Pêjgeha îslendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pêjgeha îslandî hat beralîkirin)
Ji xwarekên neteweyî yên îslendî - Þorramatur

Pêjgeha îslendî, pêjgeha neteweyî ya Îslandê ye. Îsland giravek e û gelê îslendî jî parek ji germanan e. Lê xwarin-vexwarinên wan ji yên germanên din gelek cuda ne. Lewra avhewaya giravê sar û volkanîk e, pirr rê nade çandiniyê. Xwarekên tên kelandin pirr, ên din kêm bipêşketine.

Biharbêhn (biharat) kêm tê bikaranîn. Hîmê pêjgeha îslendî xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê ye. Li îslandê pez, dewar jî tên xwedîkirin. Goştê hespê, kaklîbaz (qaqlîbaz), balînayê jî tên xwarin.

Penîrê îslendî Skyr bi gelek xwarinan re tê xwarin. Konserve mecbûrî ye lewra havîn jixwe kurt e û Îslanda ji Ewropa û Amerîkayê dûr e. Ango parastina xwarekan girîng e. Dîsa bi xwêyê yan bayê hişkkirîn jî di pêjgeha îslendî de cihekê girîng digire. Li Îslandê fastfood jî navdar e. Vexwareka herî navdar kafê (qehwe) ye (Kvöldkaffi) û tevahiya danan tê vexwarin.

Çeşniyên îslendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Maike Hanneck: Island-Kochbuch. 1. Auflage. túrí, Hvammstangi 2004, ISBN 9979-9641-0-3. (almanî)

Girêdan (ne bi kurdî ne)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]