OECD
OECD | |
|---|---|
| |
Logoya OECD | |
| 48°51′42″Bk 2°16′09″Rh / 48.861674°Bk 2.269236°Rh | |
| Dirûşm: Better policies for better lives | |
| Dewlet | Fransa |
| Dema avabûnê | |
| Sekreterê giştî | |
| Cihê baregehê | |
| Hj. endaman | |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Rêxistina hevkariya aborî û geşepêdanê an bi kurtî OECD (bi îngilîzî: Organisation for Economic Co-operation and Development, bi fransî: Organisation de coopération et de développement économiques) rêxistineke navneteweyî ya aborî ye ku endamên rêxistinê ji 38 welatan pêk hatiye ku rêxistin di sala 1961ê de ji bo teşwîqkirina pêşketina aborî û bazirganiya cîhanê hatiye avakirin.[1][2] Rêxistin forumek e ku welatên endam xwe wekê pabendên demokrasî û aboriya bazarê bi nav dikin û platformek peyda dike da ku ezmûnên polîtîkayê bidin ber hev, bersivên pirsgirêkên hevpar bigerin, pratîkên baş destnîşan bikin û polîtîkayên navxweyî û navneteweyî yên endamên rêxistinê koordîne bikin.
Piraniya endamên OECDyê bi gelemperî wekê welatên pêşketî, xwedî aboriyên dahata bilind û xwedî endeksa pêşveçûna mirovan a pir bilind hatine hesibandin. OECD di sala 1961ê de li ser bingeha peymana Parîsê ku di 14ê kanûna 1960an de hatiye şanenav kirin, hatiye damezrandin û mîratgirê rasterast ê rêxistina hevkariya aborî ya Ewropayê (OEEC) ye ku di sala 1948an de ji bo ji nû ve avakirina Ewropaya ji şer wêranbûyî di bin Plana Marshall de hatibû damezrandin. Welatên OECD ji welatên pîşesazî û welatên di pêşveçûnê de pêk tên. Di roja îro de 38 welatên endamên rêxistinê hene.[1]
Armanca OECDyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xayeya rêxistinê wekê ku di rêziknameya rêxistinê de hatiye destnîşankirin, wiha ye:
- Baştirkirina asta jiyana nifûsê li welatên endam û bi taybetî li welatên di pêşketinê de, di heman demê de parastina aramiya darayî; piştgirî û alîkariya polîtîkayên ku pêşketina aborî ya berdewam û hevseng misoger dikin; û ji holê rakirina bêkariyê;
- Şiyarkirina siyaseta berfirehbûna aborî û piştgirîkirina pêşketina koordîne kirina aboriya civakî;
- Li gorî erkên navneteweyî, piralî û piştgiriya geşepêdana bazirganiya cîhanî ku cudahîyê naxe navbera welatan.
- Welatên ku endamên OECDyê ne, an jî serlêdana endametiyê kirine, sê prensîbên jêrîn wekê nirxên bingehîn di jiyana xwe ya siyaseta civakî û aborî de pejirandine:
- Demokrasî
- Mafê mirovan
- Pabendbûna bi azadiya sivîl
Ev qaîde di heman demê de ji bo bidestxistina armancên ku li jor hatine behs kirin jî xizmetê dikin. OECD hewl dide van heman qaîdeyan li welatên endam û di heman demê de li welatên ne endam pêş bixe.
Welatên endamên OECDyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]i sala 2021an vir ve 38 welatên endam ên OECDyê hene. Komîsyona Ewropayê jî beşdarî OECDyê dibe. Yugoslavya bi statûyek taybetî beşdarî çalakiyên rêxistinê dibû. Bi hilweşîna Yugoslavya di sala 1992an de, têkiliya wê bi rêxistinê re bi dawî bûye.
30 ji welatên endam (bi * hatine hatine diyar kirin) di sala 2005an de ji aliyê Banka Cîhanî ve wekê welatên bi dahata bilind hatine wesifkirin.
| Endamên avakar (1961): | |
|
|
| Endamên ku piştre beşdar bûne: | |
|
|
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Members and partners". OECD (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.
- ^ Shields, Bevan (13 kanûna paşîn 2021). "Mathias Cormann confirmed as a frontrunner for OECD post following candidate cull". The Sydney Morning Herald (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.