Navok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Atomeke helyûmê (navok bi rengê pembe xuya dike, ewra elektronan bi rengî reş e). Di wêneyê mezinkirî de, dendika atomê ku tê de du proton û du notron hene. Ångström û fm pîvanên dirêjbûyînê ne, 1 Å, anku 1 Ångström = 0,1 nanometre ye; 1 fm anku 1 femtometre = 10-15 metre ye.

Navok an navik an jî dendika atomê cihê herî tîr û xest ê nava wê ye ko nokleon anko proton û notron lê hene. Tîre anko diametira biçûktirîn navokê (navoka hîdrojeneka sivik ko tenê ji yek protonê pêk dihêt) nêzî 1.6 fm û navoka atomên girantir ên mîna Ûranyûmê nêzî 15 fm e. Bi vî awayî, tîreya navoka atomeka mîna ûraniyûmê 23,000 caran ji tîreya atomê bi xwe biçûktire. Lê navoka hîdrojeneka sivik 145,000 caran ji atoma hîdrojenê biçûktire. Bi ser hindê ra jî, nêzî hemî bariste yê atomê (ko ji proton û notronan e) di navokê da ye û tenê pareka gelek biçûka baristeyî di elektronan da ye ko li dor navokê digerin. Jibo cara pêşîn, li sala 1844ê, Michael Faraday ev zarav bikaranî. Piştra, li sala 1912ê Ernest Rutherford ev zarav bi ramana wê ya nû bikaranî.