Omer Xeyam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Omer Xeyam
Aramgeha Omar Xeyam li Nîşapûrê (Îran)

Omer Xeyam an Omerê (Emerê) Xeyam (bi farisî: عمر خیام‎ ’Omar-e Khayyām), * 18'ê gulanê 1048, li Nîşapûr, Parêzgeha Xorasanê, † 4'ê berfanbarê 1123, helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.

Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşapûrê, paytexta herêma Xorasanê li 1048 hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn. Li gor hin iddiayan Omer Xeyamî kurd e. Ji ber ku di nav farisan de sunî nîne û hemî faris şîa ne. Gorî şiayan Hz. Omer dijminê wan ê herî mezin e. Ji ber vê yekê ti carî navê Omer li xwe nakin.

Xayam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên astronomî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.

Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.

Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û şaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nîzam-ul-Mulkê Tusî bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam di 1123'an de wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward FitzGerald sala 1839 çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn.

Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Weşanxaneya Nûbiharê bi wergera Sabah Kara bi navê Rubaiyat ş'irên wî weşandîye.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]