Péter Magyar
| Prime Minister of Hungary (en) | |
|---|---|
| dp. | |
Viktor Orbán (en) | |
| Member of the National Assembly of Hungary (d) Individual Constituency Budapest No. 3 (d) | |
| dp. | |
| Seroka/ê partiya siyasî (en) | |
| dp. | |
| Endama/ê Parlamena Ewropayê Hungary (en) û Tisza party (en) | |
| - | |
Csaba Bogdán (en) | |
| Deputy party leader (en) | |
| - |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Navê rastî |
Magyar Péter |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
Parêzer, aktîvîstê siyasî (dp. ), dîplomat, siyasetmedar |
| Hevjîn |
Judit Varga (en) (ji heta ) |
| Xizm | |
| Partiyên siyasî |
Péter Magyar (jdb. (16ê adara 1981an) siyasetmedar û parêzerekî mecar e û serokê Partiya Tiszayê ye. Di hilbijartina Macaristan a 12ê nîsana sala 2016an de biser dikeve û bi vî awayî dawî li desthilatdariya 16 salan a Viktor Orbán aniye.[1][2]
Magyar ku parêzereke mecarî ye piştî xwepêşandanên li Mecaristanê, di sala 2006an de dest bi siyasetê dike. Ji sala 2024an vir ve endamê Parlamentoya Ewropayê ye.
Magyar endamekî berê partiya Fidesz a desthilatdar a Mecaristanê bû ku di sibata sala 2024an dema ku wî dest ji hemî erkên xwe yê fermî ragihandye û nerazîbûna xwe ya kûr ji awayê birêvebirina welat di dema skandala efûkirina serokatiyê de nîşan daye, bala seranserî welat kişandiye. Di 15ê adara sala 2024an de, wî niyeta xwe ya avakirina saziyeke siyasî ya nû yê ji bo welatiyên ku hem ji hikûmetê û hem jî ji opozîsyona welat nerazî ne ragihandiye.
Bi wergirtina serokatiya Partiya Rêz û Azadiyê ya berê ku zêde nedihat naskirin, bûye yek ji kesayetên opozîsyonê yên herî berbiçav.[3] Di hilbijartinên sala 2024an s parlamentoya Ewropayê de, partiya wî piştî Fidesz di rêza duyemîn de bû ku bi qasî ji %30ê dengan wergirdigire; ev rêje û hejmara dengan a herî bilind bû ku ji sala 2006an vir ve ji xeynî Fidesz ji her partiyek din bi dest xistiye. Ew xwe wekî lîberalek "rexnegir" ê alîgirê Ewropayê û muhafezekar bi nav kiriye.[4][5]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Jiyana despêkê û perwerdehiya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Péter Magyar di 16 adara sala 1981ê de li Budapestê wekê kurê dê û bavên István Magyar û Mónika Erőss ji dayik bûye. Wî xwendina xwe li Budapeştê û li Zanîngeha Humboldt a Berlînê di çarçoveya bernameya Erasmus de temam kiriye û di sala 2004an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Katolîk a Pázmány Péter bawernameya xwe wergirtiye.[6] Wî li Dadgeha Metropolitan dest bi kariyera xwe ya pîşeyî kiriye û piştî ku di azmûnên hiqûqê de serkeftî bûye, di warê hiqûqa navneteweyî de xebitiye. Di heman demê de di warên hiqûqa pargîdaniyên, bazirganî û hiqûqa pêşbaziyê de di veberhênanên wan ên li Macaristanê de alîkariya pargîdaniyên pirneteweyî kiriye.
