Necat Zivingî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Necat Zivingî
Nejat Zivingî li GSMê, Wênegir: Masum Elmas
Necat Zivingî li GSMê, Wênegir: Masum Elmas
Pîşe Parêzer, nivîskar, helbestvan
Zayîn 1982
Zivingê, Kercews, Batman
Netewe Kurd
Hevwelatî Tirkiye
Esil  Kurd, hebizbinî
Zimanê nivîsê Kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî, farisî
Berhemên navdar
  • Zembîlfiroş
  • Stêrkên Edebiyata Kurdî
  • Evdirehîm Rehmî Hekkarî
  • Akıl ve Aydınlanma Said Nursi
biguherîneBelge

Necat Zivingî (fermî: Necat Zanyar, z. 1982, Ziving, Kercews, Batman, Bakurê Kurdistanê), parêzer, nivîskar û helbestvanê kurd e. Aktîvîstê siyaset û civaknasîya Kurdistanê ye. Li ser teoriya Hişê Kurdî dixebite. Çar pirtûk weşandine. Zivingî, taybet bi şêweyek xweş xwendina helbestên klasîk navdar e. [1]

Jînenîgarî[biguherîne]

Di sala 1982yan de li Zivingê ji dayik bû. Zivingê gundekî bi ser navçeya Kercewsê ya Batmanê ve ye. Wek Zivinga Hebizbiniyan û Zivinga Daleqandî jî tê zanîn. 6-7 salên xwe yên zarokatiyê li gund derbas kir.

Xwendin[biguherîne]

Dibistana seretayî, navendî û lîse li Batmanê xwend. Di sala 2002yan de ji bo zanîngehê çû Kocaeliyê. Pênc salan li Kocaeli û Stembolê ma. Di salên zanîngehê de kovareke kurdî û tirkî weşand[çavkanî pêwîst e]. Di sala 2007an de ji Zanîngeha Kocaelî beşa Huqûqê destûrname wergirt. Piştî wê li Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojîyê xwend.

Karname[biguherîne]

Piştî qedandina zanîngehê, hat bajarê Diyarbekirê û dest bi parêzerîyê kir. Tevlî kar û xebatên civakî û siyasî bû. Di rêveberîya dezgeh û partîyan de cih girt. Di gelek konferans, komxebat û civînan de li ser doza Kurdî axivî. Di heman demê de li ser medreseyên Kurdistanê lêkolînên sehayê kirin. 2 salan li ser çanda medrese û tekyeyan xebitî. Lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de weşandin. Bi navê xwe û bi nasnavên cuda, gotarên kurdî û tirkî nivîsîn. Kovareke kurdî derxist[çavkanî pêwîst e] û 3 salan weşankariya wê domand. Bernamevanîya televizyonê kir. Deng da gelek helbestên klasîk, bi taybet ên Melayê Cizîrî. Di destpêka sala 2020î de paşnavê xwe yê tirkî bi biryara mehkemeyê guherand û Zanyar wek paşnavê fermî ji bo xwe hilbijart.

Pirtûk[biguherîne]

Zembîlfiroş[biguherîne]

Bi kurdî ye. Cûreyê lêkolînê ye. Li ser destana Zembîlfiroşî hemî deq û tekstên heyî di xwe de dihewîne. Di berhemê de kurteya çîrokê bi zimanê tirkî jî heye. Cara yekem di sala 2012an de hat çapkirin.

Stêrkên edebiyata kurdî[biguherîne]

Bi kurdî ye. Cûreyê antolojiyê ye. Jiyan û helbestên mînak ên 33 navdarên kurd di xwe de dihewîne. Cara yekem di sala 2014an de hat çapkirin.[2]

Zana û rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekkarî[biguherîne]

Bi kurdî ye. Cûreyê biyografiyê ye. Derbarê jiyan, raman, gotar û helbestên Evdirehîm Rehmî Zapsû de ye. Cara yekem di sala 2015an de hat çapkirin.[3]

Hiş û ronakbûn Seîd Nûrsî[biguherîne]

Bi tirkî ye. Navê Pirtûkê "Akıl ve Aydınlanma Said Nursi" ye. Cûreyê biyografiyê ye. Di çarçoveya hiş û ronakbûnê de, jiyan û hizrên Seîdê Kurdî dinirxîne û nîqaş dike. Hewla wî ya ronakbûna misilmanan û çareserkirina Doza Kurdistanê derdixe pêş. Cara yekem di sala 2020î de hat çapkirin. [4]

Gotarên bijarte[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]