Pêxemberên ku navên wan di Quranê de derbas dibin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêxemberê pêşîn yê ku navê wî di Quranê de derbas dibe Hz. Adem e û yê dawî jî Hz. Muhemmed e. Li gorî hin hedîsan di navbera ev her dû pêxemberan de 124 hezar pêxember hene. Lê belê di Qurana pîroz de ji van 124 hezar pêxemberan bi tenê navê 25 pêxemberê derbas dibe.
"Sond be, me berî te gellek pêxember şandiye ku me hinek wan ji te re gotiye û me hinek wan jî ji te re negotiye. Bêyî destûra Xuda ji tu pêxemberî re nabe ku ayetek (ji kîsê xwe) bîne. Vêca gava fermana Xuda bê, bi rastiyê tê qedandin-hukim kirin û li wê der ehlê doza pûç ziyan dikin ." (Sureya Mumîn: 78)

Bi dorê kronolojîk Pêxemberên ku navên wan di Quranê de derbas dibe wekî xwarê ye.

  1. Hz. Ademnavê wî di Quranê de 25 car derbas dibe. Însana yekem û pêxemberê pêşîn e. Xwedê teala wî ji herî çê kiriye  û ji wî re wek pirtûk 10 pel suhûf daye.
  2. Hz. Îdrîs, navê wî di Quranê de 2 car derbas dibe. Mirovê herî pêşin ê ku li ser astronomî û matematîkê xebitiye, bi derzî cil dirûtiye, alavên kêşan û pîvanan bi kar aniye û nivîs nivîsandiye ew e. Xwedê teala ji wî re 30 pel suhûf şandiye.
  3. Hz. Nûh, di Quranê de navê wî 43 car derbas dibe. sureya 71. ya Quranê navê wî girtiye. Ji qewmê wî pir hindik kes baweriya wî kiriye. Jina wî û yek ji zarokên wî jî di nava bêbaweriyan de hebûye. Pey tofana Nuh (as) nesleke nû ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin.
  4. Hz. Hûd, di Quranê de navê wî 10 car derbas dibe. Sureya 11. ya Quranê navê wî girtiye. Ew ji qewmê Ad re hatiye şandin. Hz. Hûd bi bazirganî re mijûl bûye.
  5. Hz. Salih, di Quranê de navê wî 8 car derbas dibe. Ew ji qewmê Semûdê yê ku çiya û zinarên bilind dinicirandin û ji wan xaniyên mirêsdar çê dikirin re hatiye şandin . Qewmê Semûd ji Xwedê derhozeyekê (mûcîze) xwestin û Xwedê jî ji wan re di nav zinarekî de hêştirek (deve) şiyand.Bi vê derhozeyê jî hin rêzik ji aliyê Xwedê ve hate ser wan.Lê belê qewmê Semûd van rêzikan nepeyikandin û wê hêştirê jî kuştin. Ji ber vê yekê jî ezabê Xwedê hate ser wan. Hz. Salih jî bi bazirganî re mijûl bûye.
  6. Hz. Îbrahîm, di Quranê de navê wî 69 car derbas dibe. Sureya 14. ya Quranê navê wî girtiye. Bi lawê xwe yê Îsmaîl re Beytûllahê(Kabe) ava kiriye. Li gorî ayet û hedîsan ew mirovekî mêvanhez bûye û qurban şerjêkirinê jî wî ji me re hîn kiriye. Ji aliyê Xwedê ve ji wî re navnasê Xelîlûllah hatiye dayîn. Wateya Xelîlûllah dostê Xwedê ye. Ji wî re kitêbeke 10 rûpelî hatiye dayîn. Hikûmdarê Babîlê yê bi navê Nemrûd wî avêtiye agir. Lê belê agir wî neşewitandiye.
  7. Hz. Lût, navê wî di Quranê de 27 car derbas dibe. Mirovê yekem yê ku ji Hz. Îbrahîm re bawer kiriye û ji kesên ku bi wî re koç kiriye ye. Ew ji aliyê Xwedê ve qewmê  ku li bajarên Sodom û Gomorayê dijîbûn hatiye şandin. Qewmê Lût karekî pir pîs dikirin. Dev ji jinan berda bûn û bi şewhet dest dirêjî namûsa mêran dikirin.
  8. Hz. Îsmaîl, navê wî di Quranê de 12 car derbas dibe.Ew şivantî kiriye. Bi bavê xwe Îbrehîm re Beytûllahê ava kiriye. Ew bi Îbrahîm Pêxember re der barê qurban û hacê de ji gelê bisilmanan re bûne nimûne. Pêxemberê dawî Hz. Mihemed ji nîjada wî tê.
  9. Hz. Îshaq, navê wî di Quranê de 15 car derbas dibe. Layê Îbrahîm Pêxember e. Ew ji bilî Hz. Mihemed bav û kalê pêxemberên ku navê wan di Quranê de derbas dibe û ji pey wî tên e.
  10. Hz. Yaqûb, navê wî di Quranê de 16 car derbas dizbe. Ew neviyê Hz. Îbrehîm e û layê Hz. Îsheq e. Ew bi şewata ewladê û bi xinistiya ewladê ezmûn bûye . Ji ber şewata layê xwe çavên wî hate girtin, lê belê bi gihîştina layê xwe ve çavên wî vebûye. Beriya çûndinê Misirê ew li derdora Filistînê pêxemberîtî kiriye. Navê wî yê din Îsraîl e.
