Navçe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navçe, qeza yek ji cihên fermî yên di desthilatdariyên dûgelên komarî ye.

Standarteka navçeyan nîne[çavkanî hewce ye]. Li her welatê cureyek sazûmanî heye û sîstema desthilatdariya her welatî jî cuda ye. Li dewletên yekpare, bo mînak li Tirkiyê navçe piştî paytext û parêzgehiyan cihê fermî yê sêyemîn e. Navçe bi parêzgehiyan ve girêdayîne. Herwekî nehiye, gund û mezre jî heger hebe tevî şaredarîyên xwe bi navçeyê ve girêdayîne. Li Tirkiyê serokên navçeyan re qeymeqem tê gotîn. Kivşkirina navçeyan de standartek nîne. Cihê ku mafê şaredariyê lê heye, ji aliyê hikumetê ve dikare wekî navçe were hilbijartin. Ji bo mafê şaredariyê kêmî 2.000 niştecih pêwîst in. Lê di vî warî de jî hîç standartek li Tirkiyê nîne. Gelek cih hene ku nifûsa wan ne 2.000 in lê kirine şaredarî. Gundê devedorê wekî tax (mehele) îlankirine û nifûs kirine 2.000. Li Tirkiyê serokên navçeyan nayên hilbijartin, tên tayînkirin.

Li welatên ku sazûmaniya wan ne komar in, an ne ûnîter in sîstemên curbecur ên îdareya fermî ya dewletê hene. Li welatên federal, ji jêr heya jor temsîliyeta federalîzmê heye, biryar ji jêr berî jor têne girtin.

Ji ber ku Kurdistan di bin desthilatdariya 4 welatan de ye, li her parçeyê sazûmaniyek cuda heye. Li Bakurê Kurdistanê hemî navên kurdî hatine qedexekirin. Herwekî navên navçeyan jî kirine tirkî.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]