Here naverokê

Okyanûsa Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Okyanûsa Mezin

Okyanûsa Mezin[1], Okyanûsa Pasîfîkê[1], Pasîfîk[1][a] an jî Okyanûsa Aram, yek ji pênc okyanûsên cihanê ye û okyanûsa herî kûr û mezin a dinyayê ye. Okyanûsa Mezin ji Okyanûsa Arktîkê ji bakur heta Okyanûsa Başûr, an jî li gorî pênaseyê, heta Antarktîkayê li başûr dirêj dibe û li rojava ji parzemînên wekê Asya û Awistralya û li rojhilatê jî ji aliyê parzemîna Amerîkayê ve hatiye dorpêçkirin.[4]

Bi rûbera 165.250.000 km² (63.800.000 mîlçargoşe) (wekî ku bi sinorê başûr ê Antarktîkayê ve hatiye destnîşankirin), Okyanûsa Mezin beşa herî mezin ê okyanûsa cîhanê ye û hîdrosferê ye ku bi qasî ji %46ê rûyê av a Cîhanê û bi qasî ji %32ê rûyê giştî yê Dinyayê vedigire. Rûbera Okyanûsa Mezin ji tevahiya rûyê bejahiya erdê (148.000.000 km²) mezintir e.[4] Korta Marianayê, (bi îngilîzî: Mariana Trench) xala herî kûr ê cîhanê ye ku di nav Okyanûsa Mezin de cih digire. Hem navendên nîvkada avê û hem jî navenda nîvkada rojava û her weha polara okyanûsî ya ku nayê gihiştin, di nav Okyanûsa Mezin de ye. Gera ava okyanûsê (ji ber bandora Coriolis) bi du girseyiyên avê ku bi piranî serbixwe tevdigerin û li ekwatorê digihîjin hev ku wekê Okyanûsa Pasîfîk a Bakur û Okyanûsa Pasîfîk a Başûr (an jî bi awayekî firehtir wekê Deryayên Başûr) hatine binavkirin. Okyanûsa Mezin dikare bi awayekî nefermî bi xeta dîrokê ya navneteweyî ve were dabeş kirin ku wekê rojhilatê Pasîfîkê û rojavayê Pasîfîkê hatine dabeş kirin ku dihêle okyanûs ji bo çar çargoşeyan, an jî bakurê wekê rojhilatê Pasîfîkê li peravên Amerîkaya Bakur, başûrê rojhilatê Pasîfîkê li ser peravên Amerîkaya Başûr, bakurê rojavayê Pasîfîkê li ser peravên Rojhilata Dûr/Pasîfîk Asyayê û başûrê rojavayê Pasîfîkê li dora Okyanûsyayê were dabeş kirin.

Kûrahiya navînî ya Okyanûsa Mezin 4.000 metre ye.[5] Korta Challenger a li xendeka Mariyanayê ku li bakurê rojavayê Pasîfîkê ye, xala herî kûr a cîhanê ye ku heta roja îro hatiye zanîn û kûrahiya kortê digihîje 10.928 mêtreyan.[6] Di heman demê li Pasîfîkê xala herî kûr a Nîvkada Başûr, korta Horîzonê ye ku di xendeka Tongayê de ku kûrahiya kortê bi 10.823 mêtre kûr ew û xala sêyem a herî kûr a li ser Dinyayê korta Sirenayê ye ku ew jî di xendeka Mariyanayê de ye.[7]

Di nav Okyanûsa Mezin de gelek deryayên sereke yên kêlekê hene ku di nav van deryayan de (ji rojava ve li gorî gera saetê hatine rêzkirin) Deryaya Fîlîpînê, Deryaya Çîna Başûr, Deryaya Rojhilatê Çînê, Deryaya Japon, Deryaya Okhotskê, Deryaya Beringê, Kendava Alaskayê, Kendava Kalîforniyayê, Deryaya Tasmanê û Deryaya Koralê hene.

