Nexweşiyên infeksiyonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexweşiya infeksiyonê (bijîşkî)
Di mîkrobiyolojiyê de rêbaza rendêra gram pir caran tê bikar anîn.
NexweşiyêngirîngInfeksiyon, mînak  osteomyelîtîz, zatûre, werem, HIV/AIDS, grîp, pirsgirêkên tenduristiya gel, epîdemîk, berxwedana antîmîkrobiyal, biyoterorîzm.
TestêngirîngRengkirina gramê, çanda mîkrobiyolojîk (di nav de çandên xwînê), testên serolojîk, testên tespîtkirina genê, Reaksiyona Zincîra Polîmerazê, Dîmenên bijîjkî
PisporPisporê nexweşiyên infeksiyonê

Nexweşiya infeksiyonê, wekî nexweşiyên vegirtinê û şaxek bijîşkiyê jî têne zanîn, ku pisporê teşhîsê, dermankirin û kontrolkirina nexweşiyên infeksiyonê ye. Pisporê nexweşiya infeksiyonê bi giranî bi infeksiyonên nexweşxaneyê an derketinên derveyî nexweşxaneyê re mijûl dibe.

Vegir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pisporên nexweşiyên infeksiyonê danûstendina bi pisporên din re di hin nexweşiyên tevlihev ên wekî HIV/AIDS de ji pisporiyên cihê sûd werdigirin.[1][2] Her çend piraniya wan ji aliyê bijîjkên di nexweşiyên infeksiyonê de ne pispor in, ku têne derman kirin jî pisporên nexweşiyên infeksiyonê di rewşên nayên fêm kirin an cidî têne şêwir kirin. Mînak, ji bo têgihîştina tayek bi eslê xwe nenas alîkarî were xwestin.[3]

Pisporên nexweşiyên infeksiyonê dikarin li nexweşxaneyan û hem jî li klînîkan bixebitin.

Dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiyên infeksiyonê bi dermanê rêwîtiyê û dermanê tropîkal ve girêdayî ne, ku gelek nexweşiyên infeksiyonê ji aliyê xwezaya xwe ve li herêmên tropîkal an bintropîkal pêşve diçin.[4]

Vekolîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pispor ceribandinên cihêreng dikin da ku cins û celebê mîkrobê sedema nexweşiyê tespît bikin. Testên sereke rengdêra Gram, çandên xwînê, ceribandinên serolojîk, ceribandinên diyarkirina genê û testa Reaksiyona Zincîra Polîmarazê ne.

Dermankirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pispor ji bo dermankirina infeksiyonê cûrbecûr dermanên antî-germ bikar tînin. Dermanên têne bikar anîn li gorî celebê dermanê girêdayî ye, mînakî dermanên antîbiyotîk ên li dijî bakteriyan, dermanên antîvîrus ên li dijî vîrusan, dermanên antîparazît ên li dijî parazîtan û dermanên antîfungal ên li dijî fungî têne bikar anîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "IDSA : What is an ID Specialist". www.idsociety.org. Ji orîjînalê di 11 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2015.
  2. ^ "Infectious Diseases Specialty Description". American Medical Association.
  3. ^ "ABMS Guide to Medical Specialties" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 23 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2015.
  4. ^ Joint Royal Colleges Postgraduate Training Board. "Infectious Diseases". Ji orîjînalê di 12 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2013.