Pêleûs
Mîtolojiya Yewnanî de bavê leheng Axîleûs, Mêrê Nêrêîd Tetîs e. Keyê Ftiayê bû. Pêleûs û birayê wê Telamon hevalên Hêraklêsê bûn.
Pêleûs Πηλεύς, Pēleus | |
---|---|
![]() pêleûs xwe werandiye Tetîsê- Mûzeya Louvre | |
Zayend | Nêr |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira |
|
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Xanedan | Antîgonê, Tetîs, Laodamia ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Mîta Pêleûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pêleûs û birayê wê Telemon zir birayê xwe Fokusê kuştin. Ji ber cezayê Aegînayê revîn hatin Ftîayê. Li wir key Eurîtîon wan bêsûc kir û keça xwe Antîgoneya Ftiayî da Pêleûsê. Wextekî şûnde Key û Pêleûs bi hev ra derketin nêçîra Berana laş zêr. Piştî wê dîsa bi hev ra çûn nêçîra Beraza kovî yên Kalîdonyayê, wê nêçîrê da Pêleûs bi xeletî Key Eurîtîon kuşt. Pêleûs ji ber vê bûyerê nekarî Ftîayê bimîne ji wir jî revî.[1]
Pêleûs li Îolkosê aliyê key Acaktusê ji ber kuştina Eurîtîonê bêsûc hat qebûlkirin. Hevjîna Acaktusê Astîdameîa aşiqê Pêleûsê bû lê Pêleûs vê yekê qebûl nekir.Astîdameîa nameyeke ji Antîgonêyê ra şand. Nameyê da nûçeya zewaca keça Acaktus û Pêleûsê da. Antîgonê vê nûçeyê bawer kir û xwe daliqand.Astîdameîa dîsa nesekinî iftira avêt ser Pêleûsê got dest avêtiye namusa min lê nekariye. Acaktus Pêleûsê bire Çîyayê Pelîonê nêçîrê. Li wir Pêleûs kete xewê , Acaktus wê bê çek hişt u vegeriya. Dema Pêleûs hişyar bû hindik mabû Hespmêr (Sentor) an êrîşê wê bikira. Lê hespmêrê zana Sentor Kherion şûrê wê dîsa da wê. Hin çavkaniyan de Hermês şûrê wê da. [2] Pêleûs vegeriya Îolkosê pê hêzên xwe Acaktusê kuşt , Astîdameîayê perçiqand û perçeyên wê bin siwariyan da perçiqand.
Zewaca Pêleûs û Tetîsê
Pêleûs rasta Proteûs hat , Proteûs ji wê ra rêya destxistina Tetîsê got: Ew bi sedan cara şiklên xwe biguherîne jî nêzîkê wî bimîne û bi awayekî şidandî xwe li wê werêne , heya dîsa vegere şiklên xwe yên yekem wê bernede [3] Li Magnesîayê leheng , xwedawendê dibîne xwe li wê diwerîne. Lê Tetîs vê yekê aciz dibe şiklên xwe diguherîne. Pêleûs dest jê bernade. Heta Tetîs fêm bike ew wisa dewam dike. Paşê Tetîs zewacê qebûl dike.
Daweta zewaca wan di mîtolojiyê bi meseleya sevê ku heya dibe sedemê Şerê Troyayê ji ber wê navdar e. Ji seva Erîksê pêştir Posîdon du hespên nemir: Balîûs û Xanthus , diyarî dawetê kir.
Tetîs heft kur da Pêleûsê ra lê Tetîs dixwast ku wan bike nemir îlacan da wan û şeş kurê xwe bi wê awayê kuşt. Dixwast ku îlac bide ya heftemîn jî lê Pêleûs nehişt. Kurê heftemîn nemir û mezin bû, bû Axîleûs.[4]