Here naverokê

Pêşdîrok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xêzeke xeyalî li ser du kesên ji çaxa pêştarîxî ku amûreke kevirî çêdikin

Pêşdîrok an pêştarîx (bi inglîzî: prehistory), heyama tarîxa mirovahiyê ya beriya nivîsînê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên ewilî nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe.[1][2] Bikaranîna sembol, nîşan û resman di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê beriya 5000 salan hatine der û ji bo ku sîstema nivîsînê bi berfirehî were qebûlkirin bi hezaran sal derbas bûye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine qebûlkirin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê çaxê di herêmekê de dibe ku ji herêmên din cuda be.[3] Bo nimûne bi giştî tê qebûlkirin ku çaxa pêştarixî li Misirê li dora 3100an b.z. de bi dawî bûye lê li Gîneya Nû gelek nû, li dor sala 1900an p.z. de, bi dawî bûye.

Lêkolîna pêştarîxê beşeke dîsîplîna arkeolojiyê ye lê ji çend dîsîplînên wekî biyolojî, botanîk, cografya, jeolojî, antropolojî û zoolojiyê sûd werdigire.[1]

Metodên lêkolînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkaniya malûmatan a sereke ji bo pêştarîxê arkeolojî ye (beşeke antropolojiyê), lê hin zanyar delîlên ji ilmên tebiî û civakî jî bi kar tînin.[4][5][6] Lêkolînerên pêştarîxê kolandin, lêkolînên jeolojîk û cografî, û analîzên din ên ilmî ji bo peydakirin û şirovekirina tebîet û helwestên mirovên nexwendewar bi kar tînin.[7]

Antropolojiya kulturî ji bo têkiliyên civakê, ku tê re objeyên mirovan di nav civakê de berbelav dibe, kontekstê temîn dike, bi vî awayî analîzkirina her objeyê di çarçoveya mirovên pêştarîxê de mimkûn dibe.[8] Ji ber vê yekê daneyên di derheqê pêştarîxê de ji hêla ilmên û civakî yên cûrbecûr ve wekî antropolojî, arkeolojî, arkeoastronomî, zimannasiya miqaseyî, biyolojî, jeolojî, genetîka molekuler, paleontolojî, palînolojî, antropolojiya fizîkî û gelekên din tên peydakirin.

Tarîxnas di dabeşkirina pêştarîxa mirovahiyê de bi giştî sîstema sê çaxî bi kar tînin. Ev sîstem pêştarîxê li gorî teknolojiya mirovan a çêkirina amûrên wan dabeş dike: Çaxa kevirî, Çaxa bronzî û Çaxa hesinî.[9]

 Gotara bingehîn: Çaxa kevirî

Çaxa kevirî an jî serdema kevirî çaxeke pêştarîxî ya fireh e ku kevir ji bo çêkirina amûran dihat bikaranîn. Ev çax bi qasî 3,4 mîlyon salan dewam kir[10] û bi destpêka kêsimandina metalan[11] di navbera 4.000 b.z. û 2.000 b.z. de qediya. Terma "çaxa kevirî" di arkeolojiya piraniya cihên cîhanê de bi kêr tê, her çend e ku di arkeolojiya hin cihên din de navên din werdigire. Dabeşkirina li jêr ji bo Ewrasyayê tê bikaranîn lê ne li seranserê hemû herêmê.

 Gotara bingehîn: Paleolîtîk
Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn li gorî genetîka nifûsî ya mitokondriyê bi hejmarên ku hezar salên berî niha (rastbûna wê tê nîqaşkirin)

"Paleolîtîk" tê maneya "Çaxa kevirî ya kevn", û bi bikaranîna amûrên kevirî yên ewilî dest pê dike. Paleolîtîk beşa herî kevn a Çaxa kevirî ye.

Ji beşa destpêkê ya Paleolîtîkê re Paleolîtîka jêrîn tê gotin, ku ji Homo sapiens kevntir e. Paleolîtîka jêrîn nêzîkî 2,5 mîlyon sal berê bi Homo habilis (û cinsên têkildar) û amûrên kevirî yên herî kevn dest pê dike.[12] Delîlên li ser kontrolkirina agir ji aliyê mirovên kevn ve di çaxa Paleolîtîka jêrîn de ne diyar in an jî çavkaniyên wan ên ilmî gelek kêm in.[13] Çavkaniyên herî nû piştgirî didin ku bi qasî heta niha tê zanîn bikaranîna agir a herî kevn li Şikefta Wonderwerk, Afrîkaya Başûr, berî 1 mîlyon salan pêk hatiye.[13][14] Herwiha tê qebûlkirin ku Homo erectus an Homo ergaster di navbera 790.000 û 690.000 berî dema niha de li Pira Bnot Ya'akov, Îsraêlê agir çêkirine.[15] Bikaranîna agir îmkanê daye mirovên kevn da ku xwarinê çêkin, germahiyê peyda bikin, û bi şevan ronahiya wan hebe.

Homo sapiensên kevn bi qasî 200.000 sal berê peyda bûne, pê re Palaeolîtîka navîn dest pê kiriye. Guherînên anatomiyê nîşan didin ku kapasîteya zimên a nûjen jî di dema Paleolîtîka navîn de derketiye.[16] Di çaxa paleolîtîka navîn de, delîlên pêşîn ên teqez ên bikaranîna agir ji aliyê mirovan ve hene. Hestî û darên şewitandî yên ku wek 61.000 berî dema niha re hatine tarîxkirin li şûnwarên Zambiyayê hene. Binaxkirina miriyan a sîstematîk, muzîk, hunerên kevn, û bikaranîna amûrên sofîstîke yên bi gelek parçeyan hedîseyên giring ên Paleolîtîka navîn in.

Li seranserê Paleolîtîkê, mirov bi gelemperî wekî neçîrvan-komkerên koçer dijiyan. Civakên neçîrvan-komker pir piçûk û wekhevîxwaz bûn,[17] her çend civakên neçîrvan-komker, ên ku xwedan gelek kereseyan an jî teknîkên depokirina xwarinan ên pêşketî, carinan şêweyekî jiyanê yê nekoçer afirandine, ku tê de pêkhateyên civakî yên kompleks mîna serokêşîran[18] û tebeqeyên civakî jî hebûn.

 Gotara bingehîn: Mezolîtîk
Kanoyên ji nitirandina daran çêkirî

Mezolîtîk (ji yewnanî mesos, 'navîn', û lithos, 'kevir') an jî Çaxa kevirî ya navîn, çaxek e di pêşvexistina teknolojiya mirovahiyê de bû ku di navbera çaxên Paleolîtîk û Neolîtîkê de ye.

Çaxa mezolîtîkê bi taybetî li Ewropayê di dawiya çaxa Pleîstosenê de, anku 10.000 berî dema niha dest pê kir û bi destpêka çandiniyê bi dawî bû, ku tarîxa wê li gorî herêman diguhere.[19] Li hin deveran wekî Rojhilata Nêzîk, çandinî berî ku Pleîstosen bi dawî bibe dest pê kiribû, û li wan deveran Mezolîtîk kurt e û baş nayê tarîfkirin. Li deverên ku tesîra qeşagirtinê hindik e, carinan terma "Epîpaleolîtîk" çêtir tê girtin.

Bermahiyên ji vê çaxê hindik in, pir caran tenê paşmayiyên xwarinan wekî hestiyên heywanan mane. Li deverên daristanî, nîşanên darbirînê yên ewil hatine dîtin, her çend destpêka darbirînê ya bi awayekî cidî di dema neolîtîkê de ji ber çandiniyê hatibe.

Xisûsiyetên mezolîtîkê li piraniya deveran bi amûrên têkel ên biçûk ji kevirên hesteyan tê diyarkirin. Taxima şokan, tevşoyên kevirî, û objeyên darîn, wek kano û kevanan, di hin şûnwaran de hatine dîtin. Ev teknolojî herî pêşî li Afrîkayê di kulturên Azîlî de derketine holê. Dûre bi riya kultura Îbero-Maurusî (Mexrib) ya Afrîkaya Bakur û kultura Kebaran a Levantê li Ewropayê belav bûne. Feqet vedîtinên serbixwe jî carinan tên teorîzekirin.

