Nixte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di seqazanistî da, nixte ji hemî coreyên peytbûn anko xestbûna hilma av a baspehirê ko bibit sedema barîna wê hilmê bi ser erdî ra dihêt gotin. Nixte hingî rû didit ko baspehir bi hilma avê têr dibit û ew hilm peyt anko xest dibit û bi ser erdî dibarit. Nixteyê gelek şikil anko form hene: baran, befir anko berf, şlove anko têkhileka baran û befirê, terig anko gijlok, xûsar û xunav. Nixte qonaxeka girin ji gera avê ye û serûkaniya piranî ya ava ser rûyê erdî ji nixteyê ye. Her sal zêdetir ji 505,000 kîlometirên sêca (km³) nixte dibarit, 398,000 km³ ji wê li ser okyanîsan dibarin.

Coreyên nixteyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê coreyên serekî yên nixteyî hene:

  • Nixteyên şil:
  • Nixteyên dibênin anko diqerisin:
  • Nixteyên bestî anko qerisî:

Çawayî ya çêbûna nixteyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peytbûn (xestbûn)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema bayê gerim û ter ber bi jor hildiçit hilma avê peyt dibit. Bi vî awayî ewir peyda dibin û eger peytbûn berdewam bikit, peşikên avê mezintir dibin û nixte dibarit.

Hevgirtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]