Ötüken

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Otuken hat beralîkirin)

Ötüken paytexta împeratoriya kevnar a tirkan bû. Di tengrîzmê de xwedî cihekî girîng e.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev peyv ji bo danasîna çiyayê pîroz ê tirkên kevnar dihat bikaranîn. Tirkên qedîm bawer dikirin ku rihê Tengrî hatiye vî çiyayî û mafê îlahî daye serkirdeyê hemû eşîrên tirkan.[2]

Nivîsarên kevnar girîngiya pîroz a herêmê bi zelalî nîşan dide, wekî ku ji gotina Tonyukuk, fermandarê leşkerî yê dewleta kevnar a tirkan, dibêje "Heke hûn li welatê Ötüken bimînin, hûn ê nekevin tengasiyê. Heke hûn bimînin, li çiyayên Ötüken, hûn ê her û her li ser eşîran serwer bijîn!”[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Franke, Herbert. The Cambridge History of China. Cambridge University Press, 1994. ISBN 0-521-21447-5. Page 347.
  2. ^ Franke, Herbert. The Cambridge History of China. Cambridge University Press, 1994. ISBN 0-521-21447-5. Page 347.
  3. ^ "Breaking the Orkhon Tradition: Kirghiz Adherence to the Yenisei Region after A. D. 840". American Oriental Society. JSTOR 605932.