Çavkaniya vê gotarê kêm e yan jî tine ye û ji ber vê hindê peyitandina agahiyan ne gengaz e.
Ji bo bilindkirina asta vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Çi agahiya bê çavkanî be, dikare ji aliyê bikarhênerên din ve bê gumankirin, sererastkirin û valakirin. Nêrîna xwe ya di derbarê vê pirsgirêkê de li ser rûpela gotûbêja vê gotarê binivîse.
Împeratoriya Osmanî an jî bi fermî: Dûgela Berz a Osmanî, dewleteke dîrokî ye.
Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453an de Stembol (Konstantînopolîs) bi dest xistin û kirin paytexta xwe.
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhertinan hate dayîn û reform jî hate kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî ermenî û mesîhiyên din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna Fransa û Îngilîstanê. Piştî şerê azadîxwaz yên tirkan komara Tirkiyeyê yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.