 Gotara bingehîn: Neolîtîk

"Neolîtîk" tê maneya "Çaxa kevirî ya nû". Tevî ku di Paleolîtîkê de çend cinsên mirovan hebûn, heta Neolîtîkê tenê Homo sapiens sapiens maye.[20] (Dibe Homo floresiensis heta destpêka neolîtîkê, nêzîkî 12.200 sal berê, jiyabe.)[21] Ev çaxeke pêşketinên teknolojîk û civakî yên prîmîtîv bû. Neolîtîk di nêzîkî 10.200 b.z. de li hin cihên Rojhilata Navîn dest pê kir, û li deverên din ên cîhanê paşê dest pê kir.[22] Di navbera 4.500 û 2.000 b.z de bi dawî bû. Neolîtîk pêşveçûneke xisûsî û guherînên tevgerî û kulturî ye ku tê de bikaranîna dehlên kovî û xwemalî û heywanên kedîkirî jî pêk hatiye.

Çaxa neolîtîkê bi çandiniyê dest pê kir, ku "Şoreşa Neolîtîkê" çêkir. Çandiniya neolîtîk a destpêkî bi çend cinsên nebatên kedîkirî û kovî, û xwedîkirina kûçik, mih û bizinan re mehdûd bû. Di serdema neolîtîkê de pêşketina gundên ewilî, çandinî, kedîkirina heywanan, amûr, û şerên herî kevn ên qeydkirî pêk hatine.[23] Meskenên mirovan mayindetir bûn. Xaniyên girover ên ji kerpîçê çêkirî û bi tenê odeyekê li hin ji wan meskenan de hebûn. Dibe ku dîwarekî kevirî li derdora meskenan hebûn da ku heywanên kedîkirî tê de xwedî bikin û şêniyan ji eşîrên din biparêzin. Meskenên ku dûre hatin, xwedî xaniyên kerpîçî yên çargoşeyî ne ku malbatan wê demê di tenê odeyekê de an jî di gelek odeyan de bi hev re dijiyan. Vedîtinên definkirinê, kulteke bav û kalan dide pêşî ku mirovan kiloxên miriyên xwe diparastin. Kultura Vinčayê dibe ku sîstema nivîsînê ya herî pêşîn afirandibe.[24] Kompleksên mabeda megalîtîk ên Ġgantija bi avahiyên xwe yên gewre berbiçav in. Her çend hin civakên ewrasyayî yên neolîtîka dereng mîrektiyên tebeqekirî yên tevlihev û hetta dewletan ava kiribin jî, dewletên pêşîn li Ewrasyayê piştî derketina metalurjiyê hatine damezrandin, û piraniya civakên neolîtîkê bi giştî cikavên sade û wekhevîxwaz bûn.[25] Hejmareke mezin a derziyên ji hestî û qiloçan çêkirî hatine vedîtin, ku ew ji bo girêdana çermê îdeal in lewra wisa dixuye ku piraniya cilûbergan ji çermên heywanan hatine çêkirin. Kevirên qulkirî hatine vedîtin ên ku (li gorî mezinahiyê) dibe wek serê girover ê teşiyan an jî giraniya tevnan hatibin bikaranîn[26][27][28] lewra cil û kitanên ji hiriyê çêkirî di dawiya neolîtîkê de[29][30] dibe ku derketibin holê.

Çaxa neolîtîkê bi belavbûna amûrên metalî re (di çaxa paxirî an çaxa bronzî de; an jî li hin herêmên cografî di çaxa hesinî de) bi dawî bûye.

Hunera hunermendekê li ser bajarekî bi dîwaran a Serdema Paxirî, Los Millares, Îberîa
 Gotara bingehîn: Kalkolîtîk

Di arkeolojiya Dinyaya Kevn de, "Kalkolîtîk", "Eneolîtîk" an "Çaxa paxirî" qala çaxeke veguhêz dike ku di vê demê de hem metalurjiya paxirê ya pêşîn xuya dibe hem jî amûrên kevirî bi berfirehî tên bikaranîn. Hin çek û amûr di vê çaxê de ji paxirê hatine çêkirin. Ev çax ji aliyê karakterê ve bi giranî hîn çaxa neolîtîkê bû lê belê ev qonaxeke çaxa bronzî ye berî ku were kişfkirin ku bi tevîhevkirina qelay û paxirê re madeneke reqtir, bronz, çêdibe. Çaxa paxirî pêşî wekî çaxeke veguhêz di neqeba neolîtîk û çaxa bronzî de dihat tarîfkirin. Lê belê ji ber ku bi bikaranîna metalan tê karekterîzekirin, çaxa paxirî wek parçeyeke çaxa bronzî tê hesibandin.[31]

