Nevşin Mengü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Nevşin Mengü
Jidayikbûn 2ê gulana 1982an (39 salî)
Esil Tirk
Hevwelatî Tirkiye
Perwerde Zenîngeha Bîlkent, Zanîngeha Galatasarayê
Pîşe Rojnamevan, nivîskar
Salên çalak 2005-niha
Dê û bav
biguherîneBelge

Nevşin Mengü, (jdb. 2ê gulana 1982an; Enqere) rojnamevan, nivîskar û pêşkêşvaneke tirk e.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nevşîn Mengû li Enqereyê dibistana seretayî û dibistana navîn li Koleja TED Enqereyê xwend. Lîsansa bilind ji beşa Zanista Siyasî ya Zanîngeha Bîlkentê, mastera xwe jî li Zanîngeha Galatasarayê teza bi navê "Vekolîna dîtinên civakî yên li ser Tirkiyê" nivîsî.[1] Wê ani ziman ku ew di warê "perspektîfa azadiyan" û "naskirina nasnameyan" de kesekî lîberal e.[2] Di hevpeyvînekê de anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe de vegan e.[3]

Mengü keça siyasetmedar Şahin Mengü ye .

Karîyera wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nevşîn Mengû, di sala 2005an de li Kanaltürk TV dest bi weşana televîzyonê kir û li ser vê kanalê bernameya bi navê Klûba Jinan pêşkêş kir.

Mengû piştî salekî li Habertürkê dest bi karê nûçegihaniyê kir. Li ser pêşniyara One Ajansê Mengû wekê nûnerê One Ajans ya Tehranê sal û nîvek xebitî.[4] Nevşîn Mengû şeş mehan di rojnameya Hurriyet ê de xebitî. Piştre di qenala CNN Türk de karê edîtorî û pêşkêşvaniyê de xebitî.

Mengü; di Tîrmeh 2011an de jiber rewşa tenduristiyê nuçegihanê Kanala D, Mehmet Ali Birand di nav rojekê de, di du qenalên cuda yên televîzyonê de nûçeyan pêşkêşê bîneran kir.[5]

Di dema rojnamevaniya xwe ya li Îranê di wê demê de nêrînên xwe bi navê "Jiber Fikirbûnê Canê Mirovan Dişewite?" nivîsî û pirtûka xwe ya yekem bi vî navê çapkir.

Wê di 31 Çirî 2017 de di rojnameya BirGün de dest bi nivîskariyê kir.[6] lo Her sêşem di saet 21:00an de bernameya xwe bi navê Yek bi Yek li ser qenal Youtube ya DW-Tirkî pêşkêş kir. 30ê çiriya paşîn, 2020 û çile 25, 2020, di televîzyonê Olay Tv de dest bi pêşkêşkirina nûçeyan kir. Piştî demekê kurt ev televîzyon jiber zextên dewleta tirk jibo ku liser fikrekî li dijî hikûmeta AKP'ê bû hate girtin.[7]

Pirtûkên wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Jiber Fikirbûnê Canê Mirovan Dişewite? Weşanên Everest, 2017 - ISBN 6051852089

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Nevşin Mengü". web.archive.org. 25 tîrmeh 2015. Roja wergirtinê: 2 sibat 2021.
  2. Radikal. "Nevşin Mengü: Ben tipten kaybediyorum! - ARMAĞAN ÇAĞLAYAN - Radikal". www.radikal.com.tr. Roja wergirtinê: 2 sibat 2021.
  3. "Nevşin Mengü: Haber sunarken kızgın falan değilim, sadece heyecanlıyım". T24 (bi Turkish). Roja wergirtinê: 2 sibat 2021.CS1 maint: Unrecognized language (link)
  4. "Chentick | Çentik Özel Röportaj: Nevşin Mengü | Haber Anket". web.archive.org. 13 hezîran 2015. Roja wergirtinê: 2 sibat 2021.
  5. "ARDA SANKi BREZiLYALI! / Cadde / Milliyet İnternet". web.archive.org. 3 sibat 2015. Roja wergirtinê: 2 sibat 2021.
  6. "BirGün Gazetesi on Twitter: "Nevşin Mengü yazılarıyla bundan böyle her salı gazeteniz BirGün'de! İlk yazı yarın... https://t.co/pwgg4AINYn"". web.archive.org. 4 çiriya paşîn 2017. Roja wergirtinê: 2 sibat 2021. Di vê parametreyê de URL nehatiye nivîsîn: |title= (alîkarî)
  7. "Olay TV kapandı: Bu yayıncılığı daha fazla sürdüremeyeceğimizi anladık". Diken (bi îngilîzî). 25 kanûna pêşîn 2020. Roja wergirtinê: 1 sibat 2021.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]