Ogün Samast

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ogün Samast (* 1990 li Trabzon), ji ber kuştina gerînendeyê giştî yê rojnameya Ermenî Agos, Hrant Dink hatiye girtin û darizandin.

Tê payîn ku Samast dixwastibûye bireve Azerbaycan an komareke "Tirkî" li Asyayê, lê hatiye girtin. Pirraniya ronakbîrên lîberal û demokrat ên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku kuştina Dink ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye plankirin û Samast an kujende ye, yan jî hatiye bikaranîn, xapandin.

Malbata Samast li Trabzonê dijî û tê payîn ew endamê Alperen Ocakları ya girêdayî BBP (partî)ê ye ku ev partî xwedî nêrînên neteweperest e. Samast di tomarkirinên polîs de ji ber tewanbariya diziyê jî cihgirtiye.