Di sala 1513an de, di serdema vedîtinan de, keşifgerê spanî Vasco Núñez de Balboa ji Îstmus a Panamayê derbas bûye û "Deryaya Başûr" a mezin dîtiye ku wî deryayê bi Mar del Sur (bi spanî) binav kiriye. Piştre, navê niha yê okyanûsê ji aliyê keşifgerê portûgalî Ferdinand Magellan ve di dema gera spaniyan a li dora cîhanê, di sala 1520an di dema gera xwe de ku dema ew gihîştiye okyanûsê û rastî bayên baş hatiye, hatiye danîn. Wî okyanûsê bi Mar Pacífico binav kiriye ku bi portûgalî û bi spanî tê wateya okyanûsa aram.[8][9]

Li seranserê parzemînên Asya, Awistralya û Amerîkayê, zêdetirî 25.000 giravên mezin û biçûk, li ser rûyê Okyanûsa Pasîfîkê bilind bûne. Gelek girav ji qalikên volkanên çalak ên berê ne ku bi hezaran salan bêçalak mane. Nêzîkî ekvatorê, bêyî deverên berfireh ên okyanûsa şîn, xalek ji atolan hene ku bi demê re ji aliyê çiyayên deryayê ve wekê encama giravên koral ên piçûk ên ku di nav çembera laguna navendî de hatine rêzkirin, pêk hatine.

Koçberiyên pêşîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Modela druayekî Fîjî ku mînakek ji keştiyeke awistronezyayî ye ku bi bargir a du kanoyê (katamaran) û babirka pencikên Kêvjarkê hatiye çêkirin

Koçberiyên girîng ên mirovan ku ber bi Pasîfîkê ve pêk hatine di demên pêşdîrokî de qewimîn e. Mirovên nûjen yekem car di serdema Paleolîtîkê de, li dora 60.000 heta 70.000 salên berê niha gihîştine rojavayê Pasîfîkê. Ji koçberiya mirovên peravê başûr ku ji Afrîkayê derketine û herî kêm bi qasê 80 kîlometreyan rê çûne di navbera Sundaland û Sahulê de gihîştin rojhilatê Asyayê, başûrê rojhilatê Asyayê, Fîlîpîn, Gîneya Nû û piştre re jî gihiştine Awistralyayê. Nayê zanîn ku van koman di çi astê de teknolojiya deryayî bi kar anîne lê hatiye texmînkirin ku wan keştiyên mezin ên ji bambuyê bi kar anîne û dibe ku ev keştî bi cureyeke babirkan li ser deryayê bi bayên deryayê pêşve çûne. Bêyî ku di serdema pêşdîrokî de koçberiyên paşê çêbibin, kêmbûna bayên guncaw ên ji bo derbasbûna ber bi Sahulê ya piştî 80.000 salên berê niha, bi dîroka niştecihbûna li Awistralyayê re hevdem e. Şiyana deryayî yên şêniyên berê awistronezya yên giravên başûrê rojhilatê Asyayê bi bicih bûna Bukayê di 32.000 salên berê niha û bi bicih bûna Manus a 25.000 salên berê niha hatine piştrast kirin. Rêwîtî bi rêzê ve bi qasê 180 kîlometre û 230 kîlometre pêk hatine.[10]

Niviyên van koçberan îro negrîtoyî, melanezyayî û xwemaliyên awistralyayî ne. Gelheyên wan ên li Asyaya başûrê rojhilat a deryayî, Gîneya Nû ya peravê û Melanezyaya Giravê paşê bi koçberên awisturnî yên ji Taywan û ji bakurê Fîlîpînan re zewicîne lê di heman demê de bi komên berê yên bi axaftvanên awistroasyayî ve girêdayî re jî zewicîne ku di encamê de gelên nûjen ên Asyaya başûrê rojhilat a Giravê û Okyanûsyayê çêbûne.[11][12]

