Nazîf Telek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nazîf Telek
Jidayikbûn3 sibat 1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin29 îlon 2007 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Düsseldorf Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nazîf Telek (z. 3'ê reşemiyê 1957 li Bidlîs, Bakurê Kurdistanê; m.29'ê rezberê 2007 li Düsseldorf , Almanya) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû.

Telek sala 1957 li Kurdistana Bakur, bajarê Bitlîsê hatibû dinyayê. Li Tirkiyê di dibistana teknîkê da xwend, di sala 1980 ji ber kar û xebatên sîyasî, wekî gelek kesan derket der welat û li Almanya bû penaber. Telek li vir zimanê Almanî hîn bû berhemên xwe bi du zimanan, Almanî û Kurdî, piranî bi zimanê Almanî nivîsand. Endamê yekîtiya nivîskarên Alman û her usa jî endamê PEN’ê bû.

Nazîf Telek 30.09.2007 de li Duseldorf ê ji ber nexweşiya pençeşêre çû ser heqiya xwe.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojda und die Binnen/Rojda û mêşên hungiv(almanî, kurdî
  • Newroz fur uns alle/Newroz(almani, tirki)
  • Drei Cowboys in Kurdistan
  • Von Kurdistan nach Deutschland/Li Kurdistanê sê kovboy
  • Die Stärke der Löwin/Hêza şêr (almanî,kurdî)
  • Sehnsucht nach Freiheit/Hesreta azadiyê (almanî, kurdî)
  • Martin & Misto. Die Geschichte einer Freundschaft/Martîn û Misto.Çîroka hevaltîyekê(almanî,kurdî)
  • Ihr lieben in Bitlis/Jiyana wan li Bedlîsê(almanî kurdî)