Tevkariya kurdan ji zanistê re

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pêşveçûna zanistî ya kurdan hat beralîkirin)

Tevkariya kurdan jî zanistê re an Bipêşxistina zanistê ji aliyê zanistvanên kurd ve, yan jî xebatên kurdan ên zanistiyê,
Bê guman xwezaya Kurdistanê, ji berê û pêş ve xwezayeke wisan geş û xweş bûye ku hertim zanist û şaxên wê tê de geş bûne û berepêş çûne. Tê dîtin ku di kûrahiya dîrokê de herdem zanistvan ji nava kurdan derketine û di gelek şaxên zanistê yên weke stêrnasî, civaknasî, muzîknasî, fizîk, kîmya, dîrok û matematîk û felsefê de xebitîne û bi pêş ve birine.

Di van demên dawiyê de civaknasê faris Elî Şerîetî (1933 - 1977) li ser xebata zanayên kurd rawestiyaye û gotiye:

Ji dema kurdên Gutî û Împeratoriya Medê heta dema Îslamiyetê jî, zanistvanên mezin ji kurdan rabûne, xasma jî di Serdema zêrîn a îslamê de pir têne dîtin.

Tabletekî gutiyan, Bi zimanê akadiyan ve nivîsandiye

Muzîkologê bi navûdeng Ziryab (789 - 857) têla 5an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî tesîreke mezin li muzîka herêmê kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn. Ziryab ne tenê li ser muzîkê di şaxên zanistê ên wek coxrafya û kozmolojiyê de jî pispor bû.[2]

Ziryab distre, Di mînyatorekî de

Dînewerî (820 - 896) di sedsala 9an de li ser stêrnasiyê, girtina berê rojê, meteorolojî, lajwerd, riweknasî, erdnîgarî, matematîk, dîrok û di gellekî şaxên zanistê de pirtûk nivisiye. Pirtûka wî a herî navdar Kitab el-Nebat e li ser riweknasiyê ye û 6 cîld e, ji ber wî yekê weke "Bavê riweknasiyê" tê nasîn.
Pirtûka wî a yek jî "Kitab'ul-qible we'z-Zewal" (Pirtûka pozîzyona stêrkan) e ku ji bo astronomiyê gellekî girîng e.
Dînewerî xwediyê çavdêriya astronomiyê bû ku ew çavdêriya nêzikî du sed sal hatiye xebitandin û piştî erişên moxolan ve hatiye xirabkirin.[3]

Îbn Fedlan gerok û niviskarekî sedsala 10an e, Berhema wî ya giring Kitab ilî Malik Seqalîb e, Îbn Fedlan di vê pirtûka xwe de behsa welatên ku li digere hemî di berhema xwe de nivîsiye.[4]

Nivîsekî Îbn Fedlan, bi zimanê erebî

Şihabedînê Suhrewerdî (1155 - 1191) damezrênerê Îşraqîtîyê ye, felsefeya Rojhilata navîn ya Îslamê de fîlozofê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên misilman û gelek fîlozofên Ewropayî vekiriye.[5]

Ji Amedê Îbnûl Ezraq (1116-1176) ku ji Farqînê bû pirtûkek bi navê Tarîxî Meyafarkin (Dîroka Meyafarqînê) bi zimanê erebî dinivîse û tê de behsa Dîroka Farqînê û dîroka dewletên kurdan dike.

Fizîknasê navdar Îsmaîlê Cizîrî (1153 - 1233) bingeha zanistiya robot û Sîbernetîkê, di sedsala 12an de avêtê. Cizîrî pirtûkek bi navê Kîtab ul-Hiyel (Pirtûka Huneran) nivîsiye û tê de digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkê jî kiriye. Herçiqas pirtûka wî a orjînal xwe negihandibe dema me ya niha jî, lê kopyaya 15 ji wan xwe gehandine roja me, deh ji wan berhemên wî, di mûzeyên Ewropayê de, 5 jî di mûzeyên Tirkiye de li Stenbolê di mûzeya Suleymaniye û Topkapıyê de ne.[6] Pirtûka Cizîrî ji şeş beşan pêk tê.
Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.
Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.
Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.
Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.
Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene.
Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.