Koçberiyeke deryayî ya paşê, berfirehbûna gelên awstronesî ya ji serdema neolîtîk a awistronezî ye. Awstronezî ji girava Taywanê di navbera 3000 û 1500 salên b.z. de derketine holê. Ew bi teknolojiyên babirkî deryayî yên cihêreng ve girêdayî ne (bi taybetî keştiyên outrigger, katamaran, keştiyên bi lûleyên girêdayî û babirka pencikên Kêvcarkan) dibe ku pêşketina pêşverû ya van teknolojiyan bi gavên paşîn ên bicihbûna li Okyanûsyaya Nêzîk û Okyanûsyaya Dûr ve girêdayî be. Awstroneziyan li dora sala 2200 b.z. dest pê kirine û ber bi başûr ve çûne ku li Fîlîpînan bicih bibin. Hatiye texmîn kirin ku ew ji Komgirava Bismarck a li rojavayê Pasîfîkê derbas bûne ku di sala 1500 b.z. de bigihîjin Giravên Maryanayê û di heman demê de di 1000 sala b.z. de jî gihiştine Palau û Yapê.[13] Ev yekem mirov in ku gihîştine Okyanûsyaya Dûr û yekem mirov bûn ku di herêmên berfireh ên ji avê derbas bûne. Di heman demê de ber bi başûr ve belav bûne û li deverên mayî yên başûrê rojhilatê Asyayê bi cih bûne ku di 1500 sala b.z. de gihîştin Îndonezya û Malezyayê û li dora 500 sala p.z. de jî ber bi rojava ve çûne ku heta Madagaskar û Giravên Komor ên li Okyanûsa Hindî berfireh bûne.[14][15][16] Di demên dawî de hatiye pêşniyar kirin ku awisturanî hê zûtir berfireh bûne ku di sala 7000ê b.z. de gihîştine Fîlîpînan. Koçberiyên din ên berê ku ber bi başûrê rojhilatê Asyayê ya giravî ve hatine û koçberên ku bi axaftvanên zimanê awistroasyayî ji başûrê rojhilatê Asyayê ya sereke ve girêdayî ne, hatiye texmînkirin ku ev koçberî di 15.000 sala b.z. de pêk hatiye.[17]

Li dora salên 1300 û 1200 b.z. şaxek ji koçberiyên awistronezyayî ku wekê çanda Lapîta tê zanîn gihîştine komgirava Bismarck, giravên Solomon, Vanuatu, Fîjî û Kaledonyaya Nû. Ji wir jî destpêkirine û di navbera salên 900 û 800 b.z. de li Tonga û Samoayê bicih bûne. Hinek ji van koçberan di sala 200 ê b.z. de ber bi bakur ve koç bûne û li giravên Mîkronezyaya rojhilat (ku di nav de giravên Caroline, giravên Marshallê û Kîrîbatiyê hene) bicîh bûne û bi koçberiyên awisturyayî yên berê ku li herêmê bûn tevlihev bûne. Ev koçberî heta li dora sala 700 ê p.z., dema ku pêleke din a keşifkirina giravan dest pê kiriye, wekê koçberiya herî dûr a berfirehbûna awistronezyayî ya Polînezyayê maye.[15][18] Di sala 700 ê p.z. de gihîştin giravên Cook, Tahîtî û Marquesasê; di sala 900 ê p.z. de gihîştine Hawaiyê; di sala 1000 ê p.z. de gihîştine Rapa Nui û di dawiyê de jî di sala 1200 ê p.z. de gihîştine Nû Zelandaya.[19][20]

Keşifkirinên ewropiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Universalis Cosmographia, ku wekê nexşeya Waldseemüller jî tê zanîn ku dîroka nexşeya di sala 1507an de hatiye nivîsandin, nexşeya yekem bû ku Amerîkayê ji du okyanûsên cuda cuda nîşan daye

Amerîkaya Başûr bi gelemperî wekî Cîhana Nû dihat hesibandin û piştî Amerigo Vespucci, cara yekem navê "Amerîka" nîşan dide. Yekem keşfkirinên gerokên ewropî li peravê rojavayî yê Okyanûsa Mezin di sala 1512an de[21] ji aliyê seferên portûgalî yên António de Abreu û Francisco Serrão ve, bi rêya giravên Biçûkên Sundayê, berbi giravên Malûkûyê û bi sefera Jorge Álvares a ber bi başûrê Çînê ve ye ku di sala 1513an de pêk hatiye[22] ku fermana her du seferan ji aliyê Afonso de Albuquerque ve ji Malaccayê hatine dayîn.

Di sala 1513an de piştî ku keşifgerê spanî Vasco Núñez de Balboa ji Berzaxa Panamayê derbas bûye û gihîştiye okyanûseke nû, peravê rojhilatê okyanûsê dîtiye. Ji ber ku okyanûs li başûrê perava Berzaxa Panamayê bû, li wir wî cara yekem pasîfîk hatiye dîtin wî okyanûsê wekê Mar del Sur ku tê wateya "Deryaya Başûr", binav kiriye.

