Pêçange
Xuyakirin

Pêçange, kilora bêçiyê yek ji cureyên kilorê ye. Li Kurdistanê û tevahiya herêmên gelên îranî bi heman navê tê naskirin. Bi forma paçanga boregi derbasê romî (tirkî) jî bûye. Ji bêjeya pêçî (bêçî) û pêçandinê ye, lewra şikevayê dipêçin dişibînin pêçiyê. Li tevahiya herêmên Kurdistanê pêçange hezkirî ye.
Ji şikevayê ye, ji yek pelek tê amadekirin. Ji bo dagirtinê penîr rûn, fireng, bexdenûs, îsot û cureyên goştên hêrayî tên bikaranîn. Bo çêjdanê cureyên biharatê (biharbêhn) jî dikarin bên zêdekirin.
Berkelîna (kelûmêl, melzeme) xwarinê hûrtenikî tê tîkekirin (cengekirin) û wê dixin nava pelhevîrkê. Pelhevîr bi dirûvê sîgarayê yan bêçiyê (tilî) tê pêçandin. Di nava rûn de tê biraştin û daberandin.
Cureyên pêçangeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Pêçange
- Kilora sêpelî, pêçangeya sêbirrî, kilora tilîkî ya sêqatî (bi tesîra tirkî boreg sîgara yan sîgara boregî jî dibêjin).
![]() | Ev gotara têkildarî xwarinekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |