Neçik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Neçik

Neçik, rêzîn, qosk, çekan, çetik, çekeke, çetelastîk, qanik, qewsik an jî darneçûk (bi kurdiya soranî: qoçeqanî) alavek ji alavên aw û nêçîrê ye. Herwiha, bi eslê xwe çekeke kevnar e û bi taybetî li Rojhilata Navîn tê bikaranîn[çavkanî hewce ye]. Gelek navên çetikê hene ku herêm-herêm diguhêrin. Lê divê bête gotin ku çetik û kevirkan ne yek in, kevirkan çekeke din a kevnar e. Wek mînak: li gorî pirtûk a pîroz a cihû, xiristiyan û bisilmanan Dawid bi kevirkanê li Goliyatê xist û kuşt.

Li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev amûra folklorî di nav kurdên herêma Efrînê, û nemaze zarokan de, pir belavbûye, belê li herêmên din ên Kurdistanê jî heye. Mirov nikare dîroka wî paşve bişopîne û heyameke teqez ji afirandina wî re bêlî bike. Temenê bikarhênerên neçik berê ne bi sînor bû, lê niha ew bi giştî di nav zarokan de tê bikaranîn, nemaze piştî ku xurdax û çîfte bûne alavên nêçîrê ji bo mezinan. Fermo, çetik hê jî di nava zarok û ciwanan gelek bi nav û deng e. Wek mînak: ne tenê wek leystok, lê di dema xwepêşandanên li Kurdistan û Filistînê jî ji aliyê ciwanên har ve wek 'çeka mehsûman' tê bikaranîn[çavkanî hewce ye].

Çêkirina neçikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Neçik ji sê zîvaran pêk tê û perçeya/îskeleya xwe ya bingeh ji texteke bi çetel pêk tê. Neçik an jî wek me gotiye darneçik, ew jî tim ji darikekî tê çêkirin, nemaze darikên zeytûnê, an jî heke yek bextewar be dê tûşî neçikekî ji darê palûtê bibe. Yên herî baş ji textê findiqan, narewan û berûyan tên çêkirin ji ber ku texteya ew daran xurt in û zû naşikên. Şêwazê neçik wek tîpa “Y” ye.

Zîvara duwem, lastîk e, ew jî du ta lastîk in, berê ev ta ji lastîkê dêxûnan, yan jî ji şamblêrên loqên wanyayan (otomobêlan) bûn, lê niha ew ji lastîkê pîşesazî ne.

Zîvara sêyem jî jê re çermik tê gotin. Çermik bi rahatî ji çêrmê pêlavên qetî tê çêkirin, sêwazê çermik çargoşe ye, û ji her du aliyên rast û çepê ve qulkirî ye, ev qul jî lastîk tê re derbas dibe û çermik bi xwe ve diçespîne. Ev her sê zîvarên navborî bi girêdanan bi hev ve tên çespandin û alaveke ku jê re dibêjin neçik peyda dikin.

Herwiha, di salên 1970'yî de çetikên hesinî yên ticarî hatin firotin û lastîka wan jî xurttir bûn. Ji bo çêkirina modeleke biçûk a çetikê, meriv kare şerîteke lastîkî li ser du pêçiyan radimedîne û perçeyek pelg a li navê bixe.

Neçik çawa tê bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peywira sereke a neçik ew e, ku kevir pê bên avêtin. Avêtina kêvir jî ji şiyana ku dema lastîk ji hev tê kişandin peyda dibe, çêdibe, hingê ewê ku neçik bikar tîne kevirekî li gorî meziniya çermik, dixîne nav çêrmik, û neçik bi destekî digre û bi destê din kevirê di nav çermik de digire û paşve dikşîne. Li vir berî ew kevirê xwe bavêje, ew ê nêçîra raçavkirî nîşan bike, û nîşankirin jî di nav her du pîçikên neçik re tê girtin, dema nêçîr kete nav her du pîçikan, û nêçîrvan, bikarhênerê neçik dabîn bû ku nîşana wî baş hatiye danîn, ew ê çêrmik berde, berdana çêrmik jî hezeke têvedanê dide kêvir û bihêz pêşve davêje. Anîna nîşanê li gorî zîrekî û jêhatina nêçîrvan e. Neçik digel ku alaveke asan e, lê ew li dijî çûkên curbecur tê bikaranîn, ji çitikên pêşî bigire heya qaz û werdekan.

Tevî ku neçik alaveke asan e, lê bandora xwe di nêçîrê de pir mezin e, û ta roja îro dikare şûna çekên xurdax û saçmeyan bigire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]