Di sala 1520an de deryavan Ferdinand Magellan û koma wî di dîroka tomarkirî de yekem kes bûn ku ji Pasîfîkê derbas bûne. Ev beşek ji sefereke spanî ya ber bi giravên Biharatanê ve bûn ku di dawiyê de bûye sedema gera yekem ê li dora cîhanê. Magellan okyanûsê bi spanî wekê Pacífico binav kiriye (an jî "Pasîfîk" ku bi spanî tê wateya "aram") ev binav kirin piştî ku ew di deryayên tofanî yên li pozikê Hornê re derbas bûne û piştre van avên aram dîtine hatiye. Heta sedsala hejdehan, ji bo rûmeta wî okyanûs gelek caran wekê Deryaya Magellan hatiye binavkirin.[23] Magellan berî ku di adara sala 1521ê de li Guamê raweste, li giravekî Pasîfîkê ya vala rawestiyaye.[24] Di dema vê seferê de Magellan nagihêje Spanyayê û di sala 1521ê de li Fîlîpînan dimire. Keştiyavanê spanî Juan Sebastián Elcano bermayiyên seferê bi ser Okyanûsa Hindî û li dora Pozikê Hêviyê vegerandine Spanyayê û bi awayê yekem gera dorhêla cîhanê di sala 1522an de hatiye temam kirin. Di navbera salên 1525 û 1527an de, li dora û rojhilatê Moluccayan sefer hatine lidarxistin û seferên portûgalî rastî giravên Caroline, giravên Aru û Papua Gîneya Nû hatine.[25][26] Di salên 1542 û 1543an de portûgalî gihîştine Japonê.[27]

Di sala 1564an de pênc keştîyên spanî yên ku 379 leşker hildigirtin, bi serokatiya Miguel López de Legazpi ji Meksîkê derbasê Pasîfîkê bûne û Fîlîpîn û giravên Mariyanayê kolonîze kirine.[28] Ji bo mayîna sedsala 16an, Spanyayê kontrola leşkerî û bazirganî parastiye, bi keştîyên ku ji Meksîk û Perûyê di ser Okyanûsa Pasîfîkê re ber bi Fîlîpînan ve bi rêya Guamê ve çûne û giravên rojhilatê Spanyayê ava kirine. Galyonên Manîlayê du sedsal û nîv xebitîne ku yek ji dirêjtirîn rêyên bazirganiyê yên dîrokê ne ku Manîla û Acapulco bi hev ve girê dabûn. Di heman demê de seferên Spanyayê gihîştin Tuvalu, Marquesas, giravên Cook, giravên Solomon, Vanuatu, giravên Marshallê û giravên Admiral ên li Pasîfîka Başûr.[29]

Paşê di lêgerîna Terra Australis ("axa [mezin] a başûr") de, keşfên spanyayî di sedsala 17an de wekê sefera ku ji aliyê navîgatorê portûgalî Pedro Fernandes de Queirós ve hatibû birêvebirin, gihîştin komgiravên Pitcairn û Vanuatu û di tengava Torresê ya di navbera Awistralya û Gîneya Nû de ku navê xwe ji navîgator Luís Vaz de Torres digire, derbas bûne. Lêkolînerên holandî ku li dora başûrê Afrîkayê geriyaye, di heman demê de bi keşf û bazirganiyê re jî eleqedar dibûn; Willem Janszoon yekem daketina ewropî ya bi tevahî belgekirî li Awistralyayê (1606), li nîvgirava pozikê Yorkê pêk aniye[30] û Abel Janszoon Tasman li dora peravên parzemînî yên Awistralyayê geriyaye û gihîştine hinek beşên peravên parzemînî û di sala 1642an de jî gihîştine Tazmanya û Zelanda Nû.[31]

Di sedsalên 16 û 17an de Spanyayê Okyanûsa Pasîfîk wekê mare clausum deryayek ji bo hêzên din ên deryayî girtî hesap kiriye. Tengava Magellan, ku wekê tekane deriyê Atlantîkê tê zanîn, carinan ji aliyê flotên ku ji bo rêgirtina li ketina keştîyên ne-spanî hatine şandin ve dihat çavdêrîkirin. Li aliyê rojavayê Okyanûsa Pasîfîk, holendîyan gef li filîpîniyên spanyayî xwaribûn.[32]

