Nivîsandina navên erebî bi kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nivîsandina navên erebî di kurdî de,

Nivîsandina navan ku alfabe guherî be li gorê zimanan jî carna tê guhertin. Her wiha navê pêxemberê îslamê Muhemmed (محمد) e, lê tirk "Muhammed" dibêjin. Îngilîz "Muhammad".[1]

Di zimanê kurdî de jî navê weke vana di kurdî de çewa tê nivîsandin li jêr cîh digre. Ji ber ku di Alfabeya erebî de tîpên ح، غ، ض، ظ، ث hene, lê di kurdî de ev tîp tune ne.

Wisaye ku navên kurdî jî hene di erebî û di zimanên din de tên guhertin. Di erebî de Ê, O, P, Ç, J û G tune ne. Dengê tîpa kurdî X jî di hinek zimanên latînî de tune ye.[2]

Nivîsandina navan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsguhêziya navên erebî bi kurdî
Navê erebî Nivîsguhêziya îngilîzî Nivîsguhêziya kurdî Mînak
محمد Muḥammad Muhemmed, (Nîşe: Yê ji vê navê ku bi eslê xwe kurd bin Muhemmed û Mihemed jî tê nivîsandin) Muhemmed, pêxemberê Îslamê
عثمان ʿUthmān Osman, Usman Osman, Xelîfeyê îslamê
عمر ʻUmar Emer, Omer Omer xelîfeyê îslamê
ابوبكر Abu Bakr Ebûbekir Ebûbekir, Xelîfê îslamê
علي ʿAli Elî Elî, Xelîfeyê îslamê
حسن Ḥasan Hesen, Ḧesen Hesen, kurê Elî
حسين Ḥusayn Husên, Ḧisên Huseyn, kurê Elî
خَدِيجَةُ Khadījah Xedîce Xedîce, jina Muhemmed e.
سعد Sa'ed Se'd, Sed Se'd bin Ebî Weqas, Sehabeyê Muhemmed pêxember e.
عبدالرحمن ʿAbd ar-Raḥman Ebdurehman, Ebdureḧman Ebdurehmanê Axtepî, Stêrnas û alimê kurd e.
عباس ʿAbbās Ebas Ebas, Nivîskarê kurd e.
احمد Aḥmad Ehmed, Eḧmed Ehmedê Xanî, Zanistvan û wêjevanê kurd e.
مصطفى Mustafa Mistefa Mistefa Bêsaranî, Wêjevanê kurd e.
محمود Maḥmud Mehmûd, Meḧmûd Mehmûdê Bazîdî, Kurdnas û dîroknasê kurd e.
عبدالله ʿAbdullāh Ebdullah, Ebdulla Ebdullahê Bîtûşî, Nivîskarekî kurd e.
عبدلقادر Abd al-Qadir Ebdulqadir Ebdulqadirê Kurdî, Fiqihzanê kurd e.
عبیدالله Ubeydullah Ubeydullah Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şoreşgerî kurd e.
زبير Zubayr Zubeyr / Zubêr Zubeyr bin Ewam, Sehabe
عبد المطلب Abd al-Muttalib Ebdumutelib Ebdulmutelib bin Haşîm, Kalikê Muhemmed pêxember e.
عمار ʿAmmār Emar Emar bin Yasîr, Sehabe

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]