Pêjgeha îrlendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pêjgeha îrlandî hat beralîkirin)

Pêjgeha îrlendî, bi pêjgehên gelên cîran re gelek hevpar e. Goştê berxê, mirîşk, hêk, rûnê nivîşkî, berhemên şîr,mîdye, hêyavk pirr tên xwarin.

Di nava salên 1846 - 1851'ê de li Îrlendayê xelayeke mezin rû dide. Zêdetirî milyonek kes jiyana xwe ji dest didin. Salên xelayê tevahiya jiyana îrlendiyan diguherîne. Çandinî tê guhertin, 1,5 milyon kes koçber dibin, diçin Kanada, Brîtanya û DYAyê.

Heya sedsala 20em goşt kêm dihat bikaranîn. Masî cihekê girîng digire. Masî herwiha tên kelandin, biharatkirin jî. Kartol sedsala 16em tê Îrlendayê

Danên rojê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taştêyeke tîpîk

Îrlendî taştêyê goştê mirîşkê yê qelandî, pudîng, kartolê biraştî, kuvark, frîngî û fasûliya qelandî, hêk, hingivê pirr dixwin. Bi goştê nivîşkî tostên rengîn tînin ser destexaneyê. Çay, ava porteqalê, şîr jî divê neyê jibîrkirin.

Navroj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masî, kartol, xwarinên giran ên goşt, gulaş, şorbe, hêyavk, cureyên kiloran tên ser destexaneyê. Niha bandora fastfoodê jî gelek zêde bûye. Îrlendî jî wekî kurdan pirranî di hev re tên ser destexaneyê (sifre). Ango di malbatê de, mêvandariyê de bi hev re dixwin. Gizêr, nan, kelem, bamye, lovî cihekê taybet digirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Jürgen Schneider: Irische Küche. Gerichte und ihre Geschichte - Xwarinên îrlendî. Xwarin û diroka wan 3. Auflage Verlag die Werkstatt, Edition Diá, Göttingen, 2001, ISBN 3-89533-249-6 (almanî)
  • Elisabeth Bangert: Irische Küche. erleben und genießen - Pêjgeha îrlendî, bibin şahîd û tehm bikin 1. Auflage, Verlag EDITION XXL, ISBN 3-89736-141-8 (almanî)

Wergirtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]