Sedsala 18an destpêka keşfên mezin ên rûsan li Alaska û Giravên Aleutian nîşan daye ku wek sefera Kamchatka ya kekem û sefera mezin a bakur, bi serokatiya efserê deryayî yê rûsî yê bi eslê xwe danîmarkî Vitus Bering pêk hatiye. Her wiha Spanyayê geştên xwe ber bi bakurê rojavayê Pasîfîkê daye destpêkirin û gihîştine girava Vancouver a li başûrê Kanadayê û Alaskayê. Fransiyan Polînezyayê keşif kirin û kolonîze kirine. Brîtaniyan bi James Cook ber bi Pasîfîka Başûr û Awistralya, Hawaiî û bakurê rojavayê Pasîfîka Amerîkaya Bakur sê sefer dane destpêkirin. Di sala 1768an de, Pierre-Antoine Véron, astronomekî ciwan ku bi Louis Antoine de Bougainville re di sefera wî ya keşfê de bû, ji bo cara yekem di dîrokê de firehiya Pasîfîkê bi rastbûnek rast destnîşan kiriye.[33]

Yek ji geştên herî pêşîn ên keşifkirina zanistî ji aliyê Spanyayê ve di sefera Malaspinayê 1789-1794 de hatiye organîzekirin. Sefer li deverên berfireh ên Pasîfîkê geriyaye ku ji pozikê Hornê heta Alaska, Guam û Fîlîpînan, Zelanda Nû, Awistralya û Pasîfîka Başûr berdewam kiriye.[29]

Rojavabûna li ser Okyanûsa Pasîfîk ku ji stasyona Feza ya Navneteweyî tê dîtin. Serê ewrên birûskê jî xuya dibin.
Erdnîgariya giravên hewza Okyanûsa Mezin

Okyanûsa Mezin (Pasîfîk) parzemînên Asya û Awistralyayê ji parzemîna Amerîkayê vediqetîne. Okyanûs dikare ji aliyê ekvatorê ve wekê beşên bakur (Pasîfîka Bakur) û beşên başûr (Pasîfîka Başûr) were dabeş kirin.[34] Okyanûs ji herêma Antarktîkayê li başûr, heta Arktîkê li bakur dirêj dibe. Okyanûsa Mezin rûbereke berfireh vedihewîne ku bi qasî sêyeka rûyê Erdê digire nav xwe, bi rûbera xwe ya 165.200.000 km² ji tevahiya bejahiya Dinyayê ku bi qasê 150.000.000 km² rûber vegirtiye mezintir e.[35]

Nexşeya sê deverên çandî yên sereke ya giravên Okyanûsa Mezin ku ji deverên wekê Mîkronezya, Melanezya û Polînezyayê pêk hatine

Okyanûsa Mezin bi qasê 8.400 mîlên deryayî (15.600 km; 9.700 mi) ji Deryaya Beringê li Arktîkê heta dirêjahiya bakur a Okyanûsa Başûr a dorhêlî li 60° başûr dirêj dibe (li gorî pênaseyên kevin heta Deryaya Ross a Antarktîkayê), li dora 5°N digihîje berfirehiya herî berfireh a ber bi rojhilat û rojava ve, li wir bi qasî 10.700 mîlên deryayî (19.800 km; 12.300 mi) ji Endonezyayê heta peravên Kolombiyayê dirêj dibe û li vir li nivê dorhêla Dinyayê digere ku ev pîvan pênc caran ji heyvê mezintir e.[36] Navenda erdnîgarî ya okyanûsê li rojhilatê Kîrîbatiyê li başûrê Kîrîtimatiyê, li rojavayê girava Starbuck a li 4°58′S 158°45′W ye.[37] Xala herî nizm a li ser erdê ku tê zanîn li Xendeka Mariyanayê ye ku bi qasê 10.911 metre li jêra asta deryayê ye. Kûrahiya navînî ya okyanûsê 4.280 mêtre ye û qebareya giştî ya ava okyanûsê bi qasî 710.000.000 kîlometre kûp e.[34]

