Pêşangeha Pirtûkan ya Frankfurtê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê

Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê ya Navneteweyî mezintirîn pêşangeha pirtûkane li Cîhanê ye.

Her sal di meha dehan de li Frankfurtê ev pêşangeh tê vekirin û 5 rojan berdewam dike.

Dîroka vekirina vê pêşangehê dîrokeke dûr û dirêj e, ew xwe dirêjî 500 salên derbasbûyî dike. Nêzîkî bajarê Frankfurtê li Mainzê, Johannes Gutenberg ku yekemîn kes bû li Ewropa çapxane peyda kir û dest bi çapkirina pirtûkan kir, ligel 3 kesên din Johannes Fust, Peter Schoffer û Konrad Kenkîs, li bajarê Frankfurtê pirtûk daxistin bazarê û pêşangeha wan vekirin.

Heya sedsala 17 li Ewropa Frankfurt weke navenda pêşangeha pirtûkan dimîne.

Piştre demeke dirêj bajarê Almanî Leipzîg weke navend dimîne. Piştre careke din ew navend li Frankfurtê vedigere û cara yekemîn bi awayekî fermî di sala 1949 de li kilîseyeke bi navê Kilîseya Paul ji aliyê Komeleya Pirtûkfiroşên Alman ve ew tê vekirin û heya roja îro berdewam dike.