Jiyana kesane
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wî di 1ê nîsana 2005an de li şahiyekê bi Judit Varga nas kiriye û ew di sala 2006an de zewicîne.[7] Sê kurên wan hene û kurê wan ê yekem di sala 2008an de hatiye dinyayê. Heta ku ew li wezareta dadê ji bo wezîfeyekê hatiye erkdarkirin, malbata Varga çend salan li Brukselê jiyane û piştî erkdarkirinê wî ew vegeriyane Budapeştê.[8] Ew û hevjîna wî di adara sala 2023an de ragihandine ku ew ji hev cuda dibin.[9]
Di nav malbata wî de kesayetên girîng ên siyaseta Mecaristanê hene ku di nav wan de dadwerek û serokkomarekî berê heye. Bapîrê wî, Pál Erőss, dadwerek bû ku bernameyeke televîzyonê ya populer li ser mijarên qanûnî pêşkêş kiriye. Apê wê yê mezin, Ferenc Mádl, ji 2000an ve heta sala 2005an wekê serokkomarê Mecaristanê xebitiye û dayika wî di sektora hiqûqî de dixebitiye.[3][10]
Di meha tîrmeha 2025an de, Magyar neçar maye ku hemî mal û milkên xwe ji ber qanûnek ku ji aliyê hikûmeta Fidesz ve hatiye derxistin eşkere bike. Ev qanûn eşkere kiriye ku Magyar xwediyê çar milk (du apartman, qerajek û zeviyek vala ye) û veberhênan û bi qasî 86.4 milyon forint (nêzîkî 253.000 dolarê amerîkî yên di tîrmeha 2025an de) pereyên wî hebû.[11]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berî ku Fidesz were ser desthilatê, Magyar di xwepêşandanên 2006an de nûnertiya hiqûqî û bi alîkariya bêpere bûye alîkarê çalakvanên dij-hikûmetê. Piştî ku Fidesz di hilbijartinên parlemanî yê sala 2010an de hatiye ser desthilatê, ew wekî karmendeke sivîl li Wezareta Karên Derve hatibû erkdarkirin. Di heman demê de ew tevlî Nûnertiya daîmî ya Mecaristanê ya li Yekîtiya Ewropayê bûye. Péter Magyar sala 2015an de li ofîsa serokwezîr dest bi kar kiriye. Di îlona sala 2018an de jî rêveberiya hiqûqî ya Yekîtiya Ewropayê ya Banka MBH a dewletê kiriye.
Cûdabûna ji Fideszê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Magyar yekem car piştî skandala efûkirina serokatiyê ya têkildarî Katalin Novák bi rexnekirina rayedarên hikûmetê ketiye rojevê. Di sibata sala 2024an de, wî tomareke dengî weşandiye ku wî bi dizî bêyî agahdarî an razîbûna wê ku wê demê wezîrê dadê bû, tomar kiriye. Di vê tomarê de hatiye eşkere kirin ku di nîsana sala 2023an de, serokkomarê Macaristanê Katalin Novák efûyek serokatiyê daye Endre Kónya ku cîgirê rêveberê maleke zarokan a dewletê ya li nêzîkî Budapeştê bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kassam, Ashifa; Garamvolgyi, Flora (13 nîsan 2026). "Hungarian opposition ousts Viktor Orbán after 16 years in power". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Viktor Orbán ousted after 16 years in power as Hungarian opposition wins election landslide". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ a b Bayer, Lili (25 adar 2024). "'The time is here': the ex-government insider shaking up Hungarian politics". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ Serdült, Viktória (18 kanûna pêşîn 2024). "At last, a figure has emerged who could wrench power from Viktor Orbán in Hungary". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Wyborcza.pl". wyborcza.pl. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Curriculum vitae | Péter MAGYAR | MEPs | European Parliament". www.europarl.europa.eu (bi îngilîzî). 16 adar 1981. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ Kassam, Ashifa; Garamvolgyi, Flora (10 nîsan 2026). "Who is Péter Magyar, the man leading the polls as Hungary prepares for election?". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "In an open cage – interview with Judit Varga and Péter Magyar". Képmás (bi îngilîzî). 3 sibat 2020. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Válik Varga Judit igazságügyi miniszter". telex (bi macarî). 7 adar 2023. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Egyszemélyes háborút indított a rendszer ellen - Ki is valójában a első számú közellenségnek kikiáltott Magyar Péter?". Blikk (bi macarî). 20 sibat 2024. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.
- ^ "Négy ingatlan, festmények, 86 milliós megtakarítás – nyilvános Magyar Péter vagyonnyilatkozata". telex (bi macarî). 10 tîrmeh 2025. Roja gihiştinê 13 nîsan 2026.