Ji ber bandorên tektonîkên plakeyan, Okyanûsa Pasîfîk niha ji sê aliyan ve salê bi qasî 2.5 santîmetre (0.98 înç) kêm dibe û salane bi navînî bi qasî 0.52 km² (0.20 mîlên çargoşe) kêm dibe. Berevajiyê vê bûyerê Okyanûsa Atlantîkê jî her ku diçe mezin û berfireh dibe.[38][39]

Li ser sinorên rojavaya nerêkûpêk ên Okyanûsa Mezin gelek derya hene û deryayên herî mezin Deryaya Celebes, Deryaya Koralê, Deryaya Rojhilatê Çînê (Deryaya Rojhilat), Deryaya Fîlîpînê, Deryaya Japon, Deryaya Çima Başûr (Deryaya Başûr), Deryaya Suluyê, Deryaya Tasmanê û Deryaya Zer (Deryaya Rojavayê Koreyê) e. Rêya deryayî ya Îndonezyayê (tevî Tengava Malacca û Tengava Torresê) Pasîfîk û Okyanûsa Hindî li rojava bi hev ve girêdaye û Derbasbûna Drake û Tengava Magellan li rojhilat Pasîfîkê bi Okyanûsa Atlantîkê ve girêdidin. Li bakurê okyanûsê jî, Tengava Beringê Pasîfîkê bi Okyanûsa Arktîkê ve girêdaye.[40]

Ji ber ku Pasîfîk li ser merîdyena 180em dirêj bûye, Pasîfîka Rojava (an jî Pasîfîka rojava, nêzîkî Asyayê) li nîvkada rojhilat e û di heman demê de Pasîfîka Rojhilat (an jî Pasîfîka rojhilat, nêzîkê Amerîkayê) li nîvkada rojava ye.[41]

Okyanûsa Pasîfîk a Başûr milê başûrê rojhilatê Hindistanê vedihewîne ku ji başûrê Awistralyayê derbas dibe û dibe milê Pasîfîk-Antarktîk (bakurê polara başûr) û bi milek din (başûrê Amerîkaya Başûr) re dibe yek ku bilindahiya Pasîfîk a Rojhilat çêbike ku ew jî bi milek din (başûrê Amerîkaya Bakur) ve girêdide ku li ser milê Juan de Fuca dinêre.

Di piraniya rêwîtiya Magellan ji Tengava Magellan ber bi Fîlîpînan ve, keşifgeran okyanûsê wekê okyanûseke aram binavkirine; lêbelê Pasîfîk her gav ne aram e ku gelek bahozên tropîkal li giravên Pasîfîkê jî didin. Erdên li dora çemê Pasîfîkê tijî volkanan in û pir caran lê deverê erdhejan bibandor çêdibin. Tsunamiyên ku ji ber erdhejên binavî çêdibin, gelek girav wêran kirine û di hinek rewşan de tevahiya bajaran wêran kirine.[42]

Nexşeya Martin Waldseemüller a sala 1507an yekem nexşe bû ku Amerîkaya ku bi du okyanûsên cuda ji hev vediqetîne nîşan daye.[43] Paşê jî nexşeya Diogo Ribeiro ya sala 1529an yekem nexşe bû ku Pasîfîkê bi mezinahiya rast nîşan daye.[44]

Welatên li ser peravên okyanûsê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Welatên girêdayî bi ser dewletekê ve bi stêrê (*) hatine destnîşankirin û navên dewletên serwer ên têkildar di nav kevanên gilover de ne. Dewletên girêdayî yên dewleta Zelanda Nû bi nîşana heşê (#) hatine destnîşankirin.

Welatên Asya-Pasîfîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatên parzemîna Amerîkayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giravên ku nifûsa sivîl lê tune ne.