Kaniya paxirê ya kalkolîtîk li Geliyê Timna, Çola Negev, Îsraêl

Şûnwareke arkeolojîk li Serbistanê delîlên herî kevn ên ewledar ên çêkirina paxirê di germahiya bilind de ji 7.500 sal berê dihundirîne. Vedîtinên di hezîrana 2010an de qeydên helandina paxirê bi qasî 800 salan kevntir dike, û îddia dike dibe ku helandina paxirê ji cihekî belav nebûbe lê belê di wê demê de li deverên cuda yên Asya û Ewropayê, bi awayekî ji hev serbixwe hatibe îcadkirin.[32] Diyardeya metalurjiyê dibe ku ewilî di Hîlala Bibereket de hatibe pê, ku li wê derê di berî zayînê hezarsala 4an de bûye sebeba çaxa bronzî (nêrîna tradîsyonel). Lê belê vedîtinên ji kultura Vinčayê ya Ewropayê niha bi ewlehî hatine tarîxkirin ku ji yên Hîlala Bibereket hinek kevntir in. Delîlên derxistina paxirê li Geliyê Timnayê di navbera 9000 - 7000 sal berê de heye.[33] Prosesa veguhastina ji neolîtîk ber bi kalkolîtîkê ve li Rojhilata Navîn di çêkirina amûrên kevirî yên arkeolojîk de bi kêmbûna kirîn û bikaranîna materyalên xav a kalîteya bilind ve tê diyarkirin. Afrîkaya Bakur û Geliyê Nîlê teknolojiya xwe ya hesinî ji Rojhilata Nêzîk îthal kir û pêşketinên çaxa bronzî û hesinî bi riya Rojhilata Nêzîk şopand. Lê belê çaxa hesinî û bronzî di heman demê de li piraniya Afrîkayê rû da.

Serdema bronzî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Serdema bronzî
Wêneyekî gîsinekî ku gayekî radikişîne û nivîsek, Misir, d. 1200 b.z

Serdema bronzî serdema herî kevn e ku tê de hin şaristanî bi danasîna tomarên nivîskî ve gihiştine dawiya pêşdîrokê. Ji ber vê yekê Serdema bronzî an jî parçeyên wê tenê ji bo herêm û şaristaniyên ku di demên siberojê de pergaleke tomarkirina nivîsînê pejirandine yan îcad kiriye wekî beşeke ji pêşdîrokê tên hesibandin. Îcada nivîsandinê li hin deveran li destpêka Serdema bronzê rast tê. Piştî xuyabûna nivîsîne, mirovan hema dest bi afirandina nivîsan kir ku tê de vegotinên nivîskî yên bûyeran û tomarên mijarên îdarî jî hebûn.[34]