  11. Hz. Yûsif, navê wî di Quranê de 27 car derbas dibe. Sureya 12. ya Quranê navê wî girtiye. Ew yek ji layên Hz. Yakûb e. Birayên wî (ji bilî Binyamîn) ew dexesî kirine û wan ew avêtine bîrê . Ji aliyê Xwedê ve ji wî re behreya şîrovekirina xewnan hatiye dayîn. Bi vî agahî û behreyê  ew bûye kargêrê Misirê. Di Quranê de metelokekê ku di sureyekê de ji serî heta dawiyê wek bikeys hatiye vegotin a wî ye. Ev metelok di Quranê de wek meteloka herî xweşik hatiye wesfandin.
  12. Hz. Eyûb, navê wî di Quranê de 4 car derbas bûye. Ew nexweşiyekî pir xerab derbas kiriye û bi tebatiya (sebr) xwe ji gelê bisilmanan re bûye sembolekî.
  13. Hz. Şueyb, navê wî di Quranê de 11 car derbas dibe. Ji ber ku xîtabeta wî pir xurt bûye wek gotardêrê Pêxemberan hatiye yadkirin. Ew ji xelkê Medyen û Eyke ya ku di pîvek û kêşanan de hîle dikirin hatiye şandin. Di heman katî de ew xezûrê Hz. Mûsa ye.
  14. Hz. Mûsa, navê wî di Quranê de 136 car derbas dibe. Di Quranê de di nav pêxemberên ku ji têkoşînên wan hatine behskirin ê herî pir a wî ye. Zavayê Hz. Şueyb e. Ew ji benî Îsraîl re hatiye şandin. Benî Îsraîl di bin serokatiya wî de ji Misirê derketî ye. Ji wî re Tewrat hatiye dayîn.
  15. Hz. Harûn, navê wî di Quranê de 20 car derbas dibe. Ew birayê Hz. Mûsa ye. Ew wek alîkarê Hz. Mûsayê hatiye erkedarkirin.Rind axaftin û  behreya xîtabet, gewşîna wî ya herî mezin e.
  16. Hz. Dawid, navê wî di Quranê de 16 car derbas dibe. Dengê wî wiha xweşik bûye ku çûk û çiyayan hevaltî ji dengê wî kirine . Berê pêşîn ew di nav artêşa Talût de wek leşker ceng kiriye, paşî jî bi pêxemberîtî û hikûmdarîtiyê ku Xwedê daye wî bûye keyê benî Îsraîl. Ew hesinkar bûye. Ji wî re Zebûr hatiye dayîn.
  17. Hz. Silêman, navê wî di Quranê de 17 car derbas dibe. Bavê wî Hz. Dawûd e. Piştî mirina bavê xwe ew bûye hikûmdar. Di Qurana pîroz de hatiye ragihandin ku ew bi cîn û ajalan re karibûye bipeyvê.
  18. Hz. Zulkîfl, navê wî di Quranê de 2 car derbas dibe. Layê Eyyûb Pêxember e. Ew ji pêxemberên ku tebatî kirine ye
  19. Hz. Yûnis, navê wî di Quranê de 4 car derbas dibe. Sureya 10. ya Quranê navê wî girtiye. Ew ji xelkê Nînewayê re wek pêxember hatiye şandin. Ew ji aliyê berazî derya ve hatiye daqurtandin. Lê belê paşê ev masî wî derxistiye bejayiyê. 
  20. Hz. Îlyas, navê wî di Quranê de 3 car derbas dibe. Ew ji civaka benî Îsarîl ya ku ji Ba'l' re diperestin hatiye şandin.
  21. Hz. Elyesa, navê wî di Quranê de 2 car derbas dibe û  ew ji Ilyas Pêxemberê re wek alîkar hatiye şiyandin.
  22. Hz. Zekeriya, navê wî di Quranê de 7 car derbas dibe. Ew ji nîjada Hz. Silêman tê. Li Qudsê hevişîna Hz. Meryemê girtiye ser xwe û ji wî re piştvanî kiriye. Ew ji aliyê benî ÎsraÎl ve hatiye şehîd kirin.
  23. Hz. Yehya, navê di Quranê de 5 car derbas dibe. Layê Hz. Zekeriya ye. Navê wî ji beriya wî qet nehatiye bikaranîn û navê wî ji aliyê Xwedê ve hatiye dayîn. Ew mizgîna Hz. Îsa ye.
  24. Hz. Îsa, navê wî di Quranê de 25 car derbas dibe. Ew wek derhozeya Xwedê Teala bê bav welidiye. Ew hêna di dergûşê de bûye karibûye biaxivê. Ew miriyan vedijandin, nexweş û koran jî baş dikirin. Sala ku ew hatiye dinê wek destpêka rojimêra mîladiyê tê qebûlkirin. Pîşeya wî xiratî(dartraşî) bûye. Ji wî re Incîl hatiye dayîn.
  25. Hz. Muhemmed, navê wî di Quranê de 4 car derbas dibe. Sureya 47. ya Quranê navê wî girtiye. Ew pêxamberê dawî ye. Ew ji gelê însanan re hatiye şandin. Xwedê ji wî re Qurana pîroz daye. Ew di nav bisilmanan de cihekî pir girîng digire. Herwiha ku gava ke navê wî tê gotin bisilmanan bi tev salawat jê re tînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]