  • Girava Baker (DYA)
  • Girava Clipperton (Fransa)
  • Giravên Deryaya Koralê (Awistralya)
  • Girava Howland (DYA)
  • Girava Jarvis (DYA)
  • Girava Johnston (DYA)
  • Reefên Kingman (DYA)
  • Girava Macquarie (Awistralya)
  • Atola Midway (DYA)
  • Atola Palmîrayê (DYA)
  • Girava Wake (DYA)
  1. ^ Oqyanûsa Mezin[2], Pesîfîk[3], Okyanûsa Pasîfîk
  1. ^ a b c Önen, Abdurrahman (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê. Stembol: Doz. r. 35.
  2. ^ Îzolî, D. (2007). Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe. Amed: Deng. r. 1137. Oqyanûsa Mezin
  3. ^ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 203.
  4. ^ a b "Pacific Ocean | Depth, Temperature, Animals, Location, Map, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2026.
  5. ^ "How big is the Pacific Ocean?". NOAA Ocean Exploration (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2026.
  6. ^ ""Deepest Submarine Dive in History, Five Deeps Expedition Conquers Challenger Deep"" (PDF).
  7. ^ ""CONFIRMED: Horizon Deep Second Deepest Point on the Planet"" (PDF).
  8. ^ "Magellan, Ferdinand (1480–1521)". Encyclopedia of Geography. 2455 Teller Road, Thousand Oaks California 91320 United States: SAGE Publications, Inc. 2010. ISBN 978-1-4129-5697-0.{{cite journal}}: CS1 maint: location (lînk)
  9. ^ Andrews, Evan (4 kanûna pêşîn 2012). "10 Surprising Facts About Magellan's Circumnavigation". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2026.
  10. ^ Cochrane, Ethan E.; Hunt, Terry L., edîtor (2018). The Oxford handbook of prehistoric Oceania. Oxford handbooks. New York, NY: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-992507-0.
  11. ^ Jett, Stephen C. (6 hezîran 2017). Ancient Ocean Crossings: Reconsidering the Case for Contacts with the Pre-Columbian Americas (bi îngilîzî). University of Alabama Press. ISBN 978-0-8173-1939-7.
  12. ^ Acri, Andrea; Blench, Roger; Landmann, Alexandra (10 adar 2017). Spirits and Ships: Cultural Transfers in Early Monsoon Asia (bi îngilîzî). ISEAS-Yusof Ishak Institute. ISBN 978-981-4762-75-5.
  13. ^ Winter, Olaf; Clark, Geoffrey; Anderson, Atholl; Lindahl, Anders (2012). "Austronesian sailing to the northern Marianas, a comment on Hung et al. (2011)". Antiquity (bi îngilîzî). 86 (333): 898–910. doi:10.1017/S0003598X00047992. ISSN 0003-598X.
  14. ^ Heiske, Margit; Alva, Omar; Pereda-Loth, Veronica; Van Schalkwyk, Matthew; Radimilahy, Chantal; Letellier, Thierry; Rakotarisoa, Jean-Aimé; Pierron, Denis (26 nîsan 2021). "Genetic evidence and historical theories of the Asian and African origins of the present Malagasy population". Human Molecular Genetics (bi îngilîzî). 30 (R1): R72–R78. doi:10.1093/hmg/ddab018. ISSN 0964-6906.
  15. ^ a b "Science". AAAS (bi îngilîzî). doi:10.1126/science.1166858. Roja gihiştinê 24 nîsan 2026.
  16. ^ Bellwood, Peter S.; Renfrew, Colin; McDonald Institute for Archaeological Research, edîtor (2002). Examining the farming/language dispersal hypothesis. McDonald Institute monographs. Cambridge, UK : Oxford: McDonald Institute for Archaeological Research, University of Cambridge ; Distributed by Oxbow Books. ISBN 978-1-902937-20-5.
  17. ^ "PNAS". PNAS (bi îngilîzî). doi:10.1073/pnas.2026132118. PMC 8020671. PMID 33753512. Roja gihiştinê 24 nîsan 2026.
  18. ^ "Science". AAAS (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2026.
  19. ^ Van Tilburg, Jo Anne (21 hezîran 2022). Intelligent eyes: Visualising Rapa Nui (Easter Island) archaeology. ANU Press. rr. 271–283.
  20. ^ Langdon, Robert (1 hezîran 2001). "The bamboo raft as a key to the introduction of the sweet potato in prehistoric Polynesia". Journal of Pacific History. 36 (1): 51–76. doi:10.1080/00223340123312. ISSN 0022-3344.
