Neteweperwerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Nasiyonalîzim hat beralîkirin)

Neteweperwerî an jî miletperwerî hizir û hereketek e ku dibêje divê netewe (milet) bi dewletê re lihevhatî be.[1][2] Wek hereketekê, miletperwerî mêldarê pêşvebirina manfeetên mileteke xisusî ye,[3] nemaze bi armanca çêkirina dewleteke yekmiletî li ser welatê xwe bi riya bidestxistin û domandina desthilatdariya miletê (muxtariyet). Miletperwerî bawer dike ku divê her milet bi awayekî azad ji midaxeleyên derve (mafê çarenûsê) xwe bi rê ve bibe, milet bingeheke xwezayî û îdeal a dewletekê ye,[4] û tenê milet jêdera meşrû ya hêza siyasî ye.[3][5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hechter, Michael (2000). Containing Nationalism (bi îngilîzî). Oxford University Press. r. 7. ISBN 978-0198297420.
  2. ^ Gellner, Ernest (1983). Nations and Nationalism (bi îngilîzî). Cornell University Press. r. 1. ISBN 978-0801475009.
  3. ^ a b Smith, Anthony. Nationalism: Theory, Ideology, History. Polity, 2010. pp. 9, 25–30; James, Paul (1996). Nation Formation: Towards a Theory of Abstract Community. London: Sage Publications.
  4. ^ Finlayson, Alan (2014). "5. Nationalism". Bi Geoghegan, Vincent; Wilford, Rick (edîtor). Political Ideologies: An Introduction. Routledge. rr. 100–102. ISBN 978-1317804338.
  5. ^ Yack, Bernard. Nationalism and the Moral Psychology of Community. University of Chicago Press, 2012. p. 142