Here naverokê

Pîrhebok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
The Magic Circle li gorî John William Waterhouse, 1886

Pîrhebok an cadûger, afirandeyeke ku di gelek mîtolojî û dînan de xwediya hêza efsûnî ye. Pîrhebok bi piranî jin in û xerabiyê dikin, lê herwiha yên qenciyê dikin jî di efsane û çîrokan de derbas dibin.

Dike pîrhebok ji teşeyeke berî a *pîrbehok hatibe, ku pêkhatî ye ji pîr + behok anku buxik, kêzik. Ev bêje li hin deveran bi ramana '"tevnepîrk'", li hinan jî a cazûgeran dide; li hinan jî herdukan. Eva dikare ji reha baweriyeke kevnar a çîvanoka Kurdî hatibe kû pîrhebokan xwe dizivirrande rengê behok û canewerên cûrbicûr -nexasma ewên nepak û nexweş yan kovî, ku di çîrrokên Kurdan da bi dêwan û cinan jî dikare bête dîtin. Dibe ku tevnepîrk wek pîrhebok û cazûgerên pîrejin ên xweguhartî û reng-zivartî hatibin dîtin. Nê Kurdên nûjen, tevnepîrkan û tevnên wan wek çê û xweşbext dibînin, ji ber ku li wan wek malekê radimînin (qaşo "konê pîrê"). Wergirtina pîrhebokan ku ew adanî û xweşî tînibin jî (bibîne jêrê), mînakeke din a dubaweriya Kurdî a li ser xirabiyê ye, kû ew dikarin bibine çak û tewr bêne pesn dan jî, ku bi cin û dêw û ewên wekhev jî diyardeyek e (wekî gotina jimeçêtir boyî cinan).

Têkilahiya navber pîrhebokan û tevnepîrkan herewsan dişê ji ber wê hindê bibe ku tevnepîrk û tevn/"kon"ên wan li cîhên kevnare û terikandî çêdibin û vî ew bîr dabe ku ew meko û veşargeha pîrhebokan e, kû ew xwe dizivirrînine rengê tevnepîrkan.

Bêjeyên din ên hevwate ku ji "pîr" hatine dariştin herewsan bêhtir peyda dibin; wek pîretewt, pîrelk, pîresihr, pîrecûz, pîrcazû... Dibe ku ew hemû cûrên cazûgeran bibin ku bi a akarên wan bêne cihê kirin (wek elk, ku karûbarên wê ji pîrhebokê cihêrreng e). "Pîrik" yan "pîrê" bi tenê jî dikarin bi tiwanca pîrhebokan bi kar werin.

Behok û guherto û hevrehên vî bi Kurdiya îro wek akareke boyî tirsandina zarrokan bi kar tê, wekî ûc û hûk û kuleşûtik û "pîrê". Têgiha ""behok" dikare ji reha baweriyeke kevnar a Îranî hatibe ku yeksanî xrefster a Farisiya Navîn bibe. "xrefster" bixwe farisî-kirina -xrafstra a Evistayî ye, ku di Evistayê da tegiheke bi serê xwe nebû nê li serdema Sasanî hate berfireh kirin û wek berevajiya pez û ajal û canewerên kedî û destyarî mirovî dihatin hesibandin, ku ji aliyê Hurmizî hatine afirandin, dema xrefster (anku gumgumokan, maran, dûpişkan, canewerên yeksanî buxik yan behoka Kurdî) ji aliyê Rêvinî hatine "kurr kirin". Hemin bi çîrrokên pîrhebokan pirrîcar reng-zivêrî heye kû ew dikevine rengê canewerên wekî wiya, ew dîtane xwedî hinek bin e. Nê pîrhebok yan ti bêjeya wekhevî vî di zimanên din ên Kurdî yan Îranî da peyda nabe.

Pîrhebok di çanda kurdî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîrhebok, hebokeke ku di efsane û çîrokan de ciyekî grîng digre ye. Li gorî efsanê cûreyek cinan in. Carinan xwe dixin şiklê mirovan û dikevin nav mirovan. Di vî şiklî de heger mirov li wan hay bibe û tiştekî hesinî wek derziyê di canê wan re rake dibin hêsîrê wî kesê ku derzî di wan re rakiriye û nema dikarin vegerin pîrhebokiya xwe; lewra ew ji hesin ditirsin, newerin hesinê canê xwe derxin. Heyta ku hesinê canê xwe dernexin jî ew nikarin azad bibin. Ji ber vê yekê, dibêjin ew axilbe bi haweyekî zarokan dixapînin û van hesinan didin derxistin û dibezin azadiya xwe. Çîrok û efsaneyên li ser pîrhebokan gelek in.

Dîsa li gorî efsanê pîrhebok dest çi bide bereketa wî tiştî zêde dibe.