Orşelîm
Orşelîm
| |
|---|---|
Bajar, bajarê pîroz ê dînên Brahîmî, bajarê herî mezin, tourist destination, bajarê mezin, bajarê romayî û bajarê kevnare | |
| ירושלים | |
| Navê(n) din: | |
Orşelîm li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 31°47′Bk 35°13′Rh / 31.783°Bk 35.217°Rh | |
| Welat | Filistîn (herêm) |
| Îdîakirin | Filistîn û Îsraêl |
| Rêveberî | |
| Navçe | Navçeyên Orşelîmê |
| Wîlayet | Wîlayetên Orşelîmê |
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | 4 millennium b.z. |
| Sûrên bajarê kevn | 1541 |
| Şerê Orşelîmê | 18'ê Pûşperê 1948 |
| Jinûve Yekbûn | 7'ê Pûşperê 1967 |
| Qanûna Orşelîmê | 30'ê Tîrmehê 1980 |
| Îdarî | |
| • Cure | Encûmena Şaredariyê |
| • Encumen | Şaredariya Orşelîmê |
| • Şaredar | Nir Barkat |
| • Şaredarê Filistînê | Zaki al-Ghul |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 125.156 dunams (125,42 km2 or 4842 sq mi) |
| • Metro | 652.000 dunams (652 km2 or 252 sq mi) |
| Bilindahî | 754 m (2474 ft) |
| Nifûs | 936.425 (2019) |
| Demonîm | orşelîmî, qudsî |
| Etnîkî (2016)[2] | |
| • Cihû | 64% |
| • Ereb | 35% |
| Dem | UTC+3 () |
| Koda telefonê | +972-2 |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraêl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraêl û hem jî Filistîn bajarê Orşelîmê wekî paytexta xwe îdîa dikin.
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe [çavkanî hewce ye], Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.
Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma[çavkanî hewce ye]. Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna[çavkanî hewce ye]. Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz"[çavkanî hewce ye].
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bawermendên mesîhî û misilman bajar wekî "Bajarê Pîroz" (bi îngilîzî: the Holy City), "Qudsa Pîroz" û "Qudsa Şerîf" (Kudüs-i Şerif, Quds ash-Sharif) bi nav dikin.
Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Mertala Orşelîmê
-
Alaya bajarê Orşelîmê
-
Dîwarê rojava yê Orşelîmê
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ "Baitul Muqaddas". Book Home. 1 kanûna paşîn 2007 – bi riya Google Books.
- ^ "Facts and Figures". jerusalem.muni.il.
- ^ "LOCALITIES, POPULATION AND DENSITY PER SQ. KM., BY METROPOLITAN AREA(1) AND SELECTED LOCALITIES" (PDF). Israel Central Bureau of Statistics. Roja gihiştinê 18 îlon 2016.
| Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