Saeta fîlê a El-cizîrî
Wêneyek ji pirtûka El-cizîrî, Diyagrama makîneyên bi hêza hilkişîna avê, (Ev li Stenbolê ye)
Çêkirina El-Cizîrî ya ji bo rakirina avê

Kemaledînê Yûnis (1156 - 1241) yek ji zanyarekî kurd ê mezin e ku pisporê stêrnasî, fizîk, û matematîkê bû. Di sedsala 12e û 13an de pirsgrêkên matematîk yên ku kesî nizanibiya wî serrast dikir.[7] Gelek xebatên balkêş li ser zanistê kiriye û li pê xwe pirtûkên girîng hîştiye.[8]

Ji Malbata Îbnûl Esîr ku bi xwe ji Cizîrê bûn, (Mecdedîn, Elî û Diyadîn) sê bira hersê jî nivîskarên serdema navîn yên Îslamê bûn. Ji van birayan yê navdar Elî ye ku bi berhema xwe a bi navê "El Kamîl fî tarîx" tê nas kirin. Elî evî pirtûka xwe di navbera salên 1230-1231'an li bajarê Mûsilê nivîsiye.[9]

Îbn Xelikan (1211 - 1282) dîroknas û nivîskarê biyografiyê ye li pê xwe pirtûka xwe a bi navê Mirina Zadegan ku tê de qala jiyana 865 kesan dike hîştiye.[10]

Di sedsala 13an de Fexredînê Exlatî li bajarê Bedlîsê ji bo astronomiyê resetxanekî ava dike. Rohahiya ku ji kulekan dertê li gorî wî seat tesbît kiriye.[11] Exlatî, xebatên xwe yê li ser astronomiyê bi zanyarê fars bi Nesîredînê Tûsî ve dike.

Nejmedînê Eyûb ku bi navê Muhasibê Xalatî jî tê naskirin (m. 1238) bi xwe kurdê Xelatê ye, Di dewleta kurd a Eyûbî de xebitiye û li ser stêrnasiyê berhem nivîsandiye.

Temsîlê wêneyê Sefiyedînê Ûrmewî

Sefiyedînê Ûrmewî (1216 - 1294) Muzîknas û bestekarê navdar yê ji bajarê Ûrmiyeyê ye, muzîka bi navê "Nuzhe" wî deraniye, Berhemên wî yên girîng Risalet'ş-Şerefiyye fi'n-Nisabi't-Telifiyye û Kitab'ul-Edwar e.

Şemsedînê Şehrezûrî dîroka jidayîkbûn û mirina wî ne kifş be jî tê zanîn di salên 1280î de jiyaye, li ser felsefe, dîrok û tibê, xebitiye û felsefeya Şihabedînê Suhrewerdî a îşraqîtiyê berdewam kiriye li pê xwe pênc berhem hîştiye.

Ebûlfida fermandarê Dewleta Eyûbiyan bû li ser xweza, dîrok û astronomiyê xebat kiriye. Kratera Ebûlfida ya li ser heyvê bi navê Ebûlfida ve hatiye binavkirin. Du berhemên wî yên giring hene, yek Muxtasarû Tarixîl Beşer a dîrokê ye û a din jî Teqwîmûl Buldan e ku ji 28 beşan pêk tê û li ser erdnîgariyê ye.

Kratera Ebûlfida

Nivîskar û dîroknasê Fransî Bernard Carra de Vaux (1867 - 1953), Ji bo Ebûlfida dibêje;

Sebtê Mardînî ku bi xwe zanyarê sedsala 15an ê navdar e ku li ser matematîk, stêrnasî û endezyarî berhemên wî hene di pirtûkxaneya Misirê de ne. Sebtê Mardînî bi xwe di Zanîngeha Elezherê de mamostetî kiriye û gelekî berhemên wî yên li ser stêrnasiyê li welatan hatine wergerandin.[12]

Hunermend Mehmûdê Kurdî, di Sedsala 15an de jiyaye û gelek berhemên girîng ên cuda afirandiye, ew berhemên wî niha li gelek welatan bi piranî li Ewropayê têne dîtin. Hemî berhemên wî bi kurdîtî têne nas kirin.

Firaqekî Mehmûdê Kurdî

Di sedsala 17'an de jî Ehmedê Xanî (1650 - 1707) li ser erdnîgarî û stêrnasiyê pirtûkekî bi zimanê kurdî bi navê Erdê Xweda dinivîse û tê de behsa Gerstêrkan dike. Lê mixabin ku ev berhema Xanî negihiştiye roja me.[13]

Peykerê Ehmedê Xanî li Başûrê Kurdistanê

Îbrahîm Heqiyê Erziromî (1703 - 1780) di Medreseyên Kurdî xwendiye zanyarekî girîng e. Erziromî li ser stêrnasî, civaknasî û fizîkê xebitiye. pirtûka wî a navdar Merîfetname ye. Erziromî tê de qala pergala rojî kiriye.

