Hemû çîrok di 72 cildên tankōbon de hat çapkirin. Di sala 2002an de Studio Pierrot ligel Aniplex dest bi çêkirina animeya yekem ya Naruto kir; ev rêzefîlm di sala 2007an de piştî 220 beşan bi dawî bû. Di navbera salên 2005 û 2009an de jî ji aliyê Cartoon Network ve bi îngilîzî hate dublekirin. Animeya duyem, ku berdewamkirina beşa yekem e û bi navê Naruto: Shippūden tê zanîn, di sala 2007an de li Japonyayê dest pê kir û piştî 500 beşan di sala 2017an de bi dawî bû. Dublaja îngilîzî ya Shippūden di navbera 2009 û 2011ê de li ser Disney XD hate weşandin, lê di kanûna duyem a 2014an de Cartoon Network mafê weşanê vegerand û li bloka Toonami weşand. Studio Pierrot ji bo Naruto 11 fîlm û 11 OVA çêkirine. Herwiha gelek berhemên têkildarî Naruto, wek kartên lîstikê, lîstikên vîdyoyî û romanên kurt jî hatine çêkirin.
Viz Media mafê belavkirina manga û animeya Naruto li Amerîkaya Bakur wergirtiye. Animeya Naruto di sala 2005an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di 2006an de li Keyaniya Yekbûyî û di 2007an de li Awistralyayê hate weşandin. Li Rojhilata Navîn, Navenda Zuhra 130 beşên destpêkê yên rêzefîlmê bi erebî duble kirin û li ser kanalan Spacetoon û Space Power weşandin. Ev weşan heta sala 2012an berdewam bû, lê şerê navxweyî yê Sûriyeyê û krîza aborî bûn sedema rawestandina wê.
Çîroka Naruto Uzumaki bi riya kurê wî Boruto Uzumaki berdewam dike di mangaya Boruto: Naruto Next Generations de. Di vê çîrokê de Boruto dixwaze rêya xwe ya taybet a ninja bibe û ne tenê di bin siya bavê xwe de bimîne.
Naruto sêyem manga ya herî zêde firotiye di dîrokê de ye, piştî One Piece û Dragon Ball, bi zêdeyî 235 milyon kopiyan li cîhanê hatine firotin. Ew yek ji manga herî serkeftî yên Viz Media ye. Wergerên îngilîzî yên wê gelek caran di lîsteyên firotina herî zêde yên The New York Times û USA Today de derketine. Cilda heftem di sala 2006an de xelata Quill Award jî wergirtiye.
Rexnegir gelek aliyên mangayê pesn didin, ji wan avakirina karakteran, dîmenên şer ên balkêş û çîrokeke zexm û balkêş. Lê hin rexnegiran dibêjin ku gelek dîmenên şerê rêça çîrokê hinekî hêdî dikin. Gelek rexnegiran bawer dikin ku mijara bingehîn ya Naruto mezinbûn û gihîştina pêgihîştinê ye. Herwiha bandora mitolojiya japonî û ramana Konfuçyûsîzmê li ser çîrokê jî diyar e.
Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beşê yekem
Roviyekî efsanewî ya bi neh dûvikan ku navê wî Kurama ye, êrîşî Konoha, gundê ku di Welatê Agirê de wekî gundê veşartî yê pelan tê nasîn, dike. Ev gund yek ji pênc welatên mezin ên Shinobiyan di Cîhana Nînjayan de ye. Ji bo bersivdanê, serokê gundê Pelan, Hokageya Çaremîn Minato Namikaze, jiyana xwe feda dike û rovî li du beşan dabeş dike. Paşê yek ji wan parçeyan di nav xwe de û parçeya din di laşê kurê xwe yê nûzayî, Naruto Uzumaki, de mohr dike. Bi vî awayî Naruto dibe mêvandarek (jinchūriki) a wê heywanê.
Hokageya sêyemîn, Hiruzen Sarutobi, ji teqawidbûnê vedigere da ku careke din bibe serokê Konoha. Naruto ji aliyê gelek gundiyên Konohayê ve tê bêhurmetkirin û dûr xistin, ji ber ku ew mêvandarê cinê Neh Dûvik e. Ji ber biryara Hiruzen Sarutobi ku qadaxe dikir ku kes behsa van bûyeran bike, Naruto heta diwanzdeh salan ti agahiyek li ser buyerê nizanibû. Dema ku Mizuki, ninjaekî xiyanetkar, rastiyê ji wî re dibêje, Naruto yekem car fêm dike ku çi di nav wî de hatiye mohrkirin. Piştî ku Naruto di şer de Mizuki têk dibe, ew rêz û baweriya mamosteyê xwe Iruka Umino bi dest dixe.
Piştî demek kin, Naruto dibe ninjayek û tevlî Sasuke Uchiha û Sakura Haruno Tîma 7 ava dike. Rêberiya tîmê ji aliyê Kakashi Hatake ve, ku ninjayekî ezmûndar û mamoste ye, tê kirin. Wekî hemû tîmên ninja yên gundan, Tîma 7 jî erkên ku ji aliyê gundiyan ve têne daxwazkirin pêk tîne. Ev erkan ji karên rojane û alîkariya mirovên sivîl bigire heta parastina kesan wekî zêrevan.
Piştî ku çend erk û wezîfeyan bi cih tînin, ku yek ji wan li “Welatê Pêlan” pêk tê, Kakashî destûrê dide Tîma Heftê ku beşdarî ezmûna ninja ya ku bi navê “Ezmûna Chûnîn” tê naskirin bikin, da ku pileya wan bilind bibe û bikaribin erk û daxwazên zehmettir bi cih bînin. Di dema van ezmûnan de, sûcdarekî mezin bi navê Oroçimaru êrîşî Konoha dike. Hokageya sêyemîn jiyana xwe feda dike da ku Orochimaru nema karibe jutsu bi kar bîne. Jîraya (yek ji sê ninjayên efsaneyî) ji bo ku bibe Hokageya Pêncemîn tê hilbijartin, lê ew qebûl nake û hevala xwe ya kevn Tsunade pêşniyar dike. Naruto û Jîraya ji Konoha derdikevin da ku li Tsunade bigerin.
Di dema lêgerîna Tsunade de tê eşkerekirin ku Orochimaru dixwaze Sasuke perwerde bike, ji ber mîrata wî ya genetîkî ya bihêz (Sharingan). Piştî ku Sasuke hewl dide birayê xwe yê mezin, Itachi Uchiha, bikuje û di vê hewlê de sernekeve, ew berê xwe dide Orochimaru. Itachi berê hatibû Konoha da ku Naruto birevîne. Sasuke hêvî dike ku bi alîkariya Orochimaru hêza ku ji bo kuştina Itachi pêwîst e bi dest bixe.
Çîrok veguhêzekegirîng distîne dema ku Sasuke ji gund derdikeve. Tsunade komek ninja, ku Naruto jî di nav de ye, dişîne da ku Sasuke vegerînin. Lê Naruto nikare ne bi axaftinê û ne jî bi hêzê Sasuke razî bike ku vegere Konoha. Naruto û Sakura hêviya xwe ji bo Sasuke nabirin. Ji bo ku xwe ji bo rûberûbûna din bi Sasuke re amade bike, Naruto ji Konoha derdikeve da ku di bin perwerdehiya Jiraiya de rahênanên xwe bidomîne, di heman demê de Sakura dibe şagirtê Tsunade.