Abdullah Öcalan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ocelan hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Abdullah Öcalan
Abdullah Öcalan.png
Jidayikbûn
Abdullah Ocalan

4ê nîsana 1949an (72 salî)
Cîwar Girtîgeha Îmraliyê
Esil KurdistanKurdistan Kurdistan
Bernav Apo
Hevwelatî Flag of Turkey.svg Tirkiye
Perwerde
Pîşe
Salên çalak 1970-1999
Tevger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
Hevjîn Kesire Yıldırım (24ê gulanê 1978)
Dê û bav
  • Ömer Ocalan (bav)
  • Öveyş Ocalan (dê)
Xizm

Dîlek Öcalan (xwerzî)

Ömer Öcalan (xwerzî)
Malbat Mehmet Ocalan (bira)
Osman Öcalan (bira)
Malper Malpera fermî
biguherîneBelge

Abdullah Ocalan (bi kurdî: /ɑːbdullɑːh ɑːlɑːn/) ("Apo", 4ê nîsana 1949an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Ocalan damezrînerê PKKê ye. Di 15ê sibata 1999an de, sixûrên DYAyê, Ocalan bi komployek revand û radestî dewleta Tirkiyê kir. Niha li girava Îmraliyê girtî ye.

Jînenîgarî

Zarokatiya wî

Abdullah Ocalan, di 1949an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dîtiye. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranîye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.

Destpêka jiyana wî ya ramyarî

Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar dabû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftûgoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û wî şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an pirsgirêka kurd bi gelek derûdoran re guftûgo dike û di heman demê de komeleya perwerdahiyê bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avabûna PKKê

Di 27ê çiriya paşîn a 1978an de jî Ocalan û hevalên wî li Diyarbekirê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinê yên Ocalan û partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979an derdikeve derve û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pê kir. PKKê li Libnanê di 1982an de kongra xwe ya duyem pêk anî û biryara vegera nava axa welêt girt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir.

Girtina wî

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993an û şûn ve PKKê 3 caran agirbestê ragihand. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatibûn. Di 9ê çiriya pêşîn a 1998an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amadekirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê çiriya pêşînê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpayê ve kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji Yekîtiya Ewropayê hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2ê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxaneya Yûnanîstanê ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav deryaya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bicîhkirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareserkirin.

Parastina Gelekî

Serlêdana namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê

Serlêdana Xelata Nobelê ya Aşitiyê ya 2014an ji aliyê Parlamenterê parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya Tevgera Goran, Heval Kwêstanî ve li Norwêcê serlêdan namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê li enstîtuya Xelata Aştiyê ya Nobelê re hat lêdan.

Serdema serlêdana xelatê jibo ku Abdullah Öcalan li ser bingeha peyama Newroza sala 2013an de û Kovara Time Abdullah Ocalan wekî yek ji 100 mirovên herî bibandor li cîhanê nîşan da.[1]

Di nivîsa serlêdana xelatê de damezrandina PKK û xebata Abdullah Ocalan yên siyasî jî hatiye nivîsandin.

Xelata Aşitiyê ya Nobelê her sal ji li ser vîna Alfred Nobel, ji aliyê Komîteya Nobelê ya

ve li bajarOsloyê tê dayîn. Xelat, ji kesên an jî rêxistinên ku herî zêde hewl didin ku kongreyên aştiyê û biratiya netewe û gelan, kêmkirina çek û artêşan saz bikin, ji aliyê Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê ve tê dayîn.[2]

Tecrîda li ser wî

Heta niha bi gelek caran, bi awayekî bêqanûnî ji aliyê dewleta tirk ve bi gelek caran tecrîd li ser Ocalan hatiye kirin. Bi van astengiyan hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî û malbata wî hatiye astengkirin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li parlamentoya tirk gelek caran di derbarê tecrîdê û rewşa Ocalan de pirs li Wezareta Dadê ya dewleta tirk pirsî.[3]

Jibo Ocalan bangawaziya (CPT)

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo Ocalan bangawaziya Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT)yê kir[3]

Partiya Demokratîk ya (HDP) di bangawaziya xwe de deng li saziyên mafên mirovan ya Ewrûpayê û li CPTyê kir ku derbarê rewşa tenduristiya Ocalan û rewşa wî rojek zûtir dest bi hevdîtinan bike.[3]

Bangawaziya xelatgirên Nobelê

Ji 50 xelatgirên Nobelê jibo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li ser saziyên navnetewî kirin.[4]

50 xwedan xelatên Nobelê nameyek hevbeş ji saziyên navneteweyî re şandine da ku qedexeya dîtinên li dijî Rêberê PKKê Abdullah Öcalan bi dawî bikin.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1980an Adolfo Pérez nameya bi navê Esquivel di ji aliyê 50 xwediyê Xelata Nobelê ve bi biryarek hevbeş hatiye îmzekirin.

Name ji hêla Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropî ya Polîtîkaya Derve Federica Mogherini, Seroka niha ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropa (OSCE) Miroslav Lajčák, û Sekreterê Birêvebir ê Komîteya Pêşîgirtina ortşkenceyê (CPT) ve hatiye nivîsandin.

