Omero

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gundê Omera

Omera (bi tirkî: Tavşançalı) yek ji gundên kurdan ên li Anatoliyayê ye. Gund ser navçeya Kuluya parêzgeha Konyayê ye.

Serhejmara gund nêzîkî 5485 e. Gelek malbatên wê li derveyî Tirkiyeyê û Kurdistanê bi cih bûne (ji bo mînak Ewropa). Ji ber wê gelê gund gihîştiye dewlemendiyek mezin.

Bi gotina mezinên gund, berî ji Mêrdîn ango ji herêmê Omeryan piştre bav û kalên wan ji Semsûrê hatine van deveran. Kal û pîrên wan hêj jî dibêjin, ew ji êzdiyan tên, lê ji ber tirsa wê demê divê bûne viya înkar bikin, veşêrin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]