Pênûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pênûs yan qelem

Pênûs an jî qelem, alava ku pê tê nivîsandin û xêzkirin e.

Tê gotin ku gotina kalem jî ji kelemê tê ku kelem jî tê wateya darikê serê wî tûj an jî dirî[çavkanî hewce ye]. Ji bilî va tiştan pênûs tê wateya pê nûsandinê.[çavkanî hewce ye] Pênûs dibe ku amûrên yekemîn bûn yê mirov bi kar anî. Danîşanên kevintirîn ji serdema kevirê ye li kû bi darên normal ve li ser axesork dihat selixandin û tim tim bi wêneyên şkeftê dihat dîtin. Bi hatina çandên bilind yê berê li şûn dara nivîsandinê çîxên nivîsandin dihatin bi kar aniyê. Ew jî paşê bi raborîna demê bi firçe û perrê nivîsandinê cih girt. Firçe û perrê nivîsandinê wekî şageste dihat dîtin û yek jî meriv dikar bû li ser kaxiz jî binivîse. Di serdema kevnara dereng tek hinek nivîsên runê û nivîsên mixî û peykersaz pênûsan bi kar anîn.

Di serdema navîn de meriv pênûsên ji zirêç , zîv an jî sêhl bi kar anîn yê ema xêzên zirav û rengavêtî davîtin Di dawiya serdema navîne de meriv destpê dikir bi çêkirina pênûsa zirêc yê bi forma darê bi parçeyek zirêç dorgirtî bû. Di sedsala 16 ne zirêç lê hema grafît dihat bi kar anîn . Grafît xêzek daha qalind boyax dikir û ji ber ku daha hêsan di hat bi kar anîn çinkî meriv pêwîste ne dibû eyne berê li ser kaxiz bidewsîne.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Schreibstift – Wikipedia" (bi almanî). Roja gihiştinê 2 gulan 2018.