Nazlı Tolga
Nazlı Tolga | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 8 çiriya paşîn 1979 |
Hevwelatî | Keyaniya Holendayê, Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Nazlı Tolga (jdb. 8ê çiriya paşîn a 1979an) rojnamevan û televizyoneke tirk-holendî ye. Tolga jina sereke ya bernameya karên herêmî û derve Fox Ana Haber û Nazlı Tolga ile Haber Masası bû.
Nazlı Tolga li Enqereya Tirkiyê ji dayik bûye. Ji Samsun û Meletiyê li Enqereyê di malbateke misilman-tirk de hatiye dinê. Ew bi tirkî, holendî, portûgalî û îngilîzî baş dizane. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li Koleja Amerîkî ya Stembolê qedand, li Zanîngeha Marmarayê, beşa ragihandinê – saziya sereke ya perwerdehiya ragihandinê û xwendina li Tirkiyê, xwend. Li beşa rojnamegeriyê xwend.
Tolga di sala 1998an de li Kanal D Haber dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di Show TV, Skyturk û Fox de xebitî. Di îlona 2013an de li Katedrala Ruhê Pîroz a Stembolê bi karsazê holendî Lawrence Brenninkmeyer re zewicî. Ew li Brezîl, London û Shanghai dijî. Ew ji sala 2013an vir ve katolîka roman e. Di salên borî de Nazli Tolga bû dayika du zarokên keç.
Bernameyên TVê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kanal D Gece Haberleri ( Kanal D - 1998–2002),
- Nazlı Tolga ile Haber Masası (Skyturk- 2004 – Îlon 2007),
- Show Haber (2002–2003),
- FOX ON Ana Haber (2008–2010),
- Nazlı Tolga ile Fox Ana Haber (3 Îlon 2007 – 14 Hezîran 2013)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îtalî pêk tê.