Nexweşiya felcbûna zarokan
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tîrmeh 2026) |

Nexweşiya felcbûna zarokan, şilbûna zarokan an jî poliomielîtîs (ji yewnaniya kevn: πολιός poliós; kurdî gewr, sipî û μυελός myelós, kurdî "nîşan", bi inglîzî: Poliomyelitis) bi kurtasî jî wekê poliyo û her wiha wekê nexweşiya poliyo tê zanin, nexweşiyeke vegirtî ye ku ji aliyê vîrusên poliyo ve tê çêkirin û bi taybetî tesîrê li zarokan dike.[1] Keşfkerên vê vîrusa zarokan dixtorên alman û swêdî Jakob von Heine û Karl Oskar Medin bûn. Nexweşî êrîşê neoronên motor dike û dikare bibe sebeba felcbûneke giran û mayinde ku bi gelemperî tesîrê li endamên laşê zarokan dike. Tesîrbûna masûlkeyên henasedanê dibe sedema mirinê; ev pêvajoya taybet a nexweşiyê bûye sebeba pêşxistina teknîkên yekem ên henasedana mekanîkî. Nexweşî dikare piştî salan ji enfeksiyona destpêkê careke din dîsa derkeve holê.
Her çiqas veguhestina vê vîrusê bi rêya dilopikan jî pêkan be jî ev vîrus bi gelemperî bi piranî bi rêya têkiliya bi materyalên qirêjbûyî (mîz an îshal) re tê veguhestin. Ew tenê di laşê însanan (û hin cureyên meymûnan) de dikare zêde bibe û tenê ji kesekî bo kesekî din tê veguhestin.[2]
Derziyên poliyoyê ji salên 1950î ve peyda dibin ku ji wê çaxê ve, hejmara pêketiyan bi awayekî berçav kêm bûye. Rêxistinên sereke yên tenduristiyê —bi taybetî jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)— bi salan e ji bo jinavbirina poliyoyê dişoxilin. Lêbelê, car caran astengî û paşveçûn derdikevin holê. Bo mesele, di destpêka sala 2020ê de, poliyo li Efxanistan û Pakistanê belav dibû. Di sala 2015an de, du zarok li Ûkraynayê bi vê nexweşiyê ketin, tevî ku berê di sala 2002an de hatibû ragihandin ku Ewropa bi temamî ji poliyoyê paqij bûye.[3] Di îlona 2022an de, piştî ku vîrus di ava qirêj a çar navçeyan û bajarê New Yorkê de hat dîtin, li eyaleta New Yorkê rewşa awarte hat ragihandin.
Piştî çar salan bêyî dîtina ti rewşeke nû ya vîrusa poliyoyê ya kovî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 25ê tebaxa 2020ê de ragihand ku Afrîka "ji vîrusa poliyoyê ya kovî hatiye paqijkirin".[4] Lêbelê, serbixwe ji vîrusên poliyoyê yên kovî, vîrusên poliyoyê yên ji vaksînê derketine û li nava civakê belav dibin (cVDPV) li herêmê belav dibin; ev yek encama wê yekê ye ku beşên ji nifûsê an nehatine derzîkirin an jî bi têra xwe nehatine derzîkirin û li deverên xwedî şert û mercên paqijiyê yên kêm dijîn. Loma di 1ê îlona 2020ê de, WHO metirsiya belavbûna cVDPV li Afrîkaya Navîn û Qoçê Afrîkayê wekî "bilind" nirxand. Zêdetirî 12 welatên Afrîkayê, di nav de Angola, Kongo, Nîjerya û Zambiya, hîn jî li dijî vê nexweşiyê têdikoşin.[5] Herwiha di tîrmeha 2024an de, di nimûneyên ava kanalîzasyonê ya Şirîta Xezeyê de jî cVDPV hatin tespîtkirin.
Di cotmeha 2024an de, piştî zêdebûna hejmara pêketiyan, li Pakistanê ji bo parastina 45 milyon zarokan li hemberî nexweşiya poliyoyê, kampanyayeke derzîlêdanê ya seranserê welêt hate destpêkirin.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Underwood, Michael (1789). A Treatise on the Diseases of Children. Cild 2. London, England: J. Mathews. rr. 53–57.
- ↑ "Poliomyelitis: Key facts". World Health Organisation. 22 tîrmeh 2019. Ji orîjînalê di 18 nîsan 2017 de hat arşîvkirin.
- ↑ "Polio-Impfung bei Erwachsenen". www.infektionsschutz.de. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2026.
- ↑ "Africa Kicks Out Wild Polio | Global Polio Eradication Init…" (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2026.
- ↑ "UN says new polio outbreak in Sudan caused by oral vaccine". AP News (bi îngilîzî). 2 îlon 2020. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2026.
- ↑ Ahmed, Munir (28 çiriya pêşîn 2024). "Pakistan begins another vaccination campaign after a worrying surge in polio cases". AP News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2026.