Notron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Notron, carina wek nyotron[1] an nutron an jî neutron tê nivîsandin, li fizîkê, yek ji kerî yên atomê ye ko çi barekê karevayî nîne û bariste yê wê 939.573 MeV/c² (1.6749 × 10−27 kîlogram, piçekê zêdetir ji protonê) ye. Zivirîna wê li dor xwe ½ e. Dijkeriyadijnotron e. Notron û proton bihevra navokê pêkdiînin.

Navoka piraniya atoman (hemî îzotopên tebitî bil ji îzotopa belav ya haydrojinê, prosyûm, ko tenê ji protonekê pêkhatiye) ji notron û protonan pêkhatine. Hijmara notronên navokê îzotopên hîman anko elementan diyar dikit (jibo mînak, navoka Karbon-12 ji 6 protonan û 6 notronan pêkhatiye û navoka Karbon-14 ji 6 proton û 8 notronan). Îzotop atomên elementan in ko hijmara wan ya atomî wekhev e lê jiber hindê ko hijmara notronên wan ne wekî hev e baristeyê wan jî newekhev e.

Notronê du quarkên jêr û quarkeka jor heye. Bi vî awayî, notron wekî baryon dihêt sinfandin.

Tebat[biguherîne]

Li derveyî navokê, notrona azad bêtebat e û temenê navinc jibo mana wê 885.7±0.8 saniye anko çirke (nêzî 15 deqîqeyan) ne û elektronek û dijnutrînoyekê ji xwe der dikit da bibit protonek.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Hişyar Elî Îsmaîl, Madde: kurtiyek li ser zanistê kîmyayî. Spîrêz, Dihok