Têgiha Serdema bronzê nîşanî serdemeke di pêşketina çanda mirovî de dike ku tê de şixulîna metalê ya herî pêşketî (herî kêm di bikaranîna sîstematîkî û berbelav de) di nava xwe de teknîkên helandina sifir û qelayê ji derzavên xwezayî yên kanzayan û dû re lihevxistina wan ji bo darijandina bronzê dihundirîne.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. 1 2 Fagan 2020, r. 13-14
  2. Renfrew, Colin. 2008. Prehistory: The Making of the Human Mind. New York: Modern Library
  3. Connah, Graham (11 gulan 2007). "Historical Archaeology in Africa: An Appropriate Concept?". African Archaeological Review (bi îngilîzî). 24 (1–2): 35–40. doi:10.1007/s10437-007-9014-9. ISSN 0263-0338.
  4. The Prehistory of Iberia: Debating Early Social Stratification and the State edited by María Cruz Berrocal, Leonardo García Sanjuán, Antonio Gilman. Pg 36.
  5. Historical Archaeology: Back from the Edge. Edited by Pedro Paulo A. Funari, Martin Hall, Sian Jones. r. 8.
  6. Through the Ages in Palestinian Archaeology: An Introductory Handbook. By Walter E. Ras. p. 49.
  7. Fagan, Brian. 2007. World Prehistory: A brief introduction New York: Prentice-Hall, Seventh Edition, Chapter One
  8. Renfrew, Colin. 2008. Prehistory: The Making of the Human Mind. New York: Modern Library
  9. Matthew Daniel Eddy, edîtor (2011). Prehistoric Minds: Human Origins as a Cultural Artefact (bi îngilîzî). Royal Society of London. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 îlon 2014.
  10. "Oldest tool use and meat-eating revealed | Natural History Museum" (bi îngilîzî). 18 tebax 2010. Ji orîjînalê di 18 tebax 2010 de hat arşîvkirin.
  11. Editors, History com. "Stone Age". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2020. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  12. The Essence of Anthropology 3rd ed. By William A. Haviland, Harald E. L. Prins, Dana Walrath, Bunny McBrid. Pg 83.
  13. 1 2 Berna, Francesco; Goldberg, Paul; Horwitz, Liora Kolska; Brink, James; Holt, Sharon; Bamford, Marion; Chazan, Michael (15 gulan 2012). "Microstratigraphic evidence of in situ fire in the Acheulean strata of Wonderwerk Cave, Northern Cape province, South Africa". Proceedings of the National Academy of Sciences (bi îngilîzî). 109 (20): E1215–20. doi:10.1073/pnas.1117620109. ISSN 0027-8424. PMC 3356665. PMID 22474385.
  14. Gowlett, J. A. J. (23 gulan 2016). "The discovery of fire by humans: a long and convoluted process". Philosophical Transactions of the Royal Society B: Biological Sciences (bi îngilîzî). 371 (1696): 20150164. doi:10.1098/rstb.2015.0164. PMC 4874402. PMID 27216521.
  15. Rincon, Paul (29 nîsan 2004). "Early human fire skills revealed". BBC News. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2007.
  16. Race and Human Evolution. By Milford H. Wolpoff. p. 348.
  17. Vanishing Voices : The Extinction of the World's Languages. By Daniel Nettle, Suzanne Romaine Merton Professor of English Language University of Oxford. pp. 102–103.
  18. Earle, Timothy (1989). "Chiefdoms". Current Anthropology (bi îngilîzî). 30 (1): 84–88. doi:10.1086/203717. JSTOR 2743311.
  19. "Mesolithic | Definition, Technology, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 hezîran 2021.
  20. "World Museum of Man: Neolithic / Chalcolithic Period" (bi îngilîzî). World Museum of Man. Ji orîjînalê di 21 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tebax 2013.
  21. Lyras; û yên din. (2008). "The origin of Homo floresiensis and its relation to evolutionary processes under isolation". Anthropological Science (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2017.
  22. Figure 3.3 from First Farmers: The Origins of Agricultural Societies by Peter Bellwood, 2004
  23. "The Perfect Gift: Prehistoric Massacres. The twin vices of women and cattle in prehistoric Europe" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 hezîran 2008 de hat arşîvkirin.
  24. Winn, Shan (1981). Pre-writing in Southeastern Europe: The Sign System of the Vinča Culture ca. 4000 BC. Calgary: Western Publishers.
  25. Leonard D. Katz Rigby; S. Stephen Henry Rigby (2000). Evolutionary Origins of Morality: Cross-disciplinary Perspectives (bi îngilîzî). United kingdom: Imprint Academic. r. 158. ISBN 978-0-7190-5612-3. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2020.
  26. Gibbs, Kevin T. (2006). "Pierced clay disks and Late Neolithic textile production". Academia (bi îngilîzî). Academia.org. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.
  27. Green, Jean M (1993). "Unraveling the Enigma of the Bi: The Spindle Whorl as the Model of the Ritual Disk". Asian Perspectives (bi îngilîzî). 32 (1): 105–124. Ji orîjînalê di 11 sibat 2015 de hat arşîvkirin.
  28. Cook, M (2007). "The clay loom weight, in: Early Neolithic ritual activity, Bronze Age occupation and medieval activity at Pitlethie Road, Leuchars, Fife". Tayside and Fife Archaeological Journal (bi îngilîzî). 13: 1–23.
  29. Harris, Susanna (2009). "Smooth and Cool, or Warm and Soft: Investigatingthe Properties of Cloth in Prehistory". Academia (bi îngilîzî). Academia.edu. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.
  30. "Aspects of Life During the Neolithic Period" (PDF) (bi îngilîzî). Teachers' Curriculum Institute. Ji orîjînalê (PDF) di 5 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.
  31. Sasha Blakeley; Christopher Muscato (2023). "Copper Age / Chalcolithic Age". Study.com.
  32. "Serbian site may have hosted first copper makers". ScienceNews (bi îngilîzî). 17 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 8 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2015.
  33. "Timna". Biblical Archaeology – Maps and Findings.
  34. "The University of Chicago Magazine: Features". magazine.uchicago.edu.