  21. ^ Milton, Giles (1999). Nathaniel's nutmeg: how one man's courage changed the course of history. London: Sceptre. ISBN 978-0-340-69676-7.
  22. ^ Porter, Jonathan (2000). Macau, the imaginary city: culture and society, 1557 to the present. New perspectives on Asian history. Boulder, CO: Westview Press. ISBN 978-0-8133-3749-4.
  23. ^ Maroto Camino, Mercedes (1 kanûna paşîn 2005). Producing the Pacific. BRILL. ISBN 978-90-420-1994-2.
  24. ^ Pereda, Nathalie (30 îlon 2009). "Ferdinand Magellan - Guampedia". www.guampedia.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2026.
  25. ^ Kratoska, Paul (16 kanûna pêşîn 2021). "South East Asia". Kratoska, Paul. doi:10.4324/9781003101680.
  26. ^ Whiteway, R. S. (Richard Stephen) (1967). The rise of Portuguese power in India, 1497-1550. unknown library. London, Santiago de Compostela, Susil Gupta.
  27. ^ Thomas, Steven (25 nîsan 2006). "Portuguese in Japan". Steven's Balagan (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2026.
  28. ^ Henderson, James D.; Delpar, Helen; Brungardt, Maurice Philip; Weldon, Richard N., edîtor (2000). A reference guide to Latin American history. Armonk, N.Y: M.E. Sharpe. ISBN 978-1-56324-744-6.
  29. ^ a b Fernández-Armesto, Felipe (2006). Pathfinders: a global history of exploration (Çapa 1). New York: W. W. Norton. ISBN 978-0-393-06259-5.
  30. ^ Sigmond, J. P.; Zuiderbaan, L. H. (1979). Dutch discoveries of Australia: shipwrecks, treasures and early voyages off the west coast. Adelaide: Rigby. ISBN 978-0-7270-0800-8.
  31. ^ "Coles, Kenneth George, (30 June 1926–19 Jan. 2022), Chairman, Conveyor Co. of Australia Pty Ltd, 1957–91". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007. ISBN 978-0-19-954089-1.
  32. ^ Schurz, William Lytle (1922). "The Spanish Lake". The Hispanic American Historical Review. 5 (2): 181–194. doi:10.2307/2506024. ISSN 0018-2168.
  33. ^ Williams, Glyndwr, edîtor (2004). Captain Cook: explorations and reassessments. Regions and regionalism in history. Woodbridge, Suffolk, UK ; Rochester, NY, USA: Boydell Press. ISBN 978-1-84383-100-6.
  34. ^ a b "Pacific Ocean Britannica".
  35. ^ "Area of Earth's Land Surface - The Physics Factbook". hypertextbook.com. Roja gihiştinê 25 nîsan 2026.
  36. ^ Nuttall, Mark, edîtor (2005). Encyclopedia of the Arctic. New York: Routledge. ISBN 978-1-57958-436-8.
  37. ^ "IJOO, International Journal of Oceans and Oceanography, Oceanography Journals, Marine Science Journal, Research Journal, Research Publications, Indian Journal Publisher, Oceanography Journals, Marine Science Journal, Journals Publishers in India, Indian J". ripublication.com. Roja gihiştinê 25 nîsan 2026.
  38. ^ "Plate Tectonics". www.bucknell.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 nîsan 2026.
  39. ^ Young, Greg (2009). Plate Tectonics (bi îngilîzî). Capstone. ISBN 978-0-7565-4232-0.
  40. ^ "Limits of the Oceans and Seas". Nature (bi îngilîzî). 172 (4376): 484–484. 1953. doi:10.1038/172484b0. ISSN 1476-4687.
  41. ^ Basic Geography (bi îngilîzî). Goodwill Trading Co., Inc. 1998. ISBN 978-971-11-0165-7.
  42. ^ Bryant, Edward (2008). Tsunami: the underrated hazard. Springer-Praxis books in geophysical sciences (Çapa 2). Berlin New York Chichester, UK: Springer Published in association with Praxis. ISBN 978-3-540-74274-6.
  43. ^ "The Map That Named America (September 2003) - Library of Congress Information Bulletin". www.loc.gov. Roja gihiştinê 25 nîsan 2026.
  44. ^ "Making sure you're not a bot!". nla.gov.au. Roja gihiştinê 25 nîsan 2026.

Girdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]