Neuroza trawmatîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Neuroza trawmatîk, neuroza ku bingeha xwe jî psîkotrawmayan digire ye.

Mirovên ku tûşî trawmayan werin, nikarin bi hêsanî jiyana xwe bidomînin. Heger tedawî nebin, bi pirranî ew trawma xwe di temamiya jiyanê de didin der. Bo mînak heger leşkerekî ji şer vegere, di raketina wî de pirsgirêk hene, xewnên û bibîranînên nebaş derbasdike. Heger yek bi henekî dengê teqînekê derîne, leşker ditirse yan xwe diavêje erdê. Heger jinekê rastî tecawizê hatibe, dikare ji tenêmayînê yan ji mêrên biyan bitirse. Heger psîkotrawma tedawî nebin, dibin neuroz.

Neuroza trawmatîk herî kêm ji mangek zêdetir didome. Heger ji mehekê kêmtir be, tê wateya ku trawma nebûye neuroz û cihê tirsê nîne. Di krîz ên bibîranînê de hin guhertinên fizyologîk di organîzmê de pêk tên. Herwekî di mejî de jî hin madeyên hormonîk zêde dibin, bo mînak noradrenalîn. Bi pirranî xwe di jinan de dide der. Pirranî bi trawmatîk neurozê re hin tabloyên nexweşiyan jî xwe didin der. Bo mînak, alkolîzm, daxwaza întaxarê hwd.

Hin sîmptomên neurozên trawmatîk[biguherîne]

  • Nexweş bi hemî hêza xwe, xwe jî bibîranîna psîkotrawmayan dûr dixîne
  • Xwe ji mirovan dûr digire, bi serê xwe dimîne
  • Di tevgerên nexweş de sarbûn, giranî
  • An bi zehmetî dikeve xewê yan jî gelek caran ji xewê hişyar dibe
  • Nexweş gelek bihêrs û di reaksiyonên xwe de agresîv e
  • Nikare hiş û bala xwe bide karê xwe, pirsgirêkên oryantasyonê

Kê di bin rîska neuroza trawmatîk de ye?[biguherîne]

  • Jinên ku ji mêrên xwe lêdanê dixwin
  • Leşker û kesên şer jiyane
  • Kesên ku êşkence dîtine
  • Kesên ku rastî tecawizê hatine
  • Kesên ku bûyerên awarte jiyane

Di tedawiya vê nexweşiyê de psîkoterapî û bikaranîna dermanan tên bikaranîn. Alîkariyeka civakî û atmosferek germahî jî pêwîst e.