Ounie Lecomte
Ounie Lecomte | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 17 çiriya paşîn 1966 |
| Hevwelatî | Fransa, Komara Korêyê |
| Pîşe | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Ounie Lecomte (jidayîkbûn 1966, li Sêûlê) derhêner, nivîskar û lîstikvaneke fîlman ya fransî ye ku li Koreya Başûr ji dayîk bûye. Fîlma wê ya nîvbiyografîk ya pêşî di Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Hindistanê ya 40em de xelata derhênera herî baş bi dest xist.
Biyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di biçûkatiya xwe de, ew ji aliyê bavê xwe ve hatiye terkkirin. Bi qasî ku çîroka xwe di fîlma A brand new life de dibêje, ew di 9 salîya xwe de ji Koreya Başûr derketiye û çûye Fransayê[1], li wir ji aliyê malbateke protestan ve wek ewlad hatiye qebûlkirin. Ew li Saint-Germain-en-Laye, paşê li Saint-Raphaël mezin bûye û bi lîsansa xwe ya di dest de, qerar daye ku here Parîsê û li wir îqamet bike. Di sala 1989ê de, ew tevlî Studio Berçot bûye ku dersên dîzayna modayê bigire dema ku tevlî kurtefîlmên amatorî bûye ku dîqeta wê ya li ser sînemayê geş kiriye.
Di sala 1991 de rola Agathe, jineke çînî, dilîze di fîlma Paris s'éveille (Parîs şiyar dibe) yê derhêner Olivier Assayas de, berî ku biçe Koreyê da ku bi derhêneriya Seo Myung-Soo Seoul Metropolis-ê bikişîne. Fîlm di merheleya projeyê de dimîne, lê ew îmkan dibîne ku ew ji nû ve bi welatê xwe yê jêderk ve were girêdan. Piştî vedigere Parîsê, ew wek asîstana kostumê li ser Jiyana Nû ya Assayas xebitîye, bûye dîzaynera cil û bergên li ser Grande petite ya Sophie Fillières, demekê seyahet kiriye, senaryoyan nivîsiye. Telebên wê yên sînemayê zelaltir dibin. Di 2004ê de, ew Quand le Nord est d’accord nivîsiye û derhêneriya wê kurtefîlma bi meseleya kurtajê kiriye. Dû re derhênerî jê re eşkere xuya dike. Du sal şûn de, Ounie Lecomte ket Atelier Scénario de la Fémis ku li wir dest bi nivîsandina Une vie tout neuf [2], fîlma wê ya dirêj a pêşî, di 2009ê de li Koreya Başûr û di 2010ê de li Fransayê hatiye weşandin.
Ew endama komeleya Collectif 50/50 ye ku pêşxistina wekheviya jin û mêran û cihêrengiyê di sînema û sektora dengî de hedef digire[3]
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1991 : Paris Awakens ji aliyê Olivier Assayas ve (aktrîs)
- 2004 : Dema ku Bakur razî dibe (senaryo, produksiyon)
- 2009 : Heyatek nû (senaryo, produksiyon) [4]
- 2015 : Hêvî dikim ku tu bi dînîtî werî hezkirin (senaryo, produksiyon)
Not û referans
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Ounie Lecomte : à Corée à cri". Libération.fr (bi fransizî). 2010. Roja gihiştinê 22 gulan 2017.[girêdan daimî miriye]
- ^ "Ounie Lecomte". www.telerama.fr (bi fransizî). Roja gihiştinê 22 gulan 2017.
- ^ ."Femmes dans le cinéma : "La parité n'est pas qu'un problème de nana !"". LExpress.fr (bi fransizî). 18 gulan 2019. Roja gihiştinê 3 nîsan 2020.
- ^ AlloCine. "Ounie Lecomte". AlloCiné. Roja gihiştinê 22 gulan 2017.
Lînkên xaricî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ounie Lecomte di nav projeyên din ên Wikimediyayê de bigere: | |
| Medyayan ser Commonsê | |