Nameya bi navê Esquivel di nameyê de bangên hevpar ên 50 xwedan xelatan destnîşan kir. Encûmena Ewropî, EU, OSCE û CPT ji înkara Tirkiyê ya mafên mirovan ên gewre ji wan xwest ku hemî tedbîrên guncan bigirin da ku dawî lê were.

Hikûmeta Tirkiyê, wekî hukûmetên din, yên ku ji jiyana her kes û rûmeta girtiyan jî tê de dijwar e ku ewledar bibe.

Em, yên ku ji deverên cûda yên xwedan xelata Nobelê, hukûmeta tirkî û civaka navneteweyî bi tevahî hatine, ew di dema Abdullah Ocalan û hemî girtiyên siyasî yên di hucreyên tecrîdê yên li Tirkiyê de girîng e, em ji we tika dikin ku hûn gavên bilez bavêjin da ku bi dawî bibin. Bi kirina vê yekê, em bi sedan grevên birçîbûnê yên ku heman daxwazê ​​diparêzin re hevkar in. Parlamentera kurd Leyla Guven, ku li zindanê li Diyarbekirê girtî ye û di bin xetereyê de ye. "

Lîsteya xelatgirê ku îmze avêtinê peyamê

Adolfo Pérez Esquivel, Arjantîn. Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê 1980 - Betty Williams, Irelandrlandaya Bakur. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1976 - Desmond Tutu, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1984 - FW De Klerk, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1993 - Jody Williams, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1997 - José Ramos-Horta, Tîmora Rojhilat. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1996 - Leymah Roberta Gbowee, Lîberya. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 2011 - Mairead Corrigan Maguire, Irelandrlandaya Bakur. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1976 - Oscar Arias, Costa Rica. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1987 - irinîrîn Ebadî, Iranran. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 2003.

Dudley R. Herschbach, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1986 - Elias James Corey, Dewletên Yekbûyî, Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1990 - Gerhard Ertl, Almanya. Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê 2007 - Joachim Frank, Almanya / DY Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2017 - John C. Polanyi, Kanada. Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê1986 - Kary B. Mullis, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1993 - Richard Henderson, Brîtanya. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2017 - Robert H. Grubbs, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2005 - Roger D. Kornberg, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2006 - Thomas R. Cech, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê1989 - Walter Gilbert, Dewletên Yekbûyî.

Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê1980 - Yuan T. Lee, Taywan. Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê 1986.

Edward C. Prescott, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2004 - Eric S. Maskin, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2007 - Finn E. Kydland, Norwêc. Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2004 - Oliver Hart, Brîtanya. Di Aboriyê de Xwediyê Nobelê 2016.

Alice Munro, Kanada. Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2013 - Elfriede Jelinek, Avusturya. Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2004 - J. M. Coetzee, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2003 - Mario Vargas Llosa, Perû. Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2010 - Wole Soyinka, Nîjerya. Xwediyê Nobelê di Wêjeyê de 1986

Carol W. Greider, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Tibê 2009 - Edmond H. Fischer, Swîsre / DY Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 1992 - Eric R. Kandel, Avusturya. Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2000 - Erwin Neher, Almanya. Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê1991 - J. Robin Warren, Avusturalya. Xwediyê Nobelê ya Tibê 2005 - Jack W. Szostak, Brîtanya. Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2009 - Leland H. Hartwell, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2001 - Louis J. Ignarro, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Tibê 1998 - Sir Richard J. Roberts, Brîtanya. Xwediyê Nobelê ya Tibê 1993 - Sydney Brenner, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2002 - Thomas C. Sudhof, Almanya / DY Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2013 - Tim Hunt, Brîtanya. Xwediyê Nobelê ya Tibê 2001 - Torsten N. Wiesel, Swêd. Xwediyê Nobelê ya Tibê 1981.

Anthony J. Leggett, Brîtanya. Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 2003 –Gerard Morou, Fransa. Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 2018 - Kip Stephen Thorne, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê 2017 - Sheldon Glashow, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê1979 - Steven Weinberg, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 1979 ji hêla William D. Phillips, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 1997."

Pirtûkên Ocalan ên bi kurdî

Çavkanî

  1. Gazetesi, Evrensel. "Time'a göre Öcalan dünyanın en etkili 100 ismi arasında". Evrensel.net (bi tirkî). Roja wergirtinê: 18 çiriya pêşîn 2020.
  2. "Öcalan'ın Nobel Adaylığı Kabul Edildi". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja wergirtinê: 18 çiriya pêşîn 2020.
  3. a b c Duvar, Gazete (23 îlon 2018). "HDP'den bakanlığa Öcalan'a tecrit sorusu". https://www.gazeteduvar.com.tr/politika/2018/09/23/hdpden-bakanliga-ocalana-tecrit-sorusu (bi tirkî). Roja wergirtinê: 21 çiriya pêşîn 2020. External link in |website= (alîkarî)
  4. "Jêderka nûçeyê bi zimanê tirkî".

Girêdanên derve

Pirtûkên Abdullah Ocalan

Girêdanên din