Ji pirtûka Merîfetnamê a Erziromî (Nexşeya dinyayê)

Di sedsala 19'an de Melayê Erwasî pirtûkek bi zimanê kurdî li ser tibê nivîsandiye, Erwasî di pirtûka xwe de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanên jî dibêje.[14]
Dîsa Nalî (1801-1855) li ser zimannasî û matematîkê hizre xwe tîne serziman û fikir kolaye, Lê Nalî li ser matematîkê berhem nivisadibe jî, vê gavê negihiştiye destê me.[15]

Ji pirtûka Axtepî a li ser stêrnasiyê
Pirtûk û Gutlek ji bo stêrnasiyê a Şêx Ebdurehmanê Axtepî

Ebdurehmanê Axtepî (1850 - 1905) zanistvanê sedsala 19'an ê kurd yê herî mezin e, li ser fiqih, mentiq, tib, felsefe û stêrnasiyê xebat kiriye.
Axtepî di pirtûka xwe a li ser astronomiyê de tevgera stêrkhîvroj û ya exteran şirove dike, herwiha Ebdurehmanê Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan.[16]
Axtepî li ser mentiq û felsefê jî du cild nivîsiye.

Ebdulsemî Kurdî dîroka jidayîkbûna wî ne kifş e, di sala 1820'an de wefat kiriye. Ebdulsemiyê Kurdî li ser zanista astronomiyê xwedî îlm bû, lê mixabin ku berhemên wî vê gavê negihiştiye destê me, bi xwe li ser zimannasiya kurdî (gramera zimanê kurdî) weke behr bû.

Emîn Fewzî (? - 1928) li ser matematîk, fizîk û kîmyayê xebitiye. Bi xwe kurdê Başûrê Kurdistanê ye ji dûre hatiye Stembolê, di Împeratoriya Osmanî de ketiye wezifeye mezin û girîng. Li dû xwe gelek pirtûkên hêja hîştiye.[17]

Zanistvanê sedsala 19an yê herî mezin yek jî Resûlê Mistê (1866 - 1908) li ser fizîkê xebitiye û ji bo kişandina avê makînekî îcad kiriye û li ser fizîkê pirtûk nivîsiye.

Kurdên Rojhilata Kurdistanê Ebdullah Pîrebab (? - 1900) û Edeb (1862 − 1912) li ser matematîk, geometrî, topografya û cebîrê pir zane bûn û gelek xebat kirine. Pirtûka ku Edeb li ser matematîkê nivîsiye li paytexta Îranê Tehranê hatiye weşandin.[18]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://m.ilkehaber.com/haber/ali-seriati-kurt-medeniyetinden-yunan-ve-cagdas-amerikan-medeniyetine-25567.htm
  2. ^ Mehrdad Izady (1991). The Kurds: a concise handbook. Taylor & Francis. ISBN 978-0-8448-1727-9.
  3. ^ http://bedelboseli.com/ebu-hanif-dineweri-dunya-tarihini-etkileyen-buyuk-kurt-filozof/[girêdan daimî miriye]
  4. ^ Marius Canard, Ibn Faḍlān. In: Encyclopedia of Islam, Leiden 2003 III
  5. ^ Muḥammad Kamāl (2006). Mulla Sadra's transcendent philosophy. Ashgate Publishing. s. 12. ISBN 9780754652717
  6. ^ http://www.ilkehaberajansi.com.tr/haber/kurd-muslumanlarin-bilime-katkilari.html[girêdan daimî miriye]
  7. ^ http://rehber.ihya.org/yenirehber/kemaleddin-ibni-yunus.html
  8. ^ Îbn Xelikan, Mirina Zadegan (Wefatul Ayan) cild-5, r. 311- 318
  9. ^ Abdulkerim, Özaydın (1987). Al-kamil fi al-Tarikh (derketina 1.), İstanbul.
  10. ^ TDV İslam Ansiklopedisi cild 20 r. 18
  11. ^ Encyclopaedia of the History of Science, Technology, and Medicine in Non-Western Cultures r. 1333
  12. ^ Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxî Meşahirî Kurd, Werger Hatice Yilmaz Arslan û Kenan Subaşi, r. 172
  13. ^ Mehmed Uzun, Kürt edebiyatına giriş, r. 28
  14. ^ http://www.kurmesliler.com/index.php/kueltuerasanat/serbest-yazlar/1004-edebyata-klask-a-kurd
  15. ^ Keith Hitchins, "Nali" in Encyclaopedia Iranica
  16. ^ http://www.trtnuce.com/haber/perwerdehi/sex-evdirehmane-axtepi-hate-bibiranin-3970.html
  17. ^ Mihemed Emîn Zekî, Dîroka Kurdistanê
  18. ^ Mehmet Çaglayan, Şark Ulemasi