Pêlava Birîndar (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêlava Birîndar pirtûkek ji Evdile Koçer e. Weşanxaneya ku ev pirtûk çapkiriye "Weşanên Han" e.

Pêlava Birîndar ji 49 kurteçîrokên biçûk pêk tê.

Nivîskar di kurteçîrokên xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanî ber bi şopa şerê dawî yê Kurdistanê ve dibe.

Kurteçîrokên Evdile Koçer gelekî kurt in, carina ji pênc şeş hevokan, carina jî ji bîst hevakon pêk tê. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje.

Nivîskar di çîrokên biçûk ên di Pêlava Birîndar de, bi "pêlav"ekê ve birînên şer, bi "gule"yekê ve şopa şer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" ve çend dîmenên piştî şer yên ku li ser civakê hiştiye nivîsandiye. .

Koçer, di "Pêlava Birîndar" de wekî her car dîsa bi zimanekî şêrîn û sade ve û bi vegotineke kurt ve behsa rastiyên mezin ên civakê dike, lê ser û binê çîrokan jî ji bala xwendevanî re dihêle û wan dixe nav rêwîtiyeke dûvedirêj.

Kurteçîroka bi navê 'Pêlava Birîndar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."

Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund. Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî. Dû re hate bîra min... Ez hingê zarok bûm. Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.

Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."

